Zekî BEDRAN
Tirkiya di pêşengtiya Erdoxanê faşîst de, hewil dide dagirkeriya xwe li Sûriyê bidomîne û mayinde bike. Herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê ji kurdan paqij dike. Armancê sereke yê dagirkerî û êrîşan astengkirina pêşketinên kurda û bi statokbûyîna wane . Erdoxan bi pesindayînekê herêmên ku dagirkiriye dibêje me qorîdora kurdan parçe kir. Ji NY’yî re jî îlan kir ku ewê herêmên ji rojhilatê Firatê heya Dicleyê bi temamî ji kurdan paqij bike. Weke ku xwediyê Sûriye yê esasîye, dibêje ku ezê milyonek koçber bibim di bakurê Sûriyê de bi cih bikim. Ji Awropa û welatên din jî dixwaze fînanseya wanî maddî bigre. Xuyaye di vê mijarê de alîkariya dixwaze tam nastîne. Ji bo wê dibêje em petrola di Sûriyê de hevbeş derxînin, ji bo koçberan yekîneyên bicih bûnê ava bikin.
Pir zelale bê niyet û ermanca Erdoxan çiqase xetere û dijminê gelaye. Ger ku kurd û areb hewildayînên Tirkiyê cûda şîrove bikin ewê tenê xwe bixapînin. Erdoxan ji wêraniya Sûriyê re bû pêşengtî. Sînorên xwe ji tevayî komên çete re vekir û alîkarî da wan. Erdoxan li şûna ku hesabê vê yekê bide an jî ev hesab jê bê xwestin, weke mînaka dizeker Yavuz pir bi rehetî li pêş çavê cîhanê hîna jî ewê çawa hin herêmên din dagir bike, ewê çawa dest deyne ser petrol û hin dewlemendiyên din nîqaş dike. Tê bê qey Sûriye ne dewleteke cûdaye û weke ku xaka Erdoxane çawa dixwaze li ser teserûfê dike. Hevsengiyên hundur, sistema bi cihbûnê, hebûna çandî ya gelên Sûriyê tune hesab dike. Bi cih kirina yekî li cihê yê din re, tovên nakokî û pevçûnên ku dawiya wan ne diyar diçîne. Ji derveyî vê yekê jî sûcên qirkirinê pêktîne. Yanî dixwaze bi temamî gelê kurd belav û tune bike.
Erdoxan çawa dikare wiha rehet têkeve Sûriyê, herêmên dagirkirinê diyar bike û pêre pêre qada xwe ya dagirkirinê fereh dike. Tê zanîn ku Dewleta Sûrî jiber şerên hundurîn lewaz ket. Rûsya û Îran hewil dan bi destekkirina rejîma Esed wî ser piyan bihêlin. Hêzên Koalisyonê jî bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Hêzên leşgerî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava têkoşînê de xwe bi rêxistin kir, civak jî bi sistemê meclisan rêveberiyên xwe yê xweser ava kir û xwe bi rêve bir. Hin herêm jî weke ku niha li Idlibê dibe, di destê hêzên weke El Nusra û DAIŞ’ê de bûn. Sê hêzên bingehîn di Sûriyê de bûn. Îtîfaqa Tirkiyê, El Nusra û DAIŞ. Tirkiye Di ser wan re bi kurdan re şer dikir, dibû tarefê şerên hundirîn yê Sûriyê. Hêzên weke DAIŞ dema ku hate tasfiye kirin, Tirkiye ji bo ku herêmên xweser mayinde nebe û neghêjin îstiqrarê, bi xwe li rêkên dagirkeriyê geriya.
Sûriye bibû navenda pevçûnên di Rojhilata Navîn de. Herêma şerê cîhanê 3. yê herî gerim bû. Ji Emerîka bigre heya Rûsya, Îran, Erebistan, DAIŞ û heya Ixwan Elmislimîn hema her kes hebû. Sistema ku piştî şerê cîhanê yê 2. hatibû avakirin jî hilweşiya bû. Tirkiye bi fayde girtina ji van nakokiyan xwe nêzîkî Rûsya kir. Erdoxan bi bazarên qirêj ku bi Putîn re kir û bi tawîzên da re kete Bab û Cerablûsê. DYE jî li hemberî vê yekê tu sekin neda nîşandan. Her kesî bi rengekî rewşeke ku qebûl û erê kir derket holê. Ev yek hîn zêdetir wêrekî da dewleta Tirk. Bi zêde kirina tawîzan re dîsa jî bi Putîn re li hev kir û wisa Efrîn jî dagir kir. Piştî wê dîsa bi Trump re têkilî û bazariyên veşartî pêşxist û bi teşwîq kirina Îran û Rûsya re êrîşî bakurê Sûriyê kir. Ger ku Emerîka leşgerên xwe ji sînor venekişanda û erê nekirbaya ewê Tirkiyê nekarîba ketiba Sûriyê. Pir eşkereye ku rêveberiya Trump rê li pêşiya dagirkeriyê vekir. Tirkiye herêmên ku ketiyê him bi xwe rêve dibe him jî çeteyên ku bermahiyên DAIŞ û El Nusra ne kom kiriye bi ser gel ve dajo. Di vê wateyê de texrîbkariya dagirkeriya dewleta Tirk pir zêde ye. Ji xwe dizane ku Emerîka ne mayinde ye. Rûsya jî bi anîna Tirkiyê beremberî Emerîka ve xwest ku lez bide derketina Emerîka ji Sûriyê. Trump jî jixwe dixwaze her tiştî ji Tirkiyê re bihêle û bi vekişandina hêzên xwe ve mijûl dibe. Bi terk kirina herêmên Sûriyê weke Tebqa, Minbic, Qamişlo jî rê li pêşiya ketina Rûsya ji van herêman re vekir. Di rewşa heyî de hevsengî pir zû dişkên. Nayê zanîn bê wê Emerîka kengî vekişe. Pêvajoya Astana jî zîviriye eniyeke li dijî kurdan û li dijî xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev rêveberiyên demokratîk ku nunertiya yekê ji sisêyan dike ji tevayî hevdîtin û têkiliyên navnetewî hatin veder kirin. Tevlî komisyona destûra bingehîn nekirin. Tirkiye, Îran û Rûsya derbarî neqebûlkirina wanî xweseriyê deklerasyonek weşandin. Hevpeymana civakî ya vê destûra bingehîn ku pêşeroja gelên Sûriyê ye, ev hêzana diyar dikin. Qal bikî pêwîste gelê Sûriyê têkiliyên di nava xwe de bi xwe diyar bikin û huquqa xwe ava bikin. Di welateke ku di vê astê de mudaxeleyên ji derve jê re tê kirin û ewqes ferzkirinên dagirkeriyê li ser tê kirin pir eşkereye ku ewê navengîniyeke wê ya baweriyê ava nebe, û ewê rejîmeke wê ya ku bikaribe demdirêj aştiyê, azadiyê û demokrasiyê pêk bîne, ava nebe. Di vê rewşê de ewê nikaribin ne Sûriyeke ku ewqes texrîbat lê çêbûye were ava kirin, ne jî ewê bikaribe koçberan bi ewle bike. Ji NY’î bigre heya Awropa gelek hêz çavê xwe ji vê yekê re digrin. Ger ku wiha nebaya ewê Erdoxan li ber çavê her kesî dagirkeriya ser Sûriyê û muhendistiya civakî ferz nekiriba.
Weke ku tê dîtin hîna jî Sûriyê ji îstîqrariyê û aşîtiyê dûre. Tirkiyê rêxistinên weke El Nusra ava dike û garantoriya wê jî digre ser xwe. Herêmên Efrîn heya Serêkaniyê di bin dagirkeriyê de ye, bi sed hezaran mirov dûrî xaka xwe ne û destûra vegera wan nayê dayîn. Tirkiye hîn jî hewil dide herêmên dagirkirinê zêde bike. Li hemberî vê pêwîste gelên Sûriyê di destpêkê de jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji nêzîk ve hîn zêdetir bi xeteriyê re rû bi rûne, bi zanebûna vê rastiyê destkeftiyên xwe himêz bikin û xwe bi hêztir rêxistin bikin. Tecrubeyeke wanî xurt çêbûye. Hem tama azadiyê jiyan kirin, bûn îrad û xwe rêve birin, hem jî tecrubeyên şer jiyan kirin. Pêwîste bi hemû hebûna xwe li nasnameyên xwe, welatên xwe, azadî û îradeyên xwe yê demokratîk xwedî derkevin. Divê baş bê zanîn ku yên bêne wenda kirin careke din bi hêsanî nayên dest xistin. Ji hêlekê ve Esed hewil dide ku rejîma Baas ji nude rêxistin bike, ji hêlekê hêzên weke El Nusra û DAIŞ diranê xwe tûj dikin, û ji hêleke din ve jî bavê hemû xirabiyan dewleta Tirk dixwaze weke kabûsekê bi ser gelên Sûriyê de bê. Gelên Sûriyê, pêwîste rêveberiyên xwe yê xweser, ciwan, jin û hêzên xwe yê leşgerî berxwedaniyê bi riheke seferberiyê di her qadên jiyanê de belav bikin.






