Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PLANA TÊKBIRINÊ BEŞA-2

21/12/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Di destpêka sala 2014’an de êdî bi Ergenekonê re, bi dewleta kûr re li hevkiribûn. Lê li rêyek, li hîleyek hiqûqî digeriyan ku wan ji zîndanê derxistina. Ji serfermandarê arteşê yê berê, ji Îlker Başbûg destpêkirin. Doza wî birin dadgeha destûrê û li wê der gotin ev doz “kumpase” . Di demek kurt de jî  serbest hat berdan.

Dema ku di adara sala 2014’an de li Îmralijyê muzekereyan dewam dikir, ji aliyek de jî kesên di doza ergenokênê de di zîndanê de bûn yek bi yek serbest dihatin berdan.

Ocalan di hevdîtinên bi heyetan re bal dikişand ser serbestberdana endamên  Ergenekonê û digot; “Di navbera AKP û Ergenekonê de pazariyek destpêkirî lê hîn jî li hevnekirine. Roja ku li hevkin, ewroj ji bo Tirkiyê dibe destpêka felaketên mezin. Divê kurd jî amadekariyek xwe li gor vê yekê bikin. Ji anha de tedbîrên xwe bigirin. Divê ku ji bo parastina şoreşa Rojava jî tedbîr werin girtin. Ev rewşa Tirkiyê û bakûr bi qedera Rojavayê Kurdistan ve girêdayi ye.”

Di demek wiha de li Tirkiyê hilbijartinên heremî jî di rojevê de bû. Ji bo vê yekê nedixwest di demek wiha de daxwazên Ergenekonê bêne cîh. Salek şûnde jî wê hilbijartinên parlementerîyê pêk bihatana. Sebir kir.

Danûsandinan destpêkir. Hemû sûc xistibû sutiyê Cemaatê. Di destpêkê de xwest ku cemaatê bi Ergenekonciyan ve bide tasfîye kirin.

Lê, dema ku ev pêvajoya diyalogê didomiya, dewleta Tirk  li aliyek jî amadekariya konseptek nû dikir. Ev konsept jî konsepta şer bû. Erdogan fermana vê plana nû da destpêkirin.

Di Îlona 2014’an de li ser daxwaza Erdogan, ji aliyê Musteşariya Ewlekariyê û Sîstema Cemaweriyê ve ‘Plana Têkbirinê’ hat amadekirin.

Hin xalên vê belgeya ji aliyê “Midûriyeta Şaxê Stratejîk, Daîreya Plana Stratejî ya Fermandariya Giştî” ve ji bo yekîneyên pêwendîdar ve hatiye amadekirin wiha bûn

* Li gorî planê, tîmên taybet, leşkerên bi taybetî hatine perwerdekirin û hêzên artêşê wê dorê li bajaran bigirin û li tax û kolanan operasyonan bikin.

* Êrîş wê li Fermandariyên Jendermeyan ên Bajaran ve bên birêvebirin. Dema ku pêwîstî pê çêbibe, wê balafirên şer jî werin bikaranîn.

* Tax û herêmên ku ji hêla hêzên taybet yên dewleta Tirk ve hatine dorpêçkirin, cih û warê jiyanê wê bên hilweşandin û şert û mercên vegera welatiyan ji holê were rakirin.

* Îmhayên girseyî, girtin û valakirin wê bên kirin.

* Televîzyonên Med Nûçe, Stêrk tv, Ronahî tv, Newroz tv, ÎMC tv û Ozgur Gun TV, her wiha rojnameya Ozgur Gundem û weşanên din wê ji holê werin rakirin û werin bêdengkirin.

* Nexweşxane û navendên tenduristiyê wê ji bo birîndar û kuştiyên dewleta Tirk bên amadekirin.

* Ji bo mudaxele li birîndaran bê kirin wê rêyên hewayî ji bo helîkopter û balafiran, herwaha li deverên bi ewle helîkopter û balafir werin amadekirin.

* Hevdîtin û axaftina walî, qeymeqam û leşkerên payebilind ên bi wekîlên HDP’yî re wê werin qedexekirin.

* Tank û wesayitên zirxî wê li deverên stratejîk bên bicihkirin.

*Rêyên ketin û derketina li herêma operasyon lê tê meşandin wê bi temamî were girtin.

* Karên şîrketên elektrîk, gaz û avê wê li gorî fermana rojane bên destûrdayin

* Karên rêveberiyên xwecihî wê radestî Walîtiyan werin kirin.

* Li gorî planê, tê texmînkirin ku 15 hezar mirov bimrin, 8 hezar mirov birîndar bibin, 5-7 hezar mirov bên girtin û 300 hezar mirov bên macirkirin

* Ji bo bicihanîna planê, wê leşkerên payebilind ên JÎTEM’ê û Ergenekonê yên berê li herêmê kar kirine bên wezîfedarkirin.

* Personelên cemaweriyê yên sivîl wê ji herêmên behsa wan tê kirin werin vekişandin.

* Avahiyên cemaweriyê wê radestî hêzên operasyonê bên kirin.

* Operasyonên hewayî yên li dijî Qendîlê wê bê navber werin domandin.

* Rêxistin bi rengekî yekalî bêçalakîtiyê îlan bike jî wê plan bê navber bidome.

Ji bo Plana şer bû, Musteşariyê, plan pêşkêşî Serokatiya Fermandariya leşkerî ya Giştî kir. Hat ecibandin.

Piştî vê yekê, mehek şûnde civînek din hat lidarxistin. Di civîna Desteya Ewlekariya Millî (MGK) de ya meha Cotmehê de ku zêdeyî 10 saet û 20 deqeyan dewam kir de ev ‘Plana Têkbirinê’ hat qebûlkirin.

Ev plana ku ji 42 rûpelan pêk tê, bi sernavê ‘Veşartî ye’ pêşkêşî hikumeta AKP’ê hate kirin. AKP’ê jî li parlementoyê ev plan pejirand.

Sal derbasbûn di sala 2019an de, pêşkêşvanê yek ji qenalên neteweyî yên Misrê TeN TV Dr. Neşat Dîhîle, di bernameya xwe de, belgeya ‘Veşartî’ ya bi sernavê “Tedbîrên lezgîn ên di operasyona herêmê de bên girtin û erkên yekîneyên Leşkerî” eşkere kir û dîmenên belgeyê weşand.

Di çarçoveya vê pêvajoyê de, di sala 2014’an de di navbera Ocalan, heyetê û rayedarên dewletê de pêl bi pêl hevdîtin hatin kirin. Ocalan di van hevdîtinan de, pêvajoya ku gelek caran dixitimî anjî dihat ber qutbûnê, xelas dikir.

Heyeta Îmraliyê ku di sala 2014’an de 14 caran çû Girava Îmraliyê, bi çûn û hatina navbera Îmrali, Qendîl û Enqereyê re, ji bo çareseriya demokratîk rol lîst.

Di vê navberê de li Tirkiyeyê hilbijartinên Serokkomariyê pêk hat û Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan weke Serokkomar hat hilbijartin. Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê li şûna Erdogan hat wezîfedarkirin.

Di vê navberê de şerê Cîhanê sêyem ku di sala 1990’an de destpê kiribû, li eniya Sûrî dewam dikir. Dewleta Tirk li aliyek li bakûrê Kurdistan li Îmrali hevdîtin pêkdanî, li aliyek  jî çeteyên xwe yên DAÎŞÎ şandibû rojava-Kobanê.

Çeteyên DAÎŞ’Ê bi hemû çekên nûjen ku ji Reqqa û Musûlê bidestxistibû berê xwe dabûn Kobanê. Kobanê hat dorpêçandin û bi rojan şerekÎ bê hempa dest pê kir. Dewleta Tirk bi her awayî piştgiriyek mezin dida DAÎŞ. Birîndarên wan derman dikirin. Di warê lojistîk te jî hevkariyek mezin dikir.

Li hundirê bajêr şervan û ji derve jî gel berxwedanek mezin dida. Li bakurê Kurdistan 6-7-8 Cotmehê serhildanê mezin pêkhatin. Bajêr hatin destxistin. Şer û berxwedana kurdan li her deverî belav di bû.

Tansiyona çalakiyan bi mesaja Ocalan a bi rêya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re şand, hat xistin.

Di encam de, gotinên Erdogan yên ku “Kobanê jî wa li ber ketinê ye” di gewriya wî de ma û Kobanê rizgar bû.

Şerê paqijkirina DAÎŞ’ê dest pê kir. Di her serkeftinên şervanên QSD’ê Erdogan dixist nav lêkolînek nû. Li du hin planên nû ketibû.

Di 4’ê Sibata 2015’an de, tevî hevdîtinên dihatin kirin jî, AKP’ê ji aliyê din ve di bin navê ‘Paketa Ewlekariya Hundirîn’ de pêşnûmeyek erka bê sînor dide leşker û polîsan, xist rojeva Meclîsê. Pêşnûme di nava demeke kurt de bû qanûn.

Piştî vê trafîka çûyîn û hatinê, piştî van hevdîtinan li ser 10 xalên sereke li hevkirin. Daxuyaniya hevpar a Heyeta Îmraliyê û heyeta dewletê ya bi pêşengiya Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, li Ofîsa Dolmabahçe ya Serokwezaretiyê di 28’ê Sibata 2015an bi awayek zindî di tv de hat weşandin.

Çend roj piştî vê Erdogan di axaftinek xwe de jî digot, “Niha radibin rûdinin dibêjin pirsgirêka Kurd. Çi pirsgirêka Kurd çi hal. Êdî tiştekî wiha nîne. Çi yê te kêm e? Ji te Serokwezîr derket, wezîr derket, tu di nava TSK de heyî û tu hînê çi dixwaze?” Bi vê daxuyaniya xwe re nîşan da ku ew ne alîgirê çareseriyê ye.

Piştî van daxwiyaniyan  Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de bersivek da. ‘Em ê te nekin serok’.

Serokkomar Erdogan bi temamî helwestek li dijî pêvajoya çareseriyê nîşan da û ev helwesta xwe tund kir.

Êdî nexşe rêyek li pêş wan bû. Ji bo ku di fermiyetê de jî hin qanûn werin guhertin Ocalan bi israr bû. Bi taybet dixwest ku desteya şopandinê were avakirin.

Di 5’ê Nîsana 2015’an de Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ocalan destnîşan kir û got: “Ji bo derbasbûna muzakereyê şert e Desteya Şopandinê bê avakirin, eger Heyeta Şopandinê ne bi we re be, neyên hevdîtinê. Heke diyalog ber bi muzakerayan ve neçin, heke şer dest pê bike; ew ê ev şer ne wekî şerên borî be. Ew ê şîdeta wî gelek mezin bibe. Ji bo wê jî divê gelê me jiyana xwe li gorî vê rastiyê tanzîm bike.”

Roja 28’ê Nîsanê jî Erdogan dema ji Kûweytê vedigeriya li balafirê axivî û got, “Êdî bilêvkirina gotina ‘pirsgirêka Kurd heye’ tê wateya cihêkariyê. Li vî welatî dewlet heye. Maseyeke ku hin alî li dorê li hemberî hev rûniştine nîne. Hebûna tiştekî wiha tê wateya hilweşîna dewletê.”

Heyeta şopandinê nehat avakirin. AKPê hemû planên xwe li ser hilbijartinan dîzayin kir. Dixwest vê protokolê wek parçeyek kampanya hilbijartinan bi kar bîne. Kurdan destûr nedan vê  yekê. Di hilbijartinên 7 hezîranê de têk çû. HDP’ê jî serkeftinek mezin bi dest xist.

Li parlementoyê hikumet nedihat avakirin. Di demek waha de serokê Meclisê Denîz Baykal bi Erdogan re hevdîtinek pêkanî. Di vê hevdîtinê de peyama Ergenekonê anîbû. Erdogan ev yek qebûl kir.

Bi MHPê re li hevkirin û ji bo hilbijartina 1’ê mijdarê hatibû destnîşankirin.

Êdî herkes li bendê bû wê şer dest pê bike.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.