Rojnameya Ronahî

Sê rêhevalên dilşêr

Mihemed Şahîn

Siyasetmedarên dilşêr û rûken, jîr û bi coş, xewnbarên pêşerojê, rêwiyên azadiyê, …

Bila neyê jibîrkirin!

Li reştariyê hatibû zincîrkirin Welatê min,

Bila neyê jibîrkirin!

Ronahiya Rojê qedexe kiribûn li welatê min,

Bila neyê jibîrkirin!

Zîn li Mem, Mem li Zînê hatibû qedexekirin,

Ji bîr nekin Kurdîno!

Niha evîna me bi sê rengan hil tê, di bihara ruyê sê kulîlkên Silopiyayê de …

Duh 4’ê çileyê bû,

Duh çaremîn salvegera şahedeta siyasetmedarên dilşêr û rûken rêheval Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar e.

Di 4’ê çileya 2016’an de, di hêlîna destpêka hebûna mirovahî û hemû candaran de, di welatê Nuh Pêxember de, di bin quntarê çiyayê Cûdî yê pîroz ê ku keştiya Nuh li ser danîbû, di bin siya çiyayê Gebarê ku bi xwîna fermandarê nemir Egît hatibû efsûnkirin, di sêgoşeya dilê welatê min ê çarparçebûyî de, li navçeya Silopiyayê Hurmuz û Ehrîman di şerekî bê eman de bûn.

124 hezar pêxemberên ku li dijî reştariya Ehrîmanan bi ser neketibûn, li ber berxwedana zarokên rojê bejna xwe ditewandin. Silav didan zarokên rojê. Li hember berxwedana rêhevala Sêvê û hevalên wê yên dilpola bêzar bûbûn.

Di 4’ê çileya 2016’an de di navbera reştarî û ronahiyê de şereke bê eman dest pê kiribû. Ev şerê man û nemanê bû, ev şerê tarî û ronahiyê bû, ev şerê parastina nirx û rûmetên mirovahiyê bû. Ev şerê tola 5 hezar salan bû. Neviyên Ehrîman ên tarîparêzan dixwestin di hêlîna şûnwarê destpêka jiyanê de dawî li jiyana neviyên Hurmuz ên ronahîparêzan bînin. Dixwestin di şûnwarê destpêka jiyanê de careke din reştariya hişmendiya xwe li ser welatê min ferz bikin.

Lewre wateya şer cuda bû, berxwedan jî weke wateya wê bê hempa bû. Li hember tarîtiya Ehrîmanan berxwedana zarokên rojê weke kaya li ser melêva cotkarekî li 12 e şûnwarên Kurdistanê ax didêra. Ji wan 12 şûnwaran yek jî Silopiya bû.

Bêguman yê ku herî zêde eniya tarîparêz ditirsand ronahiya hişmendiya jina azad bû. Tirsa ronahiya hişmendiya Zarîfeyan, Besêyan, Leylayan, Berîtanan, Zîlanan wekî kabûs li ser wan rûniştbû. Lewre di hedefa şerê wan ê bê pîvan û bê exlaq de wekî her carê dîsa hişmendiya jina kurd a azad hebû.

Bi sedan sal in li welatê min Ehrîman erkdar in. Bi sedan sal in li welatê min azadî, aştî, ronahî û vîna azad qedexe ye. Bi sedan sal in hevrêyên Hurmuz bi berdêlên gelek giran li dijî Ehrîmanan li ber xwe didin.

Di 4’ê çileya 2016’an de têkoşerên vîna azad, parazvanên azadî aştiyê, sê kulîlkên Kurdistanê, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li kolanên Silopiya ya ji hêla hêzên dewletê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di destê sê jinên kurd de çek tune bûn, bombe tune bûn, çebilxane tune bûn, tu amûreke şer tune bûn, tenê û tenê di dilê wan de ronahiya vîna azad hebû.

Di êvara 4’ê çileya 2016’an de stêrk, heyv, roj hemû li hember şahadeta sê kulîlkan şermî bûn. Min ji stêrkên şevê pirsî, ka sê kulîlkên Silopyayê? Ji min re gotin; Bêhna kefa destên wan ketiye nav porê zarokên Silopyayê”. Min ji heyva 14 şevî pirsî, ka parazvanên gelê xwe sê jinên dilşêr? Ji min re got; “Ez kenên wan ên dawî me”. Min ji rojê pirsî ka zorokên te yên ku te şewqa xwe dabû dilê wan?  Ji min re got; Ez pêta agirê dilê wan im. Min ji asoya berbanga sibehê pirsî, ka rêhavalên Hurmuzê, ka evîndarên pêşeroja welatê xwe Sêvê, Pakîze, Fatma? Ji min re got; Ez evîna dilê wan im

Evîna dilê sê jinên dilşêr, wêjeya Ehmedê Xanî, helbesta Feqiyê Teyran, evîna dilê Bêrîtan, Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan a nîvçe mayî ye. Ka ji kerema xwe re ji min re bibêjin, gelo, kîjan wêje, kîjan helbest dikare evîna dilê wan rêhevalan vebêje.

Rêhavlên wan ên ku mizgîniya serkeftinê ji rûkeniya wan lêhengan girtine, li seranserê çarparçeyên Kurdistanê bi baweriya serkeftina dilê wan wekî pilingan li ber xwe didin.

Sê rêhevalên ku di rûkeniya xwe de mirin bê wate kirine bûne pêta agirê dilê zarokên welatê min, bûne kevirê dest, bûne dirûşm, bûne tilîlî, bûne soza serkeftinê, bûne soza girtina tola sedan salan, bûne hêrs û xezeba dojehê û li dijmin dibarin.

Bêguman, civaka kurd dê her tim navê wan lehengan û berxwedana dilê wan bi rêzdarî bibîr bîne. Dê navê wan lêhengan li zarokên xwe yên nûhatî bikin, bi evîna dilê wan zarokên xwe efsûnî bikin û heta roja serkeftinê roj bi roj ala berxwedana wan bilind bikin.