Farûk SAKIK
Dema ku ew xûtê li hundirê mirovan şiyar bû, bi tu awayî pêşî lê nayê girtin. Tişta ku vî hutî hişyardike jî ‘hêz’ e. Dîrok bi dîktaorên ku bi hêza xwe jehrî bûne û mirovahî di nav xûnê de hiştine tijiye.
Çêrokên wan dîktatoran bi giranî dişibin hev. Hin kesayetiyên wan yê wek hev henin. Hevdû emsal digirin. Dema ku hêdî hêdî desthilatdariya xwe mîsoger dikin, di destpêkê de erişî mixalifên xwe dikin.
Dema ku dîktator, di nav dewlemendiyek bi şatafat de dijîn, gel jî di bin belengaziyê de, rojên dijwar dijî.
Gelek dîktator, herçiqas aqûbeta dîktatorên berê bizanibin jî, ew bawerdikin ku wê tu carî ev desthilatdariya wan bi dawî nebe. Her wekî ku pêşeroj tunebe, zilim li ser zilmê dikin.
Dive ku hin dîktator bê ku bedelên kiryarên xwe bidin, ji vê dinyayê koç kirine, lê gelek ji wan, ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê, cezayê mezin girtinin. Cezayê ku heq kirine girtine. Gel biryara cezayê wanê dawî daye.
Di dîrokê de gelek dîktatorên ku bi sandoqê hatinin desthilatdariyê henin. Di destpêkê de hêviyên mezin didin gel û xwe jî wek rizgarker didin nîşandan. Ji ber vê yekê ev dîktator, dema ku hatin desthilatdariyê, ji aliyê rayagiştî vê bi hêviyek mezin têne pêşwazî kirin.
Ev dîktator dema dibûn desthilatdar, zilm û zextên li ser gel, avakirina tirs û xofê derdixistin esta herî jor. Bi xeyalperestiya xwe, qedera welatê xwe dikirin bin talukeyên mezin.
Ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe, kuştin, wendakirin, îdam, lînç siyaseta wan ya sereke bû.
Hemû dîktator dişibiyan hev û aqûbeta dawiya wan jî dişibiyan hev.
***
Erdogan, di sala 2002’an de ew jî bi sandoqê hat desthilatdariyê. Lê hin kesan jî gotin di şerê cîhanê sêyem de wek fîgurek li rojhilata navîn, di nav civaka îslamî de hatî erkdarkirin û serokomariya wî jî ji berê de hatî plankirin.
Di destpêka desthilatdariya xwe de, ji bo xwe bide îknakirin, hemû hirs û nîyeta xwe ya esas, ji bo demek paşvexist.
Lê roj bi roj êdî ruyê wî yê rast, yê veşartî eşkere dibû.
Di dema wî de, zarok hatin qetilkirin. Di dema wî de, kuştina jina derket lutkeya herî jor. Di dema wî de, hemû mixalif yek bi yek hatin zîndan kirin. Di dema wî de, komkujiyên wek Roboskî, Gara Enqerê, Pirsûs û gelek komkujiyên dinan pêkhatin. Di dema wî de, bajar û gundê kurdan hatin rûxandin. Di dema wî de, sansora herî mezin danî ser çapameniyê û çapameniyek li gor dîktatoriya xwe dîzayin kir. Di dema wî de, eriş birin ser rojavayê Kurdistan û demografiya heremê hat guhertin. Di dema wî de, operasyonên qirkirinê yên siyasî pêkhatin. Di dema wî de, di derheq akademisyenên de doz hatin vekirin. Di dema wî de, bi sedhezaran kes cîh warê xwe terk kirin û wek penaber derbasî dewletên ewrûpa bûn. Di dema wî de, çiyayên Kurdistan heroj hatin bombebarankirin. Di dema wî de, bi hevkariya DAÎŞ re mirovahî bi hovitiyek dijwar re rûbirû ma. Di dema wî de, darbeyek mîzansel pêkhat û ev ji xwe re wek lutfek ji xwedê dît û Tirkiye û Kurdistan kirin gola xûnê. Biryar û fermana van kiryaran Erdogan dabû.
Erdogan;
Bi kiryarên xwe yên jenosîdê dişibe Hitler,
Bi hewldanên ji nû de zîndîkirina daxwazên xwe yên Neo-Osmanî, dişibe Mussolini.
Bi siyaseta xwe ya qirkirina etnîk û neyartiya cînaran dişibe İdi Amin.
Bi daxwaza xwe ya ku Tirkiye û li Rojhilata Navîn bike wek Yugoslavya, dişibe Sloba Mîlosevîç.
Tê zanîn berxwedana gel ji hêz û zilma dîktatoran diha mezintire. Wê aqûbeta wî dawiya wî jî wê wek dîktatorên berê di demek kurt de were dîtin.
Êdî nayê zanîn wê bi qanûna îdamê ku dixwaze derxe, were îdam kirin. Nayê zanîn ku wê li sirgunê di sefaletek de jiyana xwe ji dest bide. Nayê zanîn wê rojek guleyek berî serê xwe bide û întihar bike. Nayê zanîn wê ji aliyê gel ve were lînçkirin. Nayê zanîn wê ji welat bazbide.
Lê tê zanîn wê taqez aqûbeta dîktatorên berê bijî. Wê dawiya Tayyîp Erdogan jî wek dawiya dîktatorên dinan be.






