Rojnameya Ronahî

Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê

Koma Siya Jîn a girêdayî Çand û Hunera Demokratîk yekemîn koma stranan li bajarê Helebê tê hesibandin. Ew di Adara bê de amadekariya stranek xwe ya taybet dike.
Komîteya Jin a navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê koma stranan a ku ji 8 jinên ciwan pêk tê ava kir. Temenên wan 16 salî ne.
Endamên komê heftê rojekê roja Şemiyê li navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê perwerdeyên xwe dibînin. Di nav wan de 5 jinên ciwan stranan vedibêjin û 3 li amûrên muzîkê mîna biziq û def didin.
Endamên komê heya Adar bê amadekariyên stranek taybet bi xwe dikin. Girêdayî mijarê endama rêveber a komê Fatme Ebdo got: “Di komê de em li ser 5 stranan perwerdeyên xwe dibînin. Stranek li ser şehîd Denîz a ku li Helebê şehîd bûye, stranên din stranên Koma Awaza Çiya ne. Em niha amadekariya stranek taybet bi komê dikin.”
Fatme wiha domand: “Em ê hewl bidin stranên taybet bi xwe binivîsin, gotin û awaz a me bin.”
Di dawiyê de Fatme teqez kir ku deriyê komê li pêşiya her jinek ciwan a xwedî behre vekiriye. Çi ji aliyê stran an jî lêdan.
Ji aliyê xwe ve endama komê Yesmîn Koşan got: “Em bi rêya komên xwe û yên din ên jinan dixebitin da tu Kevana Zêrîn li Helebê ava bikin û ev wekî gava yekemîn e.”