Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi Qasî Dûrbûna Qiraxan, Ava Lîbya Kûr E!

28/12/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs henan

Di 27ê Mijdara derbasbûyî de Erdogan û hikûmeta ixwan mislimîn a Serrac du rêkeftin imze kirin. Yek ewlehî û hevkariya leşkerî, ya duyemîn jî; diyarkirina herêmên serweriya deryayî yê herdu aliyan bû.

Rêkeftina Erdogan-Serrac aloziya li herêmê kûrtir kir û hemû welatên li ser qiraxên deryayê spî bi xwe re xistin nava aloziyê. Taybet Qibris, Yonan û Misir. Dewleta Tirk a ku derdê wê berfirehkirina serweriya li herêma rojhilatê deryayê spî û Afrîqyayê ye, idia dike ku; mudexeleya wê ya rojhilatê deryayê spî û lêgerîna wê li jêderên gaz û neftê, mafekî wê ya rewa ye û li gorî zagonên navdewletî ew maf parastî ye?!

Çawûş Oglo; wezîrê karê derve yê Tirkiyê dibêje; lêgerîna li van jêderan mafekî serweriyê ye. Heman wezîr di gotara xwe de êrişî rêkeftina sala 2013`an a di navbera Misir û Qibris de dike û weke derqanûnî bi nav kir.

Misir û Qibris di sala 2013`an de bi mebesta sûdwergirtin û parvekirina jêderên xwezayî yên li xeta herêma sade aborî ya di navbera herdu welatan de li rojhilatê deryayê spî, rêkeftina diyarkirina sînorên deryayî imze kirin. Ew rêkeftin, li gorî rayedarên herdu welatan; li ser bingehên rêgez û prensîbên zagonên navdewletî û bi taybet qanûna NY ya deryayan ya sala 1982`an hatiye muhrkirin. Li gorî vê rêkefina Misir û Qibrisê, lihevkirina Erdogan û Serrac li dûrî qanûnan e û li dijî berjewendiyên Misir, Qibris û Yonanê ye.

Di esas de ti sînoreke deryayî ku Tirkiyê û Lîbya bikaribin qirax û herêma sade aborî a herdu welatan diyar bikin nîne. Ancax Tirkiyê vê yekê di ser beşa Qibris a dagir kiriye de bike. Ango di ser wê re mudexeleyî jêderên gaz û neftê yên li rojhilatê deryayê spî bike. Di vê herêma ku Erdogan û Serrac li ser li hev kirine de, girava Kirît a Yonanî ku di navbera herdu avên Tirkiyê û Lîbya de ye, heye. Ew girava Yonanê Kirît, di rêkeftina Tirkiyê û Lîbya de ji nedîtîve hatiye. Qey mirov dibêje aliyê cografîk de hemû mesafeya deryayî navbera Tirkiyê û Lîbyayê de, herêmên serweriya Erdogan in? Ji lew re; li gorî rêkeftin, lihevkirin û qanûnên navdewletî, rêkeftina Tirkiyê û Lîbyaya Serrac, derqanûnî û ferzkirina rewşeke nû ya aloziyê bi zorê ye. Ango bi rêbazên qursantiyê ferzkirina serweriyê ye.

Tirkiyê û Erdogan difikirin bi rûyê dîtir ê rêkeftinê, dikarin destwerdana rojhilatê deryayê spî bikin û deriyê Afrîqyayê li gorî çilekiyên xwe yên misaqa millî vekirî bihêlin. Her wiha plana Tirkiyê ew e ku; bi destwerdana hundirê Lîbya û itîfaqa berê ya bi Sûdanê re, serweriya xwe li ser jêderên gaz û neftê yên rojhilatî deryayê spî ferz bike û hêza Misrê ya li herêmê û Afrîqyayê dorpêç bike. Ji bo vê yekê jî, ev bû demeke bi Rûsya û hinek welatên ereb yên weke Tunis re di nava itîfaq û lihevkirinan de ye.

Bi Rûsyayê re li Idlibê, li ser Lîbya û bakur û rojhilatê Sûriyê li hev dike. Bi Tunis a ku hikûmeta El-Nehda ya ixwan mislimîn bi rê ve dibe re li ser riya veguhestina çeteyên DAIŞ û ElNusra itîfaq dike. Daxuyaniyên hinek rayedarên Rûsyayê diyar dike ku bazara Erdogan ne li gorî dilê wî ye. Rûsya diyar kiribû ku; nabe ti aliyek sêyemîn mudexeleyî Lîbyayê bike. Diyare helwesta Rûsya li Lîbya ya li kêleka General Hefter, li dijî niyetên Erdogan ên li kêleka hikûmeta Serrac a ixwan mislimîn e. Bê guman Lîbya nabe Sûriyê. Asta berjewendiyên hêzan li wê herêmê naşibin ên li Sûriyê. Lîbya ji bo Misir, Israîl, Qibris, Yonan, Îtalya û welatên dîtir ên YE, meseleyek ewlehiya neteweyî ye. Erdogan çawa ku toreya xwe davêja ava Sûriyê, wê nikaribe heman toreyê bavêje ava Lîbya. Bi qasî dûrbûna qiraxan ava Lîbya jî kûr e!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.