Medeni FERHO
Rojnameya XWEBUN, bi banga “ bi kurdî bixwîne, bide xwendin” li Amedê, bi kadroyek dewlemend ya nivîskaran, heftane dest bi weşanê kir. Xwebûn, navekî bi wate û cewher e!
Di salên dibistana seretayî û lîse de (‘60-’62) li Midyadê rojnameya “Turan Şehîr”, du rûpelî derdiket. Bi çapxaneya gutenberg, bi dest dihate çapkirin. Navê wê bala min dikişand, piştî demekê, bûme nivîskarê rojnamê, min helbestên kin, bi tirkî dinivîsîn, lê di helbestan de navê Mem, Zîn û hwd. derbas dibûn. Berpirsiyarê nivîsan û xwedayê navê rojnamê Prz. Mehmet Alî Arikan bû. Xwediyê wê jî Melek Gunduz, Sûryanî bû. Prz. M. Alî CHPyî bû, bû parlamenter, piştre bû senator. Rojekê, li rojnamê em rastî hev hatin, me hev nas dikir, malbata min ew destek dikir. Xwediyê rojnamê Melek Gunduz, ne xwest ez bipirsim, dîse jî min got; Kek M. Alî, çima navê rojnamê ne “Midyad Sesî” ye, “Turan Şehîr e”? Prz. M. A. Arikan konpasta ku tîp tê de rêz dikirin, danî û bi hers got: “Ev bajar turanî ye, helbet wê navê rojnamê jî wê turanî be, ev bajar turanî ye, her kes tirk e!…” Çavên xwe girtin û devê xwe vekir… Parêzer M.A. Arikan, ji Midyadê taxa Estile bû, wek mirovekî hêrs, bêhnteng dihate naskirin.
Piştî vê anektoda kin, ez wateyek giranbihatir didime navê XWEBUN!..
Em dîroka medya Komara Tirk KT zanin; ligel qanunên komarê ku teva li gorî nasyonalîzma turanî (li ber yên mussolînî) hatine amadekirin, zanin. Medya Tirk jî, berhemê îdeolojiya “Şark Islahat Raporu” û “Gûneş Dîl Teorîsî” ye. Xwedayên medya jî, hem dewşirme ne, hem bi îdeolojiya turanîst hatine xwedî kirin.
Di sed salî de, ji bilî kesan, medya KT, rastî vijdan û exlak ne hatiye, demokrasî, ramanê azad ne parastiye, ragihandina rastî nekiriye!… Eger qanun, burokrasî, siyaset, saziyên civakî, bi îdeolojiya “turanî” hatibin îşkdan, mirov nikare behsa “medya azad-fikrê azad-ragihandina azad” bike… Turanî,. Turk-î îslama cîhanşimûl e!…Bi mêjiyê dewşirmetiyê hatiye ava kirin û bûye bavê faşîzma Hîrler!.. Di faşîzmê de, vîjdan, exlak û nirx ninin!..
Îro jî, medya KT, wek kêla gorekê, li anîşka gorîstaneke tejî geya û strîyan e. Şerm û hetikberiya medya cîhanê ye!… Têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, ji sedsala 18an û vir ve dewam dike. Ev destpêka şoreşa avro-emerîka ye!… Ev têkoşîna li dijî sansura dewlet û teolojî ye û weke “felsefeya azadiya medya” derketiye holê. Meyda KT, nasîbê xwe ji vê felsefê ne standiye.
Gelê Kurd, piştî salên ‘24an, di zindana qanunên zincîr û leleyan de dîl hate girtin. Berxwedan her hebû, pencereyên mêjiyê Kurd, her dem ji utopya paşerojên azad re vekirî bû. Medrese hatin girtin, nivîs hate qedexe kirin, lê di stran û folklorê de, di paletî û palûteyan de, di çîrok û civatan de çanda Kurd hate parastin.
Dîse jî, çerxa qezetore û romîyan, siyaseta îşkdanê civaka kurd kire bin cendereya helandinê. Ji cîhanê, ji bazirganiyê, ji tevgera civakî û hunersaziya aborî bêpar hate hiştin, civaka Kur djî kire tara bjingê.
Civaka dibin tecrîda, bac û beşan de, wek “şana îsmet”, bi romî û qezetore, bi qançor û rêcê hate çilmisandin, hate gêj kirin, ker û lal kirin. Medya Tirk, berhemê îdeolojiya “Şark Islahat Raporu” û “Gûneş Dîl Teorîsî” ye!. Herî dawî di “gora betonî de hate metfun” kirin!.. Lê tevger û hêviyên bi asoyên paşerojan re hebû, lê ne bes bû!…
Piştî, Haraketa Azadiya Kurd bi 10 -12 salan, “Ozgur Ulke” hate derxistin. Ev lêgerîna rastiyan û destpêka medya azad bû. Di sala 1995an de MED TV hate vekirin… Ev qonax, di ziman, medya û hişmendiya Kurd de şoreşek bû. Îro, li sirgunê jî be, “Medya Plaza Kurd” heye; kevneşopiya Welat, Azadiya Welat û hwd. dewam dike, XWEBUN, xwerû Kurdî û heftane tê weşandin…
Medya Kurd, bi ajans û hemû hebûna xwe, di warê ragihandinê, xwedî rolek sereke û serketî ye. Rojnamevanên Kurd, ji bo ku rastiyê, germ bi germî û ji cihê cih bûyerê bigihînin raya giştî, canê xwe feda kirin û dikin. Rojnamevanên Kurd, ligel karên vijdanî û exlakî, rojnamevaniyek civakî dikin.
Xwebûn jî, bi vê armancê, bi kadroyek hêjadest bi weşanê kir; divê civaka Kurd jî, li Xwebûnê xwedî derbikeve!.. Her tişt bi xwedî û xwedan xweş e!.. Xwedîtî, navê Xwedê ye, enerjiya abad ya civakê û kollektîf e…
Îdeoelojiya turanî, yanî faşîzma dewşîrme, mafê jiyanê nade tu hiş û ramanî, mafê jiyanê nade rastiya civakan… Faşîzm, pêşî diyalektîkê dikuje!… Faşîzma turanî, wek girtina medreseyan, dixwaze weşangeriya Kurd, hişmendiya şiyar ya Kurd tune bike.
Xwebûn, ev hêza şiyar e û “rojnamevaniya hemwelatî” ye. Rojnamevaniya hemwelatî, ne tenê agahî ne, şiyarkirin û perwerde kirine; rojnamevan û nivîskarên vî karî dikin jî, “xizmeta civakan” dikin. John Keine, navê “civic journalism” li rojnamevaniya hemwelatî dike. Ne tenê ragihandin e, şerê li dijî totalîterî, diktatoriya desthilatdar û netewe-dewletan e!…
XWEBUN, di demek ku faşîzma devşîrme, wek faşîzma Hîtler, sinor derbas kirine, li dijî yekperestiyê, parastina zimanê diyalektîka jiyanê, dest bi weşanê kir.
XWEBÛN, pirsa: “QUA VADİS FAŞİZM” e !…






