Rojnameya Ronahî

SALA NU û DÎROKA NU

Medeni FERHO

Saleke nû, civakeke nû, siyaseteke nû, dîrokeke nû, nasnameyeke nû heye. Îro!… Wek ereb dibêjin, em ê bi rêbaza “lûbbû’l-lûb”- cewhera cewher, çend gotinan bêjin. Referansên me zindî ne. em û referans bi hev re dijîn.
Em dîrokekê dijîn… Lûbbûl-lûb bi dîroka nû ya Kurdistanê re!… Ev vekirina parantêza beriya 40 salî ye, gelê Kurd jî, li hemberî hemû anaforên tunekirinê, dîroka xwe ava kir. Di destpêka vê parantêzê de bêguman lehengên Kurd hene. Gerilla!… Lûbbûl-lûb-cewhera cewherê dîroka nû, ne. Dîrok, ne tenê şer e, hiş e, raman e, buyer e, guhertin e, nûbûn e, fêrbûn e, guhertin e, rêxistinî ye, dîplomasî ye, kirin e, avakirin e, ziman e, kultur e, nasname ye, xwedî derketin e, di cîhana akademîk û siyaseta navneteweyî de erê kirin e! Ne ezber e, hewngîrî ye, hişmendî ye, rambîrî ye!…
Dîrokek tematîkî heye û di encama disîplîneke felsefîk û siyasî de derketiye holê. Pêşengî û xerca hiş û raman, rê û rêbaz ya Birêz Ocalan e, partîk ya Gerilla ye… Em vê mînakê, di serdemên Mediyan de, di hêzên “nemiran” de dibînin, îro, karwanê “Nemirên Kurdistanê” hene.
Lûbbûl-lûb dîroka îro, di serdemeke ku di nava demên ji hev qutequtî bela nebûye, yekpare ye, qonax hebin jî parçe nebûye û dewam dike. Arêna siyasî û têkoşîna berdewam mînak e!…
Zindana Amedê, Geliyê Bekaa, Akademiya Mahsum Korkmaz, 14ê Tebaxê, Herêmên Parastina Medya, Gerilla, Ocalan, Komploya Navneteweyî, Imralî, Pêvejoya Çareseriyê, Mutabakata Dolmabahçe, Berxwedana Gel û Şoreşa Rojava… Ev kodên dîroka nû ne, bêguman, kodên nû, dikarin werin zêde kirin… Min riya kin, “sehl-î mumtenî” bijart.
Nêrîna li bûyerên rojane jî diker bibe riya kirin û fêhmkirinê!..
Cewhera cewherê dîroka nû jî, jiyana di nava van bûyeran de ye… Vegotina li ser dîroka nû, guhertin û cûdatiya ji salên dûr û dirêj ya dîroka Kurd, riya kin e. (sehl-î munten), lê kinbûna vê dîrokê, di mercên herî giran de belakirina ewrên reş e, berterefkirina siyasetên “kerberazî- inkar û tunekirinê” ne… Zimanê Kurdî, kire xizmeta mêjiyê Kurdî!…
Li cografyayek di inkarê de hatibe tunekirin, civakek di tarumarkirinê de hetibe pûç kirin, di dîrokek derew de hetibe felc kirin, di siyasetek qedexekirî de hatibê zincîr û lelekirin, di bedenek dagirkirî de hatibe lixab kirin, di ragihandinek manîpîlasyonî de hatibe kerûlalkirin, di kanunên qezetore de hatibe korkirin, di tora beko evan, reyber û qasiman de, di davik û kemînan de hatibe dîlgirtin… Di rewşek wiha de, wakanûvisî-haceganiya bûyerên serdemê ne hêsa ye!…
Mixabin, di beşekî romana Kurdî de, fesadiya di hişmendiya Kurdî de heye, ji restorasyona “mêjî”paşverûtir e, şaşiya di navbera “atalet” û “têkoşînê”de “tezahur”a pax monopol’e!… Mixabin!….
Dîroka zihnî-hişmendî ya gelê Kurd, êdî “tazahurata” pax monopol qebûl nake. Anafora serdema me, Rojava ber bi statuyekê dibe, lê mixabin Başûr, ji satuya heyî ber bi tunekirinê dibe. Partiyên siyasî, êdî mecbur in, di paratîk û teoriyê de xwe biguherin, bi pêkanîna yekîtiya neteweyî û bi hêzkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNKê, rê nedin ku Kurd, car din duçarî metfûnkirina gora betonî bibin. Biqasî rewşenbiriya Kurd, partiyên siyasî jî nikarin bi hişmendiya pax monopol haraket bikin.
Dîroka nû, bi gotinek rojane û mînak, Şoreşa Rojava ye û em nav lê bikin: Ji bo paşerojan peyamek ronî ye… Em dubare bi nav bikin; rizgarkirina mironiyê, ji mirovtiyê dûrketi ye… Têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞê, rizgarkirina mirovaniyê, ji tarîtiya sedsalê, kurt û kurmancî ev e!…
Dîroka Kurdan ya nû, hem di lîteratura akademik de, hem di hiquqê cîhanê de (naturalist, micelle-kelam, roma, anglo sakson, û modern) de, tê erê kirin. Ev dîrok, bandore li rîtma hiş û ramanê mirovan û jiyana rojane dike û abad dibe.