Rojnameya Ronahî

Metbexa wî bû atolye

Namet Karakûş metbexa mala xwe kiriye atolyeya wêneyan. Bi rê û rêbaza şewitandina texteyan, rengên birûn, bi awayê akrîlîkî û sê alî wêneyan çêdike. Li Taxa Hafize ya navçeya Riya Armûşê ya Wanê, Namet Karakûş vî karî dike. Li metbexa mala xwe ya jê re atolye ye, bi hunerê dadikeve. Karakûş li Fakulteya Hunerên Ciwan xwendiye. Xeyala wî ya mezin ew e ku atolyeyeke mezin ava bike û şagirtên wî çêbin.