Sîpan Şînda
Piştî dewleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, me weke rêzenivîsekê, polîtîkayên komara tirk, ji roja hatiye avakirin hetanî roja me, yên di derbarê Kurdan de di vî quncikî de nivîsî. Me xwest em polîtîkayên wê yên qirêj, yên li ser Kurdan, careke din bînin bîra gelê Kurd û hinek agahî bidin. Niha ji em dixwazin li ser polîtîkayên Rûsya ji Şerê Cîhanê yê yekem hetanî êrîşên li Rojava bisekinin. Gelo ka Rûsya di van sedsalên dawî de polîtîkayek çawa li ser Kurdan daye meşandin? Çi qeder dostanî ji Kurdan re kiriye? Polîtîkayên xwe çawa li gor berjewendiyên xwe di elehiyê Kurdan de guhertine? Û hwd. Di vê rêzenivîsê de wê ne têkiliyên Kurd û Rûsan, polîtîkayên Rûsya yên li ser Kurdan bêne nivîsandin. Piştî ku Tirkiye êrîşî Efrînê kir, polîtîkayên Rûsya yên li ser Kurdan careke din hatin rojevê. Ji ber ku Rûsya, çi dema di derheqê Kurdan de daxive, her tim dibêje em dostê Kurdan in. Ka em berê xwe bidinê di nava sed salan de Rûsya çi dostanî bi Kurdan re kiriye? Rûsya dost e yan jî neyarê Kurdan e?
Dema Şerê Cîhanê yê Yekem destpê kir, Rûsya di bin rêveberiya Çar de bû. Şerê ku di dîroka mirovahiyê de herî hov û berfirehtirîn, dîsa ji ber berjewendî, hêzdarî û êrîşkariya hêzên demê yên navnetewî derdikeve. Şerê dîroka gerdûnê hetanî wê rojê yê mezintirîn, tilafetên mezin ji bi xwe re tîne. Di dawiya wî şerî de 9 milyon mirov dimirin; kesî jimara birîndaran tam nezaniye. Vî şerî di pey xwe de wêraniyek mezin hêla. Ji wêrankirina gund û bajarên wêdetir, hişmendiya mirovahiyê wêran kir û travmayeke mezin di dîroka hişmendiya mirovahiyê de vekir. Polîtîkayên Rûsya yên li ser Kurdan jî, di demekî wiha tevilhev de, girêdayî pragmatîzmê destpê dike. Rêveberên Osmaniyan yên li dûv xiyalên tûranîzmê ketine, wê demê li hemberî neyarê xwe yê dîrokî Çarê Rûsya dikevin cephê şer de. Paşayên xiyalperest yên Osmaniyan di cephê Kafkasan de li hemberî Rûsya ji binî têk diçin. Behrekî mezin yê artêşa Osmaniyan di vî şerî de tê kuştin. Piştî vê têkçûna artêşa Osmaniyan Rûsya êrîş dike û Kurdistan û Ermenîstanê digire. Di vî şerî de Kurd li hemberî Rûsya dikevin berxwedaneke mezin de. Lê belê Rûsya hema bêje Bakûrê Kurdistanê hemiyê vedigire. Jixwe him li gor Protokola Petrograd ya di 1916’ê de di navbera Rûsya, Brîtanya, Fransa û Îtaliya de hatiye îmzekirin û him jî li gor Peymana Sykes-Pîcotê ya di 1916’ê de dîsa di nava van hêzan de hatiye îmzekirin de, ev herêm dikeve behra Rûsya. Tam di vê demê de Rûsya êdî bi Kurdan re dibe mixatab. Lê desthilatdariya Çarê Rûsya li herêmê zêde dom nake. Jiber ku komonîst di Cotmeha 1917’an de şoreşê pêk tînin. Şoreşa di bin pêşengiya Lenîn de pêk tê, êdî sekna Rûsya ya di şer de jî diguhere. Di 3’ê Adara 1918’an de Rûsya bi peymana Brest-Lîtowsk xwe ji şer dikişîne. Piştî vê, polîtîkayên Rûsya yên li ser Kurdan jî êdî dikeve di qonaxeke nû de.






