zekî bedran
Nirxandina me ku şerê cîhanê yê 3. heye ya navenda wê Rojhilatanavî hebû. Ji sala 2011an ve jî Sûriye bû navenda vî şerê germ. Nêzîkî 60 welatî û Emerîka serê wan dikişand, li Sûriyê li hemberî DAIŞê di şer de cihê xwe girtin. Li aliyê din Rûsya, Sûriye û Îran hebûn. Tirkiyê jî bi rêxistinên weke DAIŞ, El-Nusre û Ixwanê Islam re hevalbendî kir û ket nava vî şerî. Piştî ku tişta dixwest bi riya van rêxistinan bi dest nexist, li ser bingehê dijminiya Kurdan dagîrkerî û polîtîkaya qirkirinê domand. Nakokî û bend û berberiyên li Rojhilatanavî dîrokeke wan ya dirêj heye. Li aliyekî Emerîka, Irsaîl û li cem wan Erebistana Siûdî û welatên Kendavê, li aliyê din jî pêşengiya Şîa ya navenda wê Îran û bandora li herêmê afirandî. Ji Yemen heta Iraq, Sûriye û Libnanê, ji bo ku bihêz bibe Îranê li herêmê pêngavên stratejîk pêk anîn.
Bi tesfiyekirina Saddam û roxandina artêşa Iraqê re Şîî derketin pêş. Îranê jî ji vê rewşê sûd girt û li Iraqû bandora xwe zêde kir. Ji bo ku rejima Esed tesfiye nebe tevlî şerê li Sûriyê bû. Bi heman awayî di şerê Yemenê de jî bû alîgir û destek da. Xwest bi vî awayî sînorê xwe li derve biparêze. Ji bo wê jî hêzên weke Hizbûllah û Heşdî Şebî birêxistin kirin. Li serê van hêzan bi navê Îranê fermandarê Hêzên Qudsê hebû. Xebata Emarîka ya dorpêçkirin û sînordarkirina Îranê bi kuştina Qasim Suleymanî rewşeke din derxist holê. Fikar û mereqa gelek derdoran heye. Dibêjin; gelo wê li herêmê şerekî din biqewime, wê Emerîka û Îran bikevin nava şerekî ku herêmê tevê bigire nava xwe.
Qasım Suleymanî ji bo Şîiyên Îran û Rojhilatanavî kesekî girîng e. Eger Îran li hemberî vê bêbertek bimîne wê di asteke bilind de itibara wê bikeve. Weke din Îran herêmê baş nas dike û xwediyê tecrûbeyeke mezin ya dewletê ye. Dibe ku bilezûbez bertekê nîşan nede. Lê eger bersiveke bibandor nede wê li herêmê di asteke jor de hêzê wê winda bibe. Çawa ku Emerîka bi Erdogan re li hev kir, di mijara DAIŞê de Kurdên hevalbendên xwe li ser piştê hiştin û ev li herêmê û cîhanê bû sedema windabûna itibara wê û baweriya pê derb xwar, ji bo Îranê jî wisa ye. Helwesta Emerîka diyar e ku herî zêde Israîl keyfxweş dike. Ji bo ku Îran li Sûriyê testiye û bêbandor bibe, Israîl jixwe bombebaran dikir. Ji bo wê ew û Rûsya jî li hev hatibûn. Li hemberî vê bombebaranê Rûsya bêdeng dima. Îran çiqas bê dorpêçkirin, di warê leşkerî û aborî de hêza xwe winda bike û tevlîheviya hundir çêbe, wê Israîl ewqas di ewleyiyê de be. Emerîka jî bi kirin û polîtîkayên xwe li gorî vê tevdigeriya. Wê hesabê di navbera Îran û Emerîka de kûr bibe. Wê her du alî jî bixebitin ku rewşa xwe xurt bikin, yan jî biparêzin.
Li milekî ku Îran pêşengiya eniya Şîî dike, niha jî Tirkiya Erdogan dixwaze pêşengiya eniya Sunnî û dagîrkeriya Osmanî bike. Bixwe jî dibêje; qeyrana li herêmê ji bo xwe bi kar tîne; eger nebe xwediyê planê jî, dibêje; ezê planê xera bikim. Bi çavlêkirina li Îranê dixebite ku ji derdorên weke Hizbûllah, Heşdî Şebî, El-Nusre, DAIŞ, Ixwan û derdorên Sunnî leşkerên bipere kom bike, birêxistin bike û bi wî awayî li herêmê bibe xwedîbandor. Niha dixwaze ji bo parastina hukumeta Sarac ji van hizan hina bişîne Libya. Nakokiya mezin xwe tavilê dide der. Li milekî ku Trump, dixwaze Îranê ceza bike û bandora wê bişkîne, li milê din di dagîrkirina Erdogan ya Sûriyê de ku xwediyê rolekî paşverûtir e, ti pirsgirêkan nabîne, rêveberiya Erdogan destek dike û hêsaniyê jê re çêdike. Çawa ku tê dîtin polîtîkayên desthilatdar yên dewletên emperyalîst nikarin van nakokiyan çareser bikin. Çavkaniya wê taybetiya van hêzan ya desthilatdarî ye.
Dewletên heyîn, li pey desthilatdarî û berjewendiyên xwe dibezin. Kuştina bi serhezaran mirovî, koçberiya bi milyonan, roxandin û şewitandina mal û milkên wan, ji bo wan ne pirsgirêkeke girîng e. Berjewendiya gelên herêmê, hebûna wan ya civakî, nasname û mafê wan ji bo wan ne xem e. Civakên Rojhilatanavî ji hev re ewqas ne biyanî ne û ne dûrî hev in. Bi sedê salan bi hev re mane, sînorên dewletneteweyan yên heyîn piştî şerê cîhanê yê yekê hatine çêkirin. Û piştî avakirina evqas dewlet, li Rojhilatanavî destwerdana derve, nakokî û şer qet neqediyane. Ev pirsgirêk mezin bûn, fireh bûn û heta roja me ya îro hatin. Yên ku wisa kirin ev nakokî pirtir eşkere bibin û dijwar bibin, neqebûlkirina gelan bû. Me povajoya ku gelan ji xizanî, zordestî û rejimên zordest re got; êdî bes e û rêveberî hejandîn ku jê re tê gotin bihara Ereban, derbas kir. Çawa ku tê dîtin ji Emerîka heta Rûsya, hêzên li dinyayê bibandor, dewletneteweyên weke Tirkiye û Îranê, dixebitin ku şiyariya gelan, gera wan ya li demokrasî û azadiyê bifetisînin, serê têkoşîna wan binixumînin û careke din desthilatdariya xwe ava bikin.
Emerîka, ku Qasim Suleymanî kir hedef, ne ji bo piştgiriya hesreta gelên Îran û Iraqê ya azadiyê, gera li demokrasiyê û vekirina pêşiya wan e. Dijberiya Îranê ya Emerîka jî ne ji bo wî qasî ye ku gelên Îranê û gelên Rojhilatanavî pirtir bibin xwediyên azadiyê û pêşketina demokrasiyê. Eger em bala xwe bidinê ne gelên Îranê bi azadî û demokrasiyê dijîn, ne gelên Tirkiyê. Rejima Şamê jî ku ji aliyê Îran û Rûsya ve tê destekkirin, ji bo gelên Sûriyê hêviya azadî û demokrasiyê nade. Tersê wê dixwaze bi hişmendiya Be´esê desthilatdariya xwe ji nû ve ava bike.
Encam; bi kuştina Qasim Suleymanî wê qeyrana li herêmê kûrtir bibe. Trump ku dixwaze leşkerên xwe ji Rojhilatanavî bikişîne, niha plan dike ku bi hezaran leşkeran bişîne herêmê. Îran jî diyar dike ku wê bersiveke dijwartir bide. Gelek rêxistên riya Qasim Suleymanî de û destekê jê digirin, ew jî dibêjin; emê di riya wî de bimeşin û heyfa wî bistînin. Pir zemhet e ku mirov bizane ka wê xwestina hesab ji hev û bihevçûna hêzan li kû bisekine. Lê berjewendiya gelan ne di van şer û bihevçûnan de ye. Divê gelên herêmê li derveyî van eniyan ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn û rêxistina xwe xurt bikin.






