Dilyar CIZÎRÎ
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve û di demeke ku li tevahî Sûriyê aloziya herî mezin dihate jiyankirin, karîbûn sîstema xwe ya demokratîk ava bikin û aştiyê li tevahî herêmê pêk bînin. Ev sîstema ku hêza gel nîşan dida, ne li gorî xweşiya desthildara û dagirkeran bû. Ji lewma êrîşên hovane pêk hatin. Ev êrîşên ku ji heman çavkaniyê pêk dihatin di bin navên cûda de dihatin meşandin. Ji komên di bin navê Artêşa Azad de bigire û heta El-Nusra, DAIŞ û herî dawî êrîşên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê û Girê Spî bû. Di van êrîşan de jî gelê herêmê bi awayekî hevgirtî û yek destî li ber xwe dida û destkeftiyên mezin bi dest dixistin. Niha û di dema Şoreşa Sûriyê ketiye sala xwe ya dehan de tu kes nikare destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ne dîtî ve hesab bike.
Di vir de çima me pêwîstî pê dît ku em wan destkeftiyan bi bîr bixin, ji ber em berhsa destkeftiyên Berxwedana Rumetê ya Serêkaniyê û Girê Spî dikin. Dewleta Tirk bi alîkariya hezaran çeteyan û bi sîlahên NATO yê herî pêşketî ev êrîş pêk anî. Bê guman mirov nikare di aliyê leşkerî û teknîkî de hêzên ku şerê hev dikin bîne ber hev, lê tişta em dixwazin bi bîrbixin, tevî hemû derfetên kêm, beranberî dewleta Tirk berxwedanek dîrokî û bi rumet tê kirin. Raste Serêkaniyê, Girê Spî û herêma di navbera wan de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, lê yê biser ket ne ew bûn, gelê kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyê ne.
Dibe hinek kes bi vê gotina min bikenin û henekê xwe bikin, lê bila baş bizanin, wê rojek were, ewê ji wî kenê xwe şerim bikin, ew roj jî ne pir dûr e. Ezê hewl bidim di vê nivîsa xwe de ji wan re niha rave bikim çima!. Raste Serêkaniyê û Girê Spî di aliyê leşkerî de dagirkirin, lê di aliyê dîplomasî û siyasî de gelek derî ji Rêveberiya Xweser û MSD’ê re hatin vekirin. Hevdîtinên herî dawî ku fermî di navbera wezaretên hin welat û şandeyên siyasî yên herêmê de hatin kirin li ber çavan bû. Ya ji vê girîngtir jî doza Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket rojeva hemû cîhanê û piraniya gelan piştgirî dan Rêveberiya Xweser û Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Ev pişgiriya civakî û vebûna deriyên siyasî û dîplomasî ne tiştekî wiha bi hêsanî pêk tê, ev berhema Berxwedana Rumetê ye. Di demên pêş de jî wê encamên wê yên erênî derkevin holê. Dema hilbijartên welatên mezin ên cîhanê wê ev diyar bibe. Partî û siyasetmedarê li kîjan welatê cîhanê be jî ku pişgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike wê di hilbijartinan de piwanan bi dest bixe. Cîhan wê ji bîr neke ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê birayên Erdogan El-Nusra û DAIŞ ên li ser hemû cîhanê xetir in, têk birin. Bê guman qehremanên Berxweda Baxoz, Reqa, Dêrazor û her wekî din wê karibin rojekê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî rizgar bikin.
Lê tişta niha ji welatiyên me yên ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, tê xwestin, li ser esasê baweriya azadî nêzîk e, tekoşîna xwe dewam bikin. Beriya ez vê nivîsa xwe jî bi dawî bikim, dixwazim tiştekî bibîr bixim, bi rastî jî gelê me yê koçber ku em wan di kampan de dibînin, wê yekê pêk tînin. Di kampa Waşokanî de wekî mînak rêxistinkirina civakê bi meclîs û komînan mînaka wê ya zindî ye.