Rêxistina HDP’ê ya Amedê di konferansa xwe ya bi dirûşma “Em ê bi hêvî cesaretê xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin” li dar xist. Di konferansê de bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredara Sûrê hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ê faşîzma qeyûm têk bibin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi dirûşma “Em ê bi hêvî cesaretê xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin” Di konferansa ku di 19ê vê heyvê de li avahiya HDP’ê ya Amedê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin hat lidarxistin de, parlamenterên HDP’ê Musa Farîsogullari, Dêrsim Dag û Remziye Tosun, hevşaredar û delegeyên bajêr cih girtin.
Akaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê ji aliyê Hevserokê Bajarê Amedê yê HDP’ê Zeyad Ceylan ve hat kirin. Zeyad bertek nîşanî binçavkirina hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn da û got ew ê polîtîkayên qeyûm qebûl nekin. Zeyad wiha berdewam kir: “Çi dikin bila bikin em ê bi rojeva xwe mijûl bin. Em ê tecrîdê û faşîzma qeyûm têk bibin.”






