Zekî BEDRAN
Hevalbendiya Erdogan bi DAIŞ û el-Nusra re ji aliyê kesên ku şerê li Sûriyê şopandine ve baş tê zanîn. Gotinên nûnerê Emerîka li Sûriyê, Mc Gurk, di vê mijarê de pir eşkere ne. Ji ber ku ew li Sûriyê bû û gelek hewl dabû ku têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê bibire û sînor bigire. Erdogan wê demê sînorê Tirkiyê ji çeteyan re vekiribû û bi her awayî piştgiriya wan dikir. Dema DAIŞ ji sînor hat derxistin û ket bin çavdêriya hêzên YPGê, Erdoxan sînor girt. Lêbelê, bi vê yekê tenê jî têr nebû, di navbera Tirkiye û Sûriyê de dîwar jî lê kir.
Siyaseta dij-kurd û xwefirehkirinê bi êrîşkirina Suriyê re derket zîrweyê. Her ku dewletên herêmî lawaz bûn, Erdogan ji vê yekê sûd werdigirt û lez da polîtîkayên xwe yên berfirehkirinê. Niha jî dixwaze şandina leşkeran ya Lîbyayê fermî bike. Di pratîkê de, wî çek û her cure piştgirî ji hukûmetê re li Trablusê dikir. Lêbelê, dema ew beşên ku hevkariya wan dikir tengav bûn, êdî hewl da ku rasterast leşkeran bişîne. Welatên Ereb li dijî van polîtîkayên Tirkiyeyê ne. Beşek girîng a Rûsya û Ewropa, bi kurtî, hemî hêzên naskirî, li dijî berfirehbûna dewleta Tirkiyê û şerê navxweyî yê Lîbya û pêşdebirina şer in. Her wiha Tirkiye li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên qedexeya hinartina çekan ji bo Lîbyayê jî tevnagere.
Hevalbendiya Erdogan bi DAIŞ û el-Nusra û rêxistinkirina Ixwan Islam re, ji aliyê çavdêrên siyasî ve her tim dihat bilêvkirin. Derbarê vê mijarê de pir agahî û belge hene. Tiştê ku Mc Gurk dibêje eşkere ye. Piraniya belgeyan di destê Rusya de ne. Erdogan niha jî El Nusra li Idlibê diparêze, berdevkî û parêzvaniya wan dike. Dewleta Tirk çima diwanzdeh çavdêrên leşkerî li derdora Idlibê danîn? Erdogan hewl dide oparasyonên Rusya bide sekinandin. Demagojiya; bila sivîl nemrin koçberên nû çênebin, dike. Eger ew çend mirov û aştîxwaz e, çima êrîşî deverên mîna Efrîn û Serêkaniyê kir û bi sedhezaran kes ji warên wan derxistin! Dibêje me bi hukûmeta fermî ya Lîbyayê re peymanek çêkir, çûyîna me rewa ye. Lê rêveberiya Esed jî li Sûriyê fermî ye. Çima Erdogan wî nas nake, wî mêrkuj yan dîktator îlan dike!
Erdogan pirsgirêkek yan prensîbeke wî ya bi navê dad û hiqûqê nîne. Ew siyaseteke nijadperest, faşîst û berfirehparêziyê temsîl dike. Yên xwedî vê zîhniyetê bin ti têkiliya wan bi gelan yan dadê re nabe. Erdogan, Tirkiye zîvirandiye dojehê, bi tasfiyekirina hemû destketiyên demokratîk re mijûl e. Kurd li her deverê, tevî Sûrî, bi qirkirinê re rûbirû ne.
Erdogan hewl da Artêşa Sûriya Azad wek opozisyona Sûrî pêşkêşî qada navdewletî bike. Dûv re navê SMO li wan kir û ji xwe re kirin leşkerên bi pere. Yên ku dixwestin şoreşê li Sûrî çêkin yan jî guhertina rejîmê diparastin û ji xwe re digotin muxalefet, niha ketine binê fermana Erdogan. Erdogan ew dan pêşiya leşkerên xwe, li Girê Spî û Serêkaniyê bi cih kirin û anîn rewşeke dagîrker. Ji bo ku leşkerên Tirk nemrin weke mayîna keran bi kar anîn. Niha jî hin kesên li ldlibê û yên bi navê SMO, ku berê wek DAIŞ û el-Nusra bûn û ji ber wan mane, nûçeyên şandina wan ya Lîbyayê di çapemeniyê de tê belavkirin.
Êdî rêvebirin, bikaranîn û rêzantiya Erdogan ji Ixwan Islam, DAIŞ û El-Nusra re fermî dibe. Bi dayîna çend diravên zêde ya van mirovên ku piraniya wan belengaz in, wan dike pengek hêsan ji polîtîkayên xwe ên dagîrker û berfirehparêziyê re. Jixwe ev komên ha li ti cihî rewatiya wan nemaye. Yên xwedî nasnameyeke siyasî yan navdar jî bûn ji wan dûr ketine.
Sûriye li çareserî û aştiya navxweyî digere. Wê Rûsya roleke çawa bilîze, girîng e. Ji ber ku DYE naxwaze di vê mijarê de li pêş be. Rûsya hebûna xwe dispêre hukûmetê û dixwaze demdirêj bimîne. Ji ber wê helwesta Rusya pir girîng e. Lêbelê têkiliyên wê yê bi Tirkiyê re ji bo Sûriyê rîskeke mezin e û ne diyariyê bi xwe re tîne. Erdogan her gava ku neçar dimîne xwe davêje himbêza Pûtîn. Ew ji bo ku li desthilatdariyê bimîne û Kurdan qir bike, her tawîzê dide. Eger Rûsya, Şam, Kurda û rêveberiyên rojhilat û bakurê Sûrî li hev bîne da ku yekîtiyeke demokratîk ava bikin û dagîrkeriya Tirkiyê bi dawî bikin û derketina hêzên din ên biyanî bi lez bike, wê bandorek erênî li ser tevahiya herêmê bike. Ev rêça yekane ye ku pêşî li tevlîhevkirina Erdogan ya ji Sûriye re be. Divê Sûriye bixwe biryara pêşeroja Sûriye bide. Divê Rûsya jî bibe katalîzrê vê yekê.






