Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HINEK DÎKILÊN WILO HÊNA KU…

21/12/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
HINEK DÎKILÊN WILO HÊNA KU…
Share on FacebookShare on Twitter

 QASIM ENGÎN

Rastî jî: ”Hinek dîkil henin û bawer dikin ku ji ber ew bang didin roj hiltê.”

Kesên wiha hemû tiştan û pêşveçûyînan haşa ger şerm nekin zayînan, avabûyînan bi hebûna xwe îzah dikin. Ew kesên wiha xwe hilbijartî û neqandî  dibînin, li eniya wan de îşaretên taybet henin. Kesên wiha xwe weka qumaşê Hîndîstanê dibînin.

Dibe ku hinek kesên wiha xwe wilo jî bibînin. Îtîraza me jê re nabe. Bila ev nexweşiya wan ya rûhî ya wan bi xwe be. Lê ger kesek wiha mekanîzmayên dewletan, arteşan, hêza kuştinan rêve bibe, ew me pir nêz ve eleqadar dike. Ji ber ku nexweşek wiha çi ji bo me çi jî ji bo giştî mirovahî xetere bibe.

Mînak, Hîtler kesek wiha bû. Bawer dikir ku hinek taybetmendiyên wî yên xas henin. Heta bawer dikir ku, tenê ew dikare netewe Alman û dewleta Alman ji bindestiyê û ewqas heqeratên ku ji wê re hatiye kirin rizgar bike. ”Xwedê” ew di erîşên dijwar û xetere de di nava Şerê Cîhanê ya Yekemîn de xelaskirî bû.

Kesek wiha dîn, şêt, ne aqil tamam dibe ku hebe. Rastî jî me pir eleqadar nake. Lê ew kesê ku me eleqadar nake hêşt ku tam 70 mîlyon însan jiyana xwe ji dest bidin, bi mîlyonan mirov di nava ocaxên gazê de werin fetisandin. Di wê manê de; yekî ne aqil tamam, megaloman, xwedan egoyek werîmî, herkesî eleqadar dike.

Dînek wiha jî li herêma me de bi navê Saddam peyda bibû. Çendî Kurd, Şîa, Êzîdî, Keldan û çep-sosyalîst û heta çendî Îranî kuştin hêna di ber çavên me de ye.

Niha jî yekî ne kêmî Saddam, berovajî bi egoyek hin werimandî derketiye holêye û heman weka ew dîkilê ku bawer dike ji ber bangdayîna wî, roj hiltê. Ew hatiye ku gelê Tirkiye û gelên Rojhilata Navarast rizgar bike. Yek ew ê bikare Dewleta Alîyye Osmanî carek din îcar hêna bi xûrtî nûve saz bike.

Ji ber wê jî her roj behsa sînorên heyî û sînorên di dilê xwe de dike. Sînorên heyî, ruxme ku Kurdistan dagirkirine diyar in. Lê sînorên dilê wî de jî êdî herkes re diyar in.

“Em varîsên dewleteka ku 22 mîlyon kilometre çarkoşe ax in. Hêna nû, li derê hanê de em xwedan 3 mîlyon kilometre çarqoşa ax bûn. Mixabin hinek cihên wê hatin çirpandin. Niha jî em man 780 hezar kilometre çarqoşe ax. Axa li ber difna me jî girtin…

Me sînorên vê dewletê bi dilê xwe ne pêjirandiye. Gerek nayê bîra kirin ku, gelek kesên ku ev komar avakirine, cihê dayîkbûyînên wan jî ne di hundirî sînorê dewleta me ya nû de ne…

Dema em îro behsa Surî, Irak, Kirim, Trakya Rojava, Bosna dikin, hinek weka ku ji fezayê de hatine rûyê me dinerin. Û dipirsin ‘çi karê Tirkiye bi Irak re heye, bi Bosna re heye?’ Ew erdnîgarî yek ji perçeya laşê me ye. Ma mirov dikare Antep ji Haleb, Rîze ji Batum, Bursa ji Ûskûp cuda dest bigire û cuda bifikre?’”

Dîkilê ku bawer dike ku bi banga wî roj hiltê tam jî ev rastî bi xwe ye.

Lê pêwîste êdî herkes bizane ku, ev kesê hanê megaloman, xwe werimandî û aqlêselîma xwe windakirî ji herkesî re xeter e.

Îro erîşa li ser Kurdistan û Suriye, sibê li ser Lîbya, dû sibê li ser Yunan û pê re jî Irak û hwd.

Yek jî bila Hîtler were bîra me…

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.