Rojnameya Ronahî

Qeyûm Efendî Behsa Rastiyên Cografîk Û Dîrokî Dike?!

Idrîs Henan

Di heman dema ku li Desteya Giştî ya Meclîsa Enqerê de tezkereya şandina leşkeran ji bo Lîbyayê erê dibû, li paytexta Yonanistanê Atînayê, serokwezîrê Îsraîlê Netanyaho, Serokkomarê Qibrisê Nîkos Anastasîades û Serokwezîrê Yonanistanê Mîçotakîs peymana EastMed îmze dikirin. Li Meclîsa Enqerê ji 509 dengên çep, rast, neteweperest û olperestan, 325 dengan tezkereya destwerdana Lîbyayê erê kirin. 184`an jî bê teref man!. Ev Tezkere bi serkêşiya AKP-MHP bi mebesta nixumandina qeyrana li Tirkiyê hate derbaskirin.

Perelelî herdu kêliyan, qeyûmê Qibrisa bakur Mustefa Aqincî îmzekirina peymana EastMed li Atînayê rexne dikir û weke der-rastiyek congrafîk ku li dûrî aqlê aborî ye, bi nav dikir. Qey dagikirina beşa bakur ji Qibrisê û tirkkirina wê rastiyek dîrokî ye qeyûm efendî?. Yan jî dagirkirina axa Sûriyê rastiyek cografîk e? Nizanim; qeyûm efendî; eceba îmzekirina tezkereyên destwerdanên derveyî sînor li meclîsa Enqerê, rastiyên li nêzî aqil in? Lê gelo; dagirkirina şaredariyên gel li Bakurê Kurdistanê kiryarên aqilane û rastiyên cografîk û dîrokî ne?.

Aqincî zemanekî difikirî serokçeteyê Rojhilata Navîn û faşîstê serdemê Erdogan rexne bike, rastî gef û rezaleta Erdogan hat. Ji wê rojê ve jî deng jê nayê. Îro jî ji bo ku şoşbanê xwe yê dîktator Erdogan razî bike dahûrandinan dike!. Projeya EastMed a vaguhestina gaza xwezayî ya behra spî ya di navbera Îsraîl, Qibris û Yonanistanê de weke dûrî heqîqetên global pênase dike. Qeyûm efendî di heman dahûrandinên xwe de, paşperdeya nirxandinên xwe jî deşîfre dike û dibêje: Rastiyên cografîk isbat dikin ku ti projeyên enerjiyê li deryayê spî bê Qibrisa bakur û Tirkiyê çênabin. Wek ku çawa hebûna xwe ya mêtinger û mandane rewa û meşrû dike!.

Beriya rojekê wezîrê parastinê yê Tirkiyaya Erdogan Xilûsî Akkar di derbarê hebûna leşkerên Tirk li Idliba Sûrî de digot; ew ê 12 xalên xwe li Idlibê vala nekin û ew ê ji axa Sûriyê venekişin. Perelelî van daxuyaniyên wezîrê şer ê Erdogan, li bajarê Ra`î yê bakurê Sûriyê, li ser navê meclîs û togayên tirkmen, hikûmeta faşîst a AKP-MHP avahiyên Selcoqî ava dikirin. Çaw li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê, li Serê Kaniyê û Girê Spî postxane, avahî û saziyên AKP-MHP dihatin avakirin. Li kêleka wê jî çeteyên kurtêlxwar ên ku şandine Lîbyayê, li ser axa Afrîqyayê Trîploî, him dîl digirtin û him dikuştin.

Dewleta faşîst a Tirkiyê destwerdan û tadeyên xwe yên li ser gelan û jêderên xwezayî yê herêmê weke mafekî xwezayî dibîne. Bi hemû aliyên hegemon re, li ser bingehên misyoneriyê li hev dike û îmzeya xwe li ser hesabê civaka Tirkiyê davêje bin hemû lihevkirinên xiniziyê. Erdogan ku pêveka sermayeya golbal e, hewl dide xwe weke aktorekî sereke li ser lîstikvanên navdewletî ferz bike. Bi riya wê siyaseta parçebûyî, dihizire wê li ser dika desthilatdariya herêmê, împaratoriya xwe ya çors ava bike!. Ji lew re, li her cihê destwerdan kiriye, xirabî kiriye. Dagirkirina axa Sûriyê û Qibrisê, îmzekirina tezkereya destwerdana axa Lîbya jî mînakên beloq ên faşîzma hikûmeta Erdogan a dîktator e.

Lê duh ne wek îro ye, tekez sibe jî wê neşibe îro. Ger heya îro bi riya kerên ku xwe li mayînan dixin, şer û pevçûnên xwe bi rê ve dibe, ji îro û pê ve ew ewantaj ji dest daye. Êdî ne rastiyên cografîk, ne rastiyên siyasî û dîrokî, ne aqlê civakî û aborî û ne jî heqîqeta gelan wê rê bidin van erbedeyên faşîst Erdogan. Rastiya dîrokî û cografîk ew e ku; êdî têkoşîna gelan a azadiyê, tenê ji bo pêşeroja xwe ye. Gerese hinek kurtêxwarên gelan hebin, lê ew nayê wê wateyê ku; wê qeyûmên fena Aqincî û hemriyên wî heya dawiyê bisûd bin.