Kemal NECİM
Planên ku dagîrkeriya Tirkiyê hevparê wan e, dîsa li Sûriyê bûne sedema pêvajoyeke din a tundî û dijwariyê. Herwisa bombebarankirin, kuştin, koçeberiya girseyî ket rojeva civaka Sûriyê û weke ku alozî nû îro dest pê kiribe, pir pêvajo vegeriyan xala sifir`ê.
Volkan dema ku dikele û diteqe, ranaweste heta ku ji bingeh û di kûraniya volkanê de sar nebe. Dibe carna weke ku sar bûbe xuya bike, lê eger ji kûrahiyê de hîna dikele, wê her rojekê ji nişka ve dîsa biteqe.
Li Sûriyê jî carna weke ku volkan sar bûbe û jiyan aram bûbe tê xuyan, lê ya rastî ew e ku agir hê di hundir de dikele û wê her biteqe.
Piştî plana qirêj a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê û dagîrkirina Serêkaniyê û Girêspî, her wiha peyman û lihevhatinên paşê hatîn çêkirin, di navbera Tirkiyê û Rûsiya, Tirkiyê û Emerîka de, hat xwestin ku ev hêzên desthilatdar û dagîrker rewşeke wiha diyar bikin ku wê aloziya Sûriyê nerm bibe, tundî kêm bibe û pêvajoya çareseriyê hêsantir û leztir bibe. Lewma bi bayê bezê dîsa planên navdewletî ketin rojevê. Li aliyekî piştgirên pêvajoya Cinêv`ê lez dan xebatên komîteya makezagonê, li aliyê din jî alîgirên Suçi û Astanayê (dewletên garantor) xwestin planên xwe dîsa zindî bikin û bixin rojevê. Lê volkana ku di hundir de dikele, eger ji bingeh ve sar nebe, wê her li ber teqînê be.
Civînên komîteya makezagonê çawa dest pê kirin wisa jî bê encam xetimîn. Civîna astanayê jî volkana ku dikele der kir û dîsa teqiya.
Çawa ji destpêka aloziyê ve cihê ku destê Tirkiyê gihiştiyê aloztir bû, niha jî wisa ye. Pêvajo û planên ku Tirkiyê hevparê wan e, li Sûriyê sedema tundî, kuştin û koçberiyê ne.
Îro bazareke din li meydanê ye; Tirkiy, mîna bazirganekî, tişta ku bi salan kiriye, berhev kiriye û pereyên xwe pê dane, wê yeko yeko bifroşe. Tişta ku bi 9`an kirî, wê bi 10an bifiroşe. Lewre bikir pir in, eger Amerîka nekire wê bifroşe Rûsya yan dewletin din.
Rûsya di çarçoveya stratejiyeke demdirêj ya rojhilata navîn de û li dijî desthilatdariya Emerîka û welatên din ên rojava, wê çi bikeve destê wê bikire. Ji Tirkiyê, ji Îranê û ji rejîmê, yan jî bi darê zorê bibe, ji bo wê planeke stratejîk e. Jixwe rejîm di nava van bazaran de bêbiryar e, hêza wê ya biryarê jî nîne. Tişta ku li ferhenga siyasî ya rejîmê zêde bûye peyva “Tirkiye Dagîrker e”. Çawa ev 60 sal in dibêje “Israîl dagîrker e.”
Ji ber van sedeman pêvajoya diyaloga hundir pêş nakeve. Ne mijara komîteya makzagonê, ne jî hevdîtin û diyaloga bi rêveberiya xweser û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê re pêş dikeve. Rûsya û Tirkiyê heta ku bazara wan bi dawî nebe wê rê nedin ku ev pêvajo pêş bikeve.
Li Sûriyê pêvajoyên din tev rawestiyan û meydan niha agir û şer e. Çiqas sivîl wê bên kuştin, çiqas koçber bibin, ev ji bo ti aliyan ne derd e. Jixwe qaşo aliyên ku xwe wek parêzvanên gel nîşan didin û bi navê gelê Sûriyê dipeyivin bûne hevparên vê planê. Rikberiya Sûriyê di nava plan û bazarên Tirkiyê de bêbiryar e.
Halê hazir wê Tirkiye tişta di tûrikê wê de hemûyan nefiroşe, ango wê Idlibê bi temayî nede Rûsya. Rejîm û Rûsya wê heta sînorekî ku li Astanayê hatiye diyarkirin li Idlibê pêş bikevin. Paşê dibe ku careke din pêkenoka komîteye makzagonê bikeve rojevê. Her wiha mijara Rojhilatê Feratê wê careke din bikeve rojevê. Tirkiyê hê derbarê mijarê de helwesta xwe ya dawî diyar nekiriye. Helwesta Emerîka û welatên Rojava jî şêlo ye.






