Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DÎSTOPYA ERDOGAN

24/12/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
FÊMKIRINA RASTIYÊ!…
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Li Bakurê Kurdistanê û  Tirkiyê, dewr-î romana “1984” ya George Orvell heye.

Serdemek zext û zorê  û totaliter e, êdî tenê gefxarin, lêdan  nîne, polîs çekan dike serê siyasetmedarên Kurd û zarokên wan; cendirme jî, gundiyan li devê deriyê wan dikujin.

Ev serdema salên 1991’an û 1992’an e!…

Lewma, Kurd ne biyaniyên  vegotinên G. Orvwel’in, beriya 40 salî  û di têkoşîna 40 salî de  ev kiryar her dem hebûn û hene.

Di van rojên ku her roj, bi 10’an  siyasetmedarên Kurd têne destgîrîkirin û girtin, Reîs Erdogan wek teyrê ku  di 40 saliya xwe de, dixwaze dest bi serdemeke nû  bike, ketiye nava cehdê…

Di nava çûkan de, teyr, herî zêde dijî ye. Lê piştî 40 salî, niklê teyran dirêj dibe û xwar dibe, mûrê wan dirêj dibin û xwar dibin, pirtikên wan jî qerf dibin,  wek berê kar nakin.

Teyr, ji bo serdema jiyana duyemîn, pêşî nikilê xwe dişikînin û bendeyî şînbûna nikilên xwe dimînin; piştî nikilê wan şîn bûn, mûrên xwe dişikînin, ku mûr şîn bûn, pirtikên xwe dikişînin, ku pirtikên wan jî şîn bûn, êdî jiyana duyemîn dest pê dike û 40 salî din dijîin.

Erdogan jî, pêşî nikilên xwe, (mirovên nêzî xwe), piştre kesên wek mûr bikar dianîn (Dawudoglu hwd.) winda kirin. Cihê van kesan dagirt, lê piştî ku pirtikên xwe winda kirin, dike û nake nikare pirtikên xwe nû bike.

Erdogan, wek teyrê ku  ji bo demjiyana duyemîn bikevê nava cehdê, şerê li Kurdistanê, dirêjî Libya kir. Lê dibîne ku guhertina artêşê, nûkirina nikil û mîran e, lê nikare pirtikên xwe nû bike û dest bi fira demjiyana nû bike. Tenê bi esker,  şer, kuştin û gefxwarinan  ev kar çênabe.

Eşkere bûye ku, nûkirina pirtikan,  çareserkirina pirsgirêka Kurd çêdibe, bi rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çêdibe. Tenê bi vî rengî dikare krîza aborî, civakî û siyasî çareser bike.

Erdogan, welat, bi fabrike, pir û arsayan teva firot, heta bi qirikê deyndar bûye, ji bo çavkaniyên nû bibîne diçe devê deriyê qiral û mîrekan, yan jî şantaza penaberan dike,  dîse jî pirtik pê nayên û her diçe deyndariya Tirkiyê zêde dibe, enflasyon hewa dikeve, malên li bazarê biha dibe, gel  feqîr dibe.

Ev jî, Erdogan dike nava stres û hêrsê, û wek  mazoşîstekî êrîşî Kurdan dike.

Lewma, dehşetengîz dîstopya Geroge Orvel, îro li Tirkiyê heye. Xwedayê vê rewşê jî Erdogan e.  Piştî her bûyera ku wek sucê mirovaniyê têne binavkirin, Erdogan, derdikeve pêşberî medya û bi flaş gotinan, stres û hêrsa xwe diverîşe.

Mazoşîst, aşiqê êşkencê ne, bi taybetî bi kamçiyan êşkencê li xwe dikin. Kamçîzadeyê Erdogan jî Suleyman Soylu ye. Bi fermanên ku hevşaredaran ji kar dûr dike, digire û qeyum erkdar dike,  bêhnferehiyê didê canê Erdogan.

Piştî xespkirina şaredariyan û girtina siyasetmedarên Kurd, Erdogan derdikeve  pêşberî komên xelkê, li tele-ekeranan dinêre û nigarkêşiyek rengîn dike. Zavayê wî, (wezîrê xezînê) jî, kabûsa aboriyê, bi dengê  “ordek”ê,  hewl dide ku cîhana reştarî ya paşerojên Tirkiyê ronî bike.

Balkêş e, Erdogan, Soylu û Albayrak wek pirtûkên  bi deng in.  Mirovên li dora wan jî,  çavên xwe digirin û tenê guhdariyê dikin, lewma rastiyê nabînin. Dema ku çavên xwe vedikin jî, rastî îlîzyonekê dibin, lewma ne dikarin bibînin, ne dikarin fêhm bikin. Tebîîîîîî, li xiş û hesabê wan jî te, teyrê nikil şikestî, mur şkestî û çengokirî,  nikare bifire, meydan ji wan re dimîne..

Û  dawiya sala 2019’an e,  Erdogan wê di destpêka sala 2020’an de, di hemû hêrs û tirsa xwe de bifetise. Erdogan wê nikaribe Kurdan têk bibe. Êdî utopia Erdogan miriye, ew ê bi dehşetengîz dîstopya mazoşîstî  têk biçe.

Em ê di sala 2020’an de, ji berdêla pirtûka George Orvel 1984, “Pirtûka Dîstopya Erdogan”bixwînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.