Rojnameya Ronahî

Helbestvan Mihemed Menla Xezîl bibîr anî

Yekîtiya Rewşenbîrên şaxê bajarê Minbicê û gundewarên wê 4`mîn biranîna helbestvan Mihemed Menle Xezîl bibîr an.
Helbestvan Mihemed Menla Xezîl Derwîş bi navê bapîrê xwe El-Xezîl hate binavkirin. Li taxa El-Şêx Eqîl a bajarê Minbicê di Kanûna 1936`an de hatiye dinê. Xezîl xwedî cihekî sembolîk e ji ber ku ji nûnerên wêje û çanda bajêr dike û berdevkê helbestê çînên kedkaran û xizanan. Xezîl di 5`ê Çileya 2016`an de çû ser dilovaniya xwe û di goristana El-Şêx Eqîl de hate veşartin.
Bi dehan helbestvan û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê tev li merasîma bîranînê bû. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin bi navên Komîteya Çand û Hunerê hevserokê komîteyê Mihemed Qerbetawî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê cîgirê Meclisa Qanûnsaz Cuma Heyder, hevalê helbestvan Xezîl Hesen Abdullah hatin kirin.
Axaftvanan teqez kir ku ruxmî ku helbestvan Xezîl wefat kiriye lê berhemên wî yên fikrî û wêjeyî li bajarê Minbicê zindî ne. her wiha axaftvanan Xezîl bi helbestvan û aqildarê Minbicê wesifandin.
Piştre helbestvanan Ehmed Lîlas Hemdo, Ibrahîm El-Mehmûd û Reşîd Essaf helbestên xwe jib o bîranîna helbestvan Xezîl vegotin.
Di dawiya çalakiyê de zarokê bi nave Seracdîn El-Abo helbesta helbestvan Xezîl bi navnîşan Konên koçeran( Xiyam El-Xecer) vegot.