Idrîs HENAN
Ger mirov karibe çawaniya bandora êşê hilbijêre, wê çaxê dikare rêbaza birêvebirina êşê jî hilbijêre. Ango herdu têgînên bandor-birêvebirin di nav hev û din de, dualîteyeke yekgirtî ne ku bi qasî neynik û goşt di nav hev de ne. Mirov nikare yekê bê ya din rave bike. Ne jî dikare wate bide kirin û encaman.
Ger birêvebirin jî ne li gorî pîvan, exlaq û nirxên civakî be, dê bandora ku derkeve, çelûxwar be ku jê re tê gotin; êşên elemgirtî yên nayên dermankirin. Bi gotinek din, em dikarin bibêjin; cokên êşê yên bi demê re kûr kûr şopên xwe di bedena civakê de dikolin. Ew êşên ku birînê kûr dikin lêm digirin û di bedena civakî de bi bihurîna wextê re teqînên bêserûber ên encam nediyar çêdikin. Ji ber vê jî kontrol terazûya xwe ji dest dide û êdî li dêvla têgîna xwezayî ya birêvebirinê, têgînên sermayedar ên hêz û desthilatdariyê serwer dibin.
Desthilatdariya ku xwe bi cawên modern ên lîberalîzm û demokrasiyê pêçandiye, herdu tekên baceya êşa civakî li ser piştê vedike û bi seqem û derdên kujer bedena civakê dikiritîne. Bi demê re mifirdeyên êşê jî di nav civakê de serwerxt dibin û rengê civaka nexweş a li dûrî nirxên mirovî derdikeve pêş. Ew civaka ku berhema kirêtiyê ye, bi maskan têye niximandin ku bi qasî ji derve ve xweşik be, ewqas xwedî naverokek sist û qerifok e. Di encama şêweya ku li civakê hatiye barkirin de, kirîz û qeyranên êşên civakan vediguherin girêka kor. Bê guman; kilîta girêkê jî di destê otorîteya li ser hesabê nirxan hatiye avakirin de ye!.
Realîteya Rojhilata Navîn a îroyîn vê yekê baş diteyisîne. Kesayetên qurnaz yên dikarin her nirxekê biçewisînin, xuliqandine û bi rêya wan jî hikumraniya di nav sûrên dewletê de mayînde dikin. Ji ber vê jî; tenê li vê herêmê bêtirî herêmên dîtir em dibînin ku mirina bi milyonan mirov ti bandorê li wîjdana mirovî nake. Ango ewqas rêbaza qirkirin û cînosîdê normalîze bûye, bêle helwestan, êdî daxuyaniyek şermezarkirinê jî hewce nake?.
Li vê herêma ku navenda wê Kurdistan e, rojane bi sedan mirovên mexdûrê dualîteya desthilatdarî-berjewendiyê tên kuştin. Nexşeya akincîtiyê kêlî bi kêlî, li gorî çiqaran tê guhertin. Nola sewalên li erebeyên tirênê barkirî, civakan vediguhêzin û li şûna gelên resen ên qedîm bi cih dikin. Gelan qetil dikin û qir dikin. Ax, hewa û avê asîmîle dikin. Li ser kêlikên gorên komî, di şikeft û berqefan de, welatan tune dikin. Bi navê siyasetê; mafan dadiqurtînin û mirovan bê nasname dihêlin. Ev beşa sûc û kirêtiyên disthilatdariyê yên hatine rêzkirin, qetek kirîmînal a dualîteya desthilatdarî-çiqar e. Bi gotinek din, encama têkçûna cewherê têgîna birêvebirinê ye.
Gelek girîng e mirov zanibe ku bi qasî para polîtîkayên desthilatadî û dewletê, di mijara avakirina civaka kole ya bê hîs de mezin e, ewqas jî para mifirdeyên vê polîtîkayê heye. Ango; li gorî rayîş û gerdişên civakî; di cewherê qebûlkirinê de, erêkirin heye. Dema ku mirov an civak vîna xwe ya reaksyon û serîhildanê ji dest bide, qebûlkirina encaman targêta misoger e. Mirina nirxên azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê jî hêsan û bê mane dibe. Bertek namîne û civak di kozikê dewletê de tê tîmarkirin. Êş kûrtir dibe û awantaja hilbijartina bandora êşê û birêvebirina wê jî ji nav diçe. Hilbijartin jî di cewherê xwe de; awayekî teyisandina vînê ye. Ger mirov wê jî ji dest bide, sûka hepsaran geş dibe!.






