Rojnameya Ronahî

Polîtîkayên Rûsya Li Ser Kurdan 3

Sîpan şînda

Sovyet  Rûsya di Şerê Cîhanê yê Duyem de (1939-1945), her çend wana weke dewletên emperyalîst ji dibîne, lê ew di nava refên Dewletên Hevkar de ciyê xwe digire. Di taliya şerî de jî ew di bloka dewletên serketî de ye. Lê belê piştî vê pêvajoyê jî di stratejiya Rûsya ya di derbarê polîtîkayên Kurdan de çi guhertin çênabe. Di warê stratejî pêşxistinê de Sovyet Rûsya, bi taybetî jî di warê aborî û siyasî de li himberî Emerîka-Brîtanya lehwaz dimîne. Him di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de û him jî piştî şerî, di warê teqtîkî de, Rûsya nêzîkbûneke heckû piştgiriya Kurdan dike (weke li Rojava) nîşan dide. Lê ev nêzîkbûna Rûsya tenê di warê teqtîkî de ye û ne stratejîk e. Di damezirandina Komara Mahabadê de, di serî de hinik nîşanên piştgiriyê yên polîtîk-leşkerî dide. Jiberiya Komara Mahabad bête avakirin, tête zanîn ku rûspiyên Kurdan çend caran diçin serdana Rûsya yê û bi wan re hevdîtinan dikin û piştgiriya polîtîk û alîkariya leşkerî ji wan dixwazin. Lê diyare ku Sovyet Rûsya ji roja ewil de germ nafeke Kurdistaneke serbixwe. Ji ber wê ye ku şûna ew bi xwe bi Kurdan re hevdîtinan bikin, pitirê xwe rayedarên Ezerbeycanê bi Kurdan re dikin mûxeteb. Ev jî nîşana wê ye ku polîtîkayên Rûsya yên di derbarê Kurdan de bi awayekî erênî nehatiye guhertin. Lê Kurd dîsa di wê demê de jî bêçarene û divê ji xwe re piştgiriya polîtîk û alîkariya leşkerî peyda bikin. Çi belgeyên wê demê yên di derbarê naveroka hevdîtinên rûspiyên Kurdan û rayedarên Sovyet Rûsya de di destê me de nînin. Di navbera wan de tam çi hatiye axaftin em nizanin. Lê mijar her li ser Kurdistaneke serbixwe û pêşeroja Kurdan û piştgiriya Rûsya ye. Lê belê di hinek belgeyan de dibêje ku niyeta Sovyet Rûsya ew e ku Kurdan girêdayî Ezerbeycanê bikin. Rayedarên Rûsya wê demê ji Kurdan re dibêjin ku ji bû Kurdistaneke serbixwe hêj zû ye û ya baş ew e ku Kurdistan di nava tixûbê Ezerbeycanê de bimîne. Vê jî bi riya serokwezîrê demê yê Ezerbeycanê ji Kurdan re radigihîne. Lê belê Kurd jî vê napejirînin û di sala 1946’ê de Komara Mahabadê ava dikin. Tê gotin ku Rûsya alîkariya hinek çek daye Kurdan. Lê belê çekên Kurdan bi piranî yên ji leşkerên Îrana di Şerê Cîhanê  yê Duyem de binketî mane erdê ne. Aloziya petrolê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem destpê kirî, dewletên mezin bênavber têxe di nava lêgerîna dîtina xarên petrolê yên nû de. Emerîka û Brîtanya dikevin di nava hewldanên destxistina xarên petrolê yên Îranê de. Sovyet Rûsya jî bi heman mejiyê mêtîngerî dikeve di nava hewldana destxweve anîna petrola Îranê. Ji ber vê jî Sovyet Rûsya him ji bo bandora xwe li ser Îranê çêbike û him ji bo destxweve anîna xarên petrola Îranê, têkiliyên xwe yên diplomatik bi Îranê re ji nû ve zindî dike. Piştî hevdîtina rejîma Îranê û Sovyet Rûsya, di 9’ê Gulana 1946’ê de Radyoya Moskowa bi awayekî fermî bangdihildêre û dibêje Sovyet Rûsya çi piştgiriya Komara Kurdistanê nake.