Sîpan Şînda
Hefteya borî me dest bi rêzenivîseke nû kir. Emê polîtîkayên Rûsya li ser Kurdan yên vê sedsala dawî hinekî analîz bikin. Piştî Şoreşa Cotmeha 1917an Rûsya, doz û daxwaziyên ku heta wê rojê ji Osmaniyan dikirin dan aliyekî û peymanên eşkere-xef yên di navbera Çarê Rûsya û Dewletên din yên alîgir de hatîn destnîşankirin, hemî de-facto betal kirin. Di nava wan de Peymana Syks-Pickot û Protokola Petrograd ya di 1916’an de hatîn pejirandin jî hene. Li gorî vê peyman û protokolê pareke mezin ji Kurdistanê gihatibû Rûsya. Lêbelê Rûsya heta wê rojê -li gorî dîroknivîsên Tirkan “Mesela Şerqê”- her û her bi taybetî pirsgirêka Ermeniyan di rojevê de digirt û li ser vê disekinî. Ewqas girîng didît ku di Peymanên Ayestefanos û Berlînê de yên 1878’an hatîn destnîşankirin, mafê Ermeniyan û paşroja wan xistiye her du peymanan de jî. Lê piştî Şoreşa Cotmehê polîtîkayên Rûsya yên bi Tirkan re ji binî hatine guhertin. Êdî ne neyar, wek hevkarekî ji wê rojê ve nêzîkî Tirkan dibe û piştgiriya wan dike. 16ê Adara 1921’ê bi Tirkên hê nebûyîn dewlet re jî Peymana Moskowa destnîşan dikin. Ev ji nîşana destpêkeka nû ye. Polîtîkayên Sovyet Rûsya yên li ser Kurdan jî li gorî giyanê vê dema nû tê honandin. Delîla vê polîtîkayê ya yekemîn jî komkujiya sala 1921’ê ya li himberî Serhildana Qoçgirî ye. Sovyet Rûsya vê komkujiyê ji nedîtî ve tê û bêdeng dimîne. Ji wê rojê ve ne li Tirkiyê tenê, herwiha li Îran, iraq û Sûriyê jî li hemberî komkujiyên li ser Kurdan heman polîtîka şopandina û bêdengmayînê didomîne. Di Serhildana Şêx Seîd ya 1925an de ji deh hezaran zêdetir Kurd tên kuştin, lêbelê Rûsya bertekeke dîplomatîk jî nade Tirkiyê. Herwiha di Serhildana Agirî -1926-1930- û komkujiya Geliyê Zîlan de -1930-, di komkjjiya Dêrsimê de -1937-38- ji Sovyet Rûsya ti deng derneketine. Jixwe Sovyet Rûsya Tirkiye wek “şoreşger” dibîne, serhildanên Kurdan bi devê dîroka Tirk ya fermî şîrove dike û wek hevkarekî komara tirk yê xef tevdigere. Ew jî daxwaziyên Kurdan yên neteweyî wek îdeolojiya tirk ya fermî, wek daxwaziyên paşvero, feodal, olî, lîstokên emperyalîstan dibîne. Bi kurtayî di navbera her du Şerên Cîhanê de polîtîkayên Sovyet Rûsya yên derbarê Kurdan de, jinedîtînvehatin û bêdengmayîn e. Heta di pişt perdê de ji aliyê polîtîk û dîplomatîk ve piştgiriya qatilên Kurdan kiriye. Girêdayî vê polîtîkayê, Kurdistana Sor a Otonom ya li Laçînê sala 1923yan hatiye avakirin. Piştî 3 salan, ji bo xatirê têkiliyên wan yên dostane yên bi cîranên wan Tirkiye-Îranê re, ji aliyê Sovyet Rûsyayê ve Otonomiya Kurdistana Sor tê betalkirin. Piştî vê jî Sovyet Rûsya Kurdên li Kafkasyayê, ji bo xatirê “cîranên-hevkarên xwe” koçberî Asya Navî dike.






