Medeni FERHO
Rastiya serdema me bi dîrokê ve girêdayî ye û divê, em têkiliya Kurdan û dîrokê her dem li ber çavan bigirin.
Herka çemê jiyana Kurdan, bi peymana Sykis-Pîcot hate guhertin. Dê vê serdema ku sê nişf derbas bûn de, gelek lîderên Kurd derketin holê, gelek berxwedan çêbûn. Bêguman dilsozî û sadakata lîderan nayê nîqaş kirin, lê divê hemû serdem û lîder, di rastiya civakê û konjoktura serdemê re werin nirxandin.
Rastiya gelê kurd, tenê bi klîmatên siyaseta herêmê ve, bi klîmatên siyaseta cîhanê re jî têkildar e. Di serdema imzekirina Sykis-Pîcot de, piştî ku dewlet li ser xaka Kurdistanê hatin ava kirin û van dewletan di nava xwe de “pakt”ên li dijî Kurdan avakirin jî, gelê Kurd bi xeyal û hasreta azadiyê hemhal bû. Lê îro, em dibînin ku klîmatên siyaseta hundir û ya cîhanê hatiye guhertin.
Wek serdema şerê yekemîn yê cîhanê, di şerê 3mîn yê cîhanê de, aktorên cûda li herêmê bi cih bûne. Dewletên li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin jî, bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdan dikin; lê konjoktura li Kurdistan, herêmê û cîhanê hatiye guhertin. Konjoktur li gorî bayê Kurdan ya dêrana bêndera siyasî hatiye guhertin.
Ev jî, tê wateya guhertina diyalektîka ronakbîriya Kurd, dive ev diyalektik baş were bikaranîn.
Ev konjoktur hêsanî ne hate bidestxistin: Birêz Ocalan, dibêje, “azadî di zarokê de dest pê dike”. Ev gotin, Musa û derketina ji Misirê tîne bîra mirov. Musa û Israîlî, 40 salî di rê de dimînin. Li gorî Musa, nifşê duyemîn wê bigihe Aden… Wilo jî çêbû.
Gotina Ocalan jî, hem bi gotina Musa re, hem bi gotina nivîskarê navdar yê Hindistanî Tagorî; “Dema vala nîna, dema ku vala diçe heye” ve tê girêdan; Di 40 salî de, hem nifşê duyemîn berxwedanê dike, hem dem û klîmatên serdeman jî baş hatin dagirtin.
Dewşirmeyên Selanîkê, pêşî diyalektîka ronakbîriya welatê rojê kuştin, gelê Kurd pasîfîze kirin, hişmendiya Kurd ber bi tunekirinê birin.
Di şerê yekemîn yê cîhanê de, dewşirmeyên Selanîkê, ola îslamê derxistin pêş, Kurd xapandin; di navbera salên, 1920 û 1926an de, li parlamena yekemîn ya Tirkiyê û di polîtîkeya Başûrê Kurdistanê de siyaseta “Misak-i Milli” avêtin holê û Kurd xapandin.
Di salên 1926 û 1986an de, bi hemû hêza xwe ketin nava “cehdê” û Başûrê Kurdistanê bi Iraqê ve entegre kirin, bandor li alfabeya Kurdî bi tîpên erebî jî kirin. Li Bakur jî, “Şana Îsmet-raporên tunekirinê” kirin pratîkê.
bikaranîna çeteyên DAIŞê, êrîşa li dijî Kobanê, wêrankirina bajarên Bakur û Rojava.
Û piştî pêşniyaza Ocalan ya “siyaseta demokratîk” û serketina Kurdan ya di hilbijartinên herêmî û giştî; ku Kurdan şaredariyên Kurdistanê bidestxistin, sîstema hevserokatiyê, sîstema rêveberiya herêmî kirin pratîkê, zihniyeta dewşirmetiyê bi rêbazên herî xerab êrîş dane dest pê kirin.
Dewşirmeyên Selanîk, her dem bi plan haraket kirine, cîhan jî xapandine. Mînak, wêrankirina 8 bajaran û komkujiyên di jêrzemînan de ne, lê cîhanê dengê xwe dernexist. Di wê rewşa dehşetengîz de, saziyên mafên mirovan, NY û YE dengê xwe dernexistin. Ji bo otopsiya kuştina zarok, jin, kal û birîndaran “protoka otopsi Mînasota” ne kirin pratîkê.
Faşîzma dewşirme, ji bo hassasiyeta Ewropa ya demokrasî (!) û mafên mirovan (!) ji holê rakin, yanî qirkirina siyasî, bi taybetî siyaseta qeyum û girtina hevşaredarên jin veşêrin; di Adara 2015an de, “Zirveya Şaredarên Cîhanê” yên jin lidarxistin û hemû şaredarên jin yên cîhanê vexwendin Tirkiyê.
Şaredarên jin, ji Filîstînê heta bi Hindistanê, heta bi Kosova û Fransa li navçeya Stembolê Avcilar pêşwazî kirin. Komkirina şaredarên jin yên cîhanê, li Stembolê, hişmendiya pratîk ya dewşirmeyan datîne ber çavan.
Bêguman şaredarên jin yên cîhanê, li Avcilar, qetulilleh, êrîşên li ser jinên Kurd û şaredarên jin yên Kurdistanê û sîstema hevsarokatiyê neanîne bîra xwe. Dema ku konjoktur tarî be, sîstema tecrîdê hebe, çav girtî ne, efsunbazî û ilizyonîstî serdest dibe!… Faşîzma dewşirmetiyê jî, cembaziya li ser sê şelîtan e…
Îro, rewş hatiye guhertin, bayê Kurdan bêndera serketinê xweş didêre, konjoktura siyasî ya cîhanê jî ligel Kurdan e. Divê Kurd, rewşenbîr, rojnamevan û siyastemedarên Kurd, efsûnbaziya sistema dewşirmetiyê baş bixwînin. Divê paradigmeya Ocalan, di pratîzekirina jiyana rojane de bigirin dest û şoreşa civakî destek bikin.
Hevgirtina di nava gelan de hatiye pêkanîn. Eger yekgirtina gelan saxlem bibe, wê rejîma Suriye û cîhana Îslamî jî tevlî ve konjokturê bibe, hingî hêzên Başûrê Kurdistanê jî wê mecbur bibin ku, ji Enqerê dûr, bi giyanekî azad, tevlî konjokturê bibin.






