QASIM ENGÎN
Li seranserê cîhanê hêzên faşîzan û kolonîst cihê ku dixwazin dagîr bikin ji bo xwe wek xeter bi nav dikin. Pirî caran gotinên weke Îstîklal heta Bekaa (Man) jî bi kar tînin. Pê re jî dema derfetê dibînin erîş dikin û dagîr dikin.
Ya herî berbiçav me ev li Surî û Rojava dît. Qaşo hin cihên Surî weke Cerablûs û Babê ji xwe re mijara Bekaayê dîtin û erîş kirin. Idlib jî bi çeteyên Ixwanî dagîr kirin. Pê re jî ew warê aştî û bihuştê Efrîn, bi hovîtiya xwe dagîr kirin. Hêcet qaşo xetera li ser Tirkiye bû! 9 Cotmêhê bi erîşeke dijwar Serêkaniyê û Girê Spî dagîr kirin. Hêcet careke din Bekaaya Tirkiyê bû!
Hêcet ji ber ku Bakurê Rojhilatê Surî û Efrîn li ser sînorê Tirkiye bûn!
Niha jî li meclisa Tirkan tezkereyek derxistin da biçin Lîbya. Lîbya jî di deryayê de di ‘sînorê’ Tirkiyê de ye. Ev jî dibe mijara Bekaa û paşroja Tirkiyê!
Eger sibê bi heman hêcetê berê xwe bidin Tunisê divê ti kes şaş nebe. Lewre Tunis jî di milê deryayê de cîrana dewleta Tirk e.
Di wê wateyê de Cezayir û Mexrib jî di deryayê de cîranên dewleta Tirk in. Bêguman Uygur û Somalî jî cîran in. Lê cîranên ezmanî ne.
Em bizanin ku Erdoxan weke di dema xwe de çawa ku Enver, Talat û Cemal Paşayên Îttîhadî û faşîst hewl didan bi alîkariya Almanan, careke din cihên ku berê ji milê Dewleta Alîyye Osmanî ve hatibûn dagîrkirin lê ji destê wan derketîbûn, ji nû ve dagîr bikin. Ji vê siyasetê re Osmangeriya Nû dihat gotin. Lê di dema xwe de her kesî dîtibû ka çawa Enver Paşa û hevalên xwe yên Îttîhadî weke di Tirkî de tê gotin: ”Dema ji bo birincê çûn Dîmyatê ji bulgurê malê jî bûn.” Ya heyî jî bi xûmareke mezin winda kirin. Baş e yekî weke Ataturk derket û Tirk bi kotekî li ser piyan man.
Niha jî bi heman angaştê îcar bi piştgiriya Emerîka, Almanya û Rusya Îttîhadiyên nû hewl didin xayalên ‘Osmaniyên Nû’ pêk bînin. Lê bi ferqekê, Îttîhadiyên demê Netewperestên Tirk û faşîst bûn. Yên niha hem netewperestên Tirk û faşîst in, hem olperest in. Olperestiya wan jî xwe naspêre Ûmmeta Islamê, ya wan xwe dispêre Muawiye û Ixwaniyan. Ango netewperestiyeke pir qirêj.
Em bala xwe bidinê, li kû Ixwanî hebin Erdoxan û hevalbendên wî li wê derê ne. Li Surî çûn hawara hevalbendên xwe. Li Misrê jî xwestin biçin haware wan lê tam nebû. Eger sibê li Tunis Ixwan lewaz bibin, wê Erdoxan bi artêşa xwe ya Ixwanî, DAIŞ’î û El Kaîde li wê derê jî peyda bibe. Heman tişt ji bo Mexrib jî derbasdar e.
Niha jî bi hilhila xwe, bi çeteyên xwe û arteşa Rirk ya çete berê xwe didin Ixwaniyên Lîbyayê. Qaşo hem wê Ixwaniyan li ser piyan bigirin, hem bikarin bi rehetî çalakiyên DAIŞ’iyên weke Boko Haram li parzemîna Efrîka bi rê ve bibin. Hem jî wê bikarin bi rehetî Ewropa ji bo bêdeng bibe, heta ji bo ku alîkariya wan di milê madî de bike, tengav bikin.
Bêguman, êrîşa ser Surî, êrîşa ser gerîla û niha jî çûna Lîbyayê bi siyaseta hundir ve jî peywendiya xwe heye.
Lê ye esas ew e ku, Tirkparêziya Îttîhadî-Terakkî ango faşîzm, ev bixwe ye!
Bila Enverê nû yê ku di eniyê xwe de ew welidandin; ji Trump, Merkel û Putîn re pîroz be!






