Cîhana me kaos ango aloziyek mezin dijî. Avabûn di kêliyên navbera kaosan de rû didin. Hêzên qaşo hegemonîk jî tam di van navberan de hewldidin guherînan ji bo berjêwendiyên xwe pêkbînin.
Em bizanin ku, di van kêliyan de tenê gavek di cih de dihêle ku bandorên gelek mezin bi xwe re bîne. Bi gotinek din, di kêliyên navbera kaosê de caran hejandina baskekê pepûleyekê li wî aliyê Çînê, dihêle ku vî aliyê Okyanûsa Atlantîkê de Tûsanamî rabin. Vê yekê jî him hêzên hegemonîk him jî hêzên dagirker dizanin.
Îro di Rojhilatanavîn de –bi taybet jî li Kurdistanê-em tam rewşek navbera kaosê de derbas dibin û dijîn. Bi gotinek din, li Kurdistanê de kêliyên avabûnek nû tên jiyîn. Gavên mezin yên ku di rastiya xwe de kesekî bawer nedikirin di rewşek wiha de hatin avêtin. Lê di heman demê de eger ewqasî êş, nakokî, alozî, tevlêhevî jî tên jiyîn, bi vê rastiyê ve girêdayî ne.
Erê, îro li Kurdistanê rojên çarenûsê tên jiyîn. Rojên tarî û rojên ku xwîna me dimêtin êdî derbas dibin. Bi gotinek din rojên azadiyê tên jiyîn. Vê jî herî zêde hêzên ku êş û elem li ser me ferzkirin e, hêzên mêtinger yên ku her roj em kuştin e dizanin.
Di van kêliyên dîrokî yên ku ketine destên me de -em bizanin ku ev kêlî her tim rû nadin- emê çawa tevbigerin?
Emê çawa bikin ku îcar xwe ji destên mêtingeran xelasbikin?
Çi pêwîste ku em wek gel di van kêlîyên dîrokî de bikin?
Serî de pêwîste em bizanin ku hêzên mêtinger jî dizanin îro em rojên dîrokî dijîn. Hêzên mêtinger jî dizanin ku ew pergala mêtingerî ya ku li ser me bi alîkariya hêzên hegemonîk hatibû ferz kirin, rojên xwe yên dawî dijîn. Hêzên mêtinger jî dizanin ku êdî zengilê azadiyê ji bo me lê dide. Lê berevajî ji bo wan ango hêzên mêtinger jî zengilê cihimînê lê dide.
Rastiya ku îro tê jiyîn ev e!
Ewqas erîşên ser Kurdistanê, gelê me û gelên me ji bo vê ye. Ewqasî êşên ku em dikişînin ji bo vê ye. Ewqasî harbûyîna dewleta Tirk ji bo vê ye. Harbûyîna Baas ji bo vê ye.
Ma li Efrînê çi hebû ku dewleta qirker-mêtinger ewqasî bi zulmek mezin erîş bike? Ewqasî nirxên dîrokî hilweşîne? Ewqasî bi demografyaya Efrînê bileyze?
Her wiha, ewqasî Rojava tehdît bike?
Ewqasî erîşan bibe ser axa Başûr?
Ewqasî bi rêbazên hovane û dij mirovî biçe ser Cîzîr û Sûr?
Ewqasî nijadperestî bilind bike û êrîşî Kurdan, Ermenan, Suryanan, Êzîdiyan, Elewiyan û her wiha baskên ku guherîne dixwazin bike?
Yek sedemê xwe heye, ew jî; em di kêliyen berbanga azadî de ne. Em di kêliyên şikandina zincîra koletiyê a ku li stûyê me gerandin e.
Bi kurtahî, rojên azadî ji her demê nêzîktirin.
Tişta pêwîst ew e ku, em bizanin ka hejandina baskê pepûleyekê ji xwe re, ji me re çi tîne.
Bi hêviya ku herkes baskê xwe bihêjîne…
Qasim ENGÎN