QASIM ENGÎN
Navê saziyê Neteweyên Yekbûyî ye lê di nava vê saziyê de ji bo Kurdan cih nîne. Berovajî saziya bi navê Neteweyên Yekbûyî, sond xwariye ku di qirkirina Kurdan de cihê xwe bigire.
Berî ku dewleta tirk bi faşîstê xwe Erdogan û Bahçelî erîşa bîne ser Bakurê Rojhilatê Suriye û bi sedan mirovan bikuje, bi hezaran mirovan bîrandar bike û bi sedhezaran jî bide koçkirin, Erdogan di rûniştinên NY de li navenda wan ya New Yorkê bi awayekî eşkere nexweşeya Bakure Rojhilatê Suriye derxist û nîşan da ka wê çawa wan deran dagî bike û mirovên li wir dijîn bi zorê dexe.
Bêguman di vê civîna NY de NY pêjirand û rê da Dewleta Tirk ku Kurdan weke sed salên berê di qirkirinê de derbas bike. Di avakirina komisyona destûra Suriye de bi tevlînekirina endamên Rêveberiya Xweser ya nûnertiya 5 milyon kesî dike jî me ev dît.
Dema dewleta tirk ya qirker bi serokê xwe yê faşîst erîşê Bakurê Rojhilatê Suriyê kir û bi sedhezaran mirov bi darê zorê dan koçkirin jî, serokê rêxistina bi navê Neteweyên Yekbûyî çû Stenbolê û faşîstê bi devê wî ji xwîna Kurdan tijî di makamê wî de ji bo kuştin û koçberkirina Kurdan spasiya wî kir.
Ew qas sosret bes nebûn pişt re jî Erdoganê devbixwîn, katilê zarokan û berpirsê koçkirina bi zorê ya sedhezaran li Bakurê Rojhilatê Suriyê, wek axaftvan dawetî civîna penaberan ya li Cinêv kir. Li wir jî di axaftina xwe de bi awayekî eşkere û bêşerm nîşan da ku Kurd, Ermen, Asûr-Sûryan-Kildan û Ereban hê pirtir bide koçberkirin.
Bêguman em hîç behsa dagîrkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û girtina bi hezaran Kurdî û endamên partiyên siyaseta demokratîk jî nakin.
Ev rejima faşîst weke dema Hîtler erîşî gelan dike û her roj hina ji wan dikuje û bi darê zorê wan ji cih û warên wan derdixe. Lê Neteweyên Yekbûyî digel saziyên xwe û serokê xwe piştgiriya Hîtlerê demê dike.
Ji ber wê êdî saziyeke bi navê Neteweyên Yekbûyî ji bo Kurdan nemaye, saziya heyî bûye saziya Dewletên Yekbûyî. Êdî derketiye holê ku ev sazî berjewendiyên dewletan diparêze. Yên xwedîdewlet mafê wan heye ku bijîn û talan bikin, yên bêdewlet yek mafê wan heye ew jî, kuştin, derbederbûn û kolebûyîna wan e. Ev jî zagona dewleta tirkan e, ku dibêje, yan tuyê ji bo tirkan bibî xulam, yan jî ji bo te mafê jiyanê nîne!
Em ji bîr nekin ku, heman dewleta faşîst li ber çavê cîhanê di jêrzemînên Cizîrê de bi sedan mirovên sîvîl û bêparastin kuştin, pişt re jî benzîn bi wan de kirin û bi hovîtî şewitandin.
Ji van wêdetir sûcên li dijî mirovayiyê çawa dibin?
Ji kuştina zarokên Til Refetê wêdetir çi sûcên giran yên li dijî mirovayiyê hene?
Ji sûcên li dijî mirovayiyê, yên weke qirkirina bi talan û lîstina demografiya Efrînê, heta yên li Serêkaniyê û Grêspî de yên bi destê dewleta Tirk ya faşîst hatîn kirin wêdetir çi dibe sûcê li dijî mirovayiyê?
Di serî de Antonio Guteres, bila saziya wî ya bi navê Neteweyên Yekbûyî ku xwe kiriye Dewletên Yekbûyî bersiva van pirsan bidin.






