Mihemed ŞAHÎN
41 sal berê di 19-25 kanûn 1978’an de ji haporlorên mizgeftên Gumgumê anons dihatin kirin. Di wan anonsan de wiha dihat gotin; “Bajarê me ji hêla komonîstên sor (qizilbaş) ve hatiye dagirkirin. Kî 7 qizilbaş bikuje diçe bihuştê”
Piştî anonsa ku ji aparloyên minareyên de hat kirin komên faşîstan bi awayeke hovane berê xwe dan taxên kurd û elewiyan. Maşîneyên şaredariyê ji faşîstan re çek û cebilxane dibirin. Keyayên taxan li faşîstan çek belav dikirin. Meleyê taxa Baglarbaşı Mustafa Yıldız di weazên xwe de digot; “mirov tenê bi çûna hecê û kirina nêmêjê nabe misilman, kî elewiyek bikuje bi qasê ku pênc carî here hecê xêr qazanc dike”
Di encama wan provakasyon û êrîşên hov ên li dijî kurd, elewî û çepgiran de li Gumgumê komkujiyeke dijwar pêk hat. Bi kurtahî wahşetek hat jiyîn. Rê û rêbazên hov ên ku îro çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşên xwe de li dijî civaka kurd bikar tînin heman rê û rêbaz di wan rojan de li Gumgumê bi destê çeteyên faşîst li dijî kurd û elewiyan pêk hatin.
Çeteyên faşîstan jî wekî çeteyên DAÎŞ’ê di hovitiyan xwe de pîvan nasnekirin. Zarok, jin kal û pîr gulebaran kirin, xanî bi serê malabatan de rûxandin, mirov zindî şewitandin û serjêkirin, çavên mirovan derxistin, guh, mil, pêsîr û piyên mirovan jêkirin, zikê dayikên ducanî qelaştin, tacîz û tecawiza jinan kirin, mudaxaleya cenazeyan kirin û cenaze parçe parçe kirin.
Yên ku ji çeteyên hov direviyan û xwe dispartin leşkerên tirk, leşkerên tirk ew bi destê xwe radestê çeteyan dikirin û li kuştina wan temaşe dikirin. Birîndarên ku radikirin nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşk û serokbijîşkê nexweşxaneyê de dihatin qetilkirin.
Li gorî daneyên dewletê yên fermî 120 kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî çavkaniyên serbixwe zêdetirê 500 kesî jiyana xwe ji dest dane û ji 1.500’î zêdetir kes jî birîndar bûne. Di heman demî de 552 xanî, 289 kargeh û bi dehan sazî û dezgehên sivîl hatin şewitandin û wêrankirin. Kesên ku hatin qetilkirin cenazeyên wan ji hêla dewletê ve hatin revandin û tirba wan hêjî nayê zanîn.
Li ber çavên rayedarên dewletê û li ber çavên dewletên cîhanê kurd û elewiyên Gumgumê hatin qetilkirin. Beşeke mezin yên mayî koçê metropolên Tirkiyeyê û dewletên Ewropayê kirin. Yên ku çûn Ewropayê mixabin bi polîtîkayên dewletên Ewropa yên tirkirinê re rûbirû man.
Yên ku hêza wan terî nekir, an yên ku nexwestin ji Gumgumê derkevin tirkbûyinê qebûl kirin û bûn nîjadeperstên tirk û niha xwe wekî tirkên esil dibînin.
Bi kurtahî di encama wê komkujiyê de di warî bawerî û neteweyî de nasnameya Gumgumê hate guhertin. Bi sedî sed nebe jî dewleta tirk bi piranî gihîşt armanca xwe.
Komkujî bi çekên dewletên Ewropayê pêk hat. Kiryarên dewleta tirk ên li jor rêzkirî hemû li ber çavên dewletên Ewropayê pêk hatin. Di wê serdemê de çewa di nava bêdengiyê de piştgiriya dewleta tirk dikirin mixabin îrojî heman tiştî dikin.
Sê armancên komkujiyê yên sereke hebûn. A yekemîn astengkirina rêxistinbûna kurd û elewiyan bû. Ya duyemîn, bi koçkirina kurd û elewiyan guhertina demografiya Gumgumê bû. Ya sêyemîn jî avakirina bingeha derbeya leşkerî ya 12 îlonê bû. Hewceye em binê xêz bikin ku, her sê encam jî li dijî civaka kurd pêkdihatin.
Piştî komkujiya Gumgumê 9 jê bajarên Kurdisatnê di 11 bajaran de îlankirina rewşa awarte armanca plansaziya wan a kirêt a dijî kurd nîşan dida.
Bi ser komkujiyê re 41 sal derbas bûn. Berpirsiyarên komkujiyê nehatin tespîtkirin û nehatin darizandin. Wezîrê karên hundir ê yê wê serdemê Îrfan Özaydinli ji bo lêkolîna komkujiyê tîmeke taybet ava dike û derbarê kumkujiyê de lêkolîneke girîng dide kirin û encamên gelek girîng bidest dixe. Lê encam bi hinceta “razên dewletê” ji raya giştî re nayê eşkere kirin.
Li gorî rapora wezîrê karê hundir û li gorî angaştnameya dozgerê dozê Dundar Saner plansaziya komkujiyê xinamiyê Alparsalan Türkeş ê muşawîrê MÎT’ê jî di navde di bin pêşengiya 4 endamên MÎT’ê de tê amadekirin û bi alîkariya erkdarên dewletê yên li bajêr tê birêvebirin. Di nava wê plansaziyê de serokê Partiya Adaletê yê bajêr Faruk Kadıoğlu û Şaredarê wê demê Ahmet Uncu, MHP û Saziya ciwanên MHP (Ulku Ocagi Dernegi) jî cih digrin.
Bi hinceta “razên dewletê” ne eşkerekirina encama lêkolînê, nezelalkirina berpirsiyaran û derbarê tewanbaran de nevekirina lêpirsînan û di asta payebilind de xelatkirina tewanbar û berpirsiyarên wê pêvajoyê nîşan didin ku komkujî plansaziya dewletê bi xwe ye.
Ji persiyar û tewanbaran yek jî di pêvajoya komkujiyê de mudûrê emniyeta polîsan ê Gumgumê Abadulkadir Aksû bû. Abdulkadir Aksu piştî ku bi salan ji bo dewletê walîtî kir, pey re bi salan jî wezîrtiya karê hundir kir û bû qadroyê AKP’ê yê ji herî sereke û giringan yek. Provakator û qatilê sereke yê komkujiyê Ökkeş Şendîller jî bû wekîl û di meclîsê de cih girt.
Dozgerê rewşa awarte yê serdemê di angaştnameya doza komkujiyê de berpirsiyarên komkujiyê wiha rêz dike. Partiya Nîjadperest MHP û rêxistina ciwanên wê yên bi navê Komaleya Ciwanên Ulkuparêz, rêxsitna TÎT’ê, rêxsitna MÎSK’ê, rêxistina ETKO’yê û rêxistina Kontrgerîla.
Hişmendiya ku li Gumgumê komkujî pêk anî îro jî li ser kare. Îro jî li dijî civaka kurd heman komkujî bi destê heman rêxistin û heman çeteyan pêk tên.
Pêr li Geliyê Zîlan, li Dêrsimê, li Gumgumê pêk hatin, duh li Roboskî, li Sûrê, li Şirnexê, li Cizîrê û 9 navendên din pêk hatin, îro li Efrîn, Girê Spî, Serêkanî, Şehba û Şengalê pêk tên, heke bergîrên pêwîst ên neteweyî neyên girtin dê sibê jî li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê pêk were.
Ji ber ku dewleta tirk dizane tifaqa neteweya kurd, şoreşa Rojava û pêkhatina tifaqa civakan jehrkuja hişmendiya wan a nîjadperest, cudakar û qirker e lewre wekî gayê ku sor bibîne êrîşê Rojava dike û dixwaze dawî li tifaqa civakan a ku li Rojava pêkhatiye bîne û tifaqa netewa kurd asteng bike.
Nexwe hewceye em jî bi ruheke fedaî li Şoreşa Rojava xwedî derbikevin û ji bo pêkhatina tifaqa neteweyî û pêkhatina tifaqa civakan têbikoşin.
Wekî seydayê Cegerxwîn gotî: “An emê bibin yek, an jî emê herin yek bi yek”






