Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roboskê wêneyê hişmendiya dewleta tirk e

27/12/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jehrkuja faşîzma Erdogan rûhê Kobanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Bi sedan sale qirkirina çandî ya spî li ser civaka kurd pêk tê. Bi qirkirinên çandî xwestine civaka kurd bê kok û reh bihêlin. Dema di siyaseta xwe ya qirkirina spî de bi ser neketine û li dijî berxwedana kurd ketine tengasiyê dest bi qirkirinên fizikî kirine û bi dehan qirkirinên fizikî pêk anîne. Komkujiya Roboskê jî yek ji wan e.

Piştî têkoşîna dehan salan a berdêl giran rêxistinbûna kurdên Bakur gihiştibû asteke bilind. Di encama wê rêxisitnbûnê de, di bin pêşengiya KCD’ê de, di 14’ê tîrmeha 2011’an de li Bakur xweserî hatibû îlankirin. Di heman demê de li Rojava şoreş û berxwedana gelê kurd a ku dest pê kiribû roj bi roj geş dibû. Lewre di 28’ê kanûna 2011’an de pêk hatina komkujiya Roboskê netesedufiye.

Komkujiya Roboskê dewama komkujiyên geliyê Zîlan, Dêrsim, 33 gule û Gurgumê ye. Lewre komkujiya Roboskê wêneyê hişmendiya dewleta tirk a dijî kurd e, wêneya trajediya kurd a sedan saliye. Yên ku bixwazin hişmendiya dewleta tirk fêm bikin û trajediya civaka kurd a sedan salan fêm bikin ev wêne têrî wan dike.

Di sala 1639’an de di peymana Qesra Şêrîn de Kurdistan bû du parçe, di sala 1923’an de di peymana Lozanê de Kurdistan bû 4 parçe. Sînorên ku civaka kurd kiribûn 4 parçe bûn sedema gelek êş û janên giran, bûn sedemên trajediyên mezin. Ev êş û jan jî bûn mijarên stran û çîrokên dilsoj, bûn mijarên fîlm û belgefîlmên xembar.

Ji wan trajediyên herî dilsojan yek di 28’ê kanûna 2011’an de li Şirnexê, li gundê Roboskê ya Qilebanê pêk hat. Civaka kurd bi jana komkujiya Roboskê, di nava xemgîneyeke mezin de sersala 2012’an pêşwazî kir.

Balafirên şer ên tirk bombe bi ser karwanê gundiyên Roskê de barandibûn. Karwan ji 38 kesî û 60 hêstirî pêk dihat. Di encama bombedûmanê de parçayên bedenên mirov û hêstiran tevilhev bûbûn. 17 jê zarok 34 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Wahşeteke nedîtî hatibû jiyîn. Beden parçe parçe bûbûn. Her parçeyek li deverkî dihat dîtin. Ji ber parçebûna bedenan malbatan cenazeyên zarokên xwe nasnedikirin. Dayikên dilsoj hewl didan ji dest, ji mil, ji pê, ji pêlavê, ji gore, ji cil û bergên ser wan zarokên xwe binasin.

24 saetên ku her saniyeyeke wê ji bo civaka kurd bi qasî salekî dirêj û tije jan û kul bi ser bûyerê re derbas bûn. Serokwezîr Erdogan, wezîrê karê hundir Îdrîs Naîm Şahîn, rayedarên hikûmeta AKP’ê, walî û fermandarên Şirnexê û çapemeniya wan a ji nirx, pîvan û exlaqê çapemeniyê dûr di nava xemsariyeke mezin de bêdeng bûn. Dixwestin wekî her carê komkujiya ku li ser kurdan pêk hatiye ji raya giştî ya cîhanê veşêrin û ser wê binixumînin.

Piştî ku çapemeniya azad di nava kêmderfetiya xwe de li gel hemû astengiyan xwe gihand cihê bûyerê û wekî wijdana mirovahiyê bi dîmen û wênayan wahşeta ku pêk hatiye ragihand cîhanê, rayedarên dewletê û çapemeniya wan a kirêt neçar man dawî li bêdengiya xwe bînin. Piştî ku dîtin nikarin hovîtiya xwe veşêrin îcar ketin nava hewladanên nixumandina wahşetê û berevajîkirina heqîqetê.

Bêguman, Erdogan karibû demildest derbikeve pêşeberê kamereyan û bi gota, li ser agahiyeke şaş ev qezaya diljoj pêk hatiye, ji malbatan lêborîn bi xwesta û hindik be jî li ber dilê malbatan bida. Lê Erdogan ev tişt nekir. Bi ser de ji serfermandarê leşkerî yê gîştî Necdet Ozel û tîma wî re spasiya xwe kir.

Serfermandarê gîştî girêdayî Erdogan bû û bêyî fermana wî ne pêkan bû wê komkujiyê pêk bîne. Spas kirina wî nîşan dida ku komkujî di çarçoveya plansaziya wan de pêk hatiye û wî bi xwe fermana komkujiyê daye.

Di heman demê de serokwezîr Erdogan bi tevî rayedar û çapemeniya xwe li kujerên komkujiyê xwedî derketin. Ji bo parastina kujeran hewl dan ku komkujiyê wekî qezayeke leşkerî ya ji rêzê nîşan bidin. Wê jî têr nekir hewl dan wan gundiyan ku piraniya wan zarok bûn “terorîst” nîşan bidin. Bi kurtahî çapmeniya hewzê di bêexlaqiya xwe de sînor nasnedikir. Karîn di manşetên xwe de bibêjin ku “34 gundî PKK dan bombekirin”. Wekî yên ku bombe barandibûn bêsûc û bêguneh bûn, yên sûcdar û gunehkar ew 34 gundiyên mirî bûn. Lê di esasê xwe de çapemeniya tirk bi mirina 34 gundiyan re mirina xwe jî nîşanê hemû cîhanê dida.

Gundiyan tenê tiştek ji rayedarên AKP’ê dixwestin. Ew jî wekî berpirsiyar lêborîn xwestin, tespîtkirin û darizandina kujeran bû. Ji ber ku serokwezîr jî di navde rayedarên AKP’ê jî şirîkên sûc bûn kujer dihatin parastin û mirî dihatin sûcdarkirin. Ew jî dihat wê wateyê ku dê tu carî sûcdar neyên tespîtkirin û neyên darizandin.

Pêvajoya lêpîrsîn û dozan bi qasî 2 sal û 7 mehan dewam kir. Wekî ku dihat payîn tu encam ji wan dozan derneket. Kujer nehatin tespîtkirin û ji kesî hesab nehat pirsîn. Li holê sûceke giran a li dijî mirovahiyê hebû. Lê yek berpirsiyar û yek bersûc li holê tune bû.

Heke ne plansaziya dewletê bûya, heke ne bi zanebûn bûya, heke weke wan gotî bi şaşî û bi qezayê bêyî hemdê wan ew komkujî pêk bihata dê berpirsiyar bihatin tespîtkirin û wekî berpirsiyar serokwezîr ji malbatan lêborîn bixwesta.

Dadgehên ku her peyameke, her hewldaneke, her tweeteke gundiyên dilsoz dikirin mijarên dozan û dikirin hinceta cezayan, û ji bo êrîşa li dijî qaymeqam demildest doz vedikirin û bi dehan gundiyên dilsoj digirtin û li wan ceza dibirîn, komkujiya 34 kurdî nedikirin mijarên dozên xwe û nedikirin sedema cezakirina tu kesî.

Dozger, dadger û dadmendiya Tirkieyeyê bi biryarên xwe careke din nîşan didan ku li vî welatî kuştina kurdan her tim rewa ye û tu kes ji ber kuştina kurdan nayê darizandin û nayê cezakirin.

Rayedarên AKP’ê û dadgehên wan bi hemû hêza xwe hewl bidin kujeran veşêrin. Lê gundiyên Roboskê û civaka kurd qatilên xwe baş dinasîn. Ên siyasî û ên leşkerî, ji jor heta jêr, yên ku destê wan di nava wê komkujiyê de ne yek bi yek tên zanîn. Dê li benda roja hesab dayîna xwe bin.

Bêguman, Erdogan û tîma xwe dixwazin gundiyên Roboskê û civaka kurd dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berdin û komkujiyê jibîr bikin. Ji bo wê jî her roj gefan li gundiyan û li civaka kurd dixwîn.

Yên ku di komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin zarokên me û birayê me bûn. Ew ji ber ku kurd bûn ji bo bêdengkirin û çongdanîna civaka kurd hatin qetilkirin. Jana dilê wan malbatan jana dilê hemû civaka kurde. Lewre her kurdekî xwedî rûmet hewceye tu carî komkujiya Roboskê jibîr neke û mil bide têkoşîna wan malbatên dilsoj.

Emê tu carî Roboskê jibîr nekin. Jibîrkirin xiyanete.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.