Zekî BEDRAN
Gelo ewê Sûriyê bikaribe ji aloziya kûr ya ku ketiyê derbikeve? Hêzên mezin yê cîhanê di Sûriyê de xwe dane nîşandan. Pêvajoya tê jiyan kirin weke şerê cîhanê yê 3. hatiye pênase kirin. Sûriye welateke ku bi wêraniyê re rû bi rû hatiye û birîndare. Pir tiştên ku ji bo dermankirina vê birînê dibine asteng hene. Di pêşhatina van astengiyan de jî dagirkeriya Tirkiyê û mudaxelekirina wê ji pêşeroja Sûriyê re tê. Yek ji astengiyên giring jî karektera rejîma Esede. Ruxmî ewqas wêrankerî û koçberbûyîna bi milyonan hîn jî rêveberiya Esed feraset û hişmendiya xwe diparêze. Çanda serweriyê û hişmendiya ku li gorî wê hatiye ava kirin keviran davêje mirov û sisteman. Rejîm hîn jî di feraseta rêveberiya navendî ya Baas de ku daliqandina wêneyên reyis li her derê welat hebe, israr dike.
Ger ku Tirkiye jî di nava hewildayînên dagirkirina Sûriyê û siyaseta dizayinkirinê de nebaya ewê çareserî hîn zûtir pêşketiba. Hêzên di hindirê Sûriyê de ewê biçûna çareseriyê. Di rewşa heyî de ji derveyî Idlib pevçûna hindirîn nemaye. Ger rejim û hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi rengekî lihev bikin ewê beşeke mezin ji pirsgirêkê çareser biba. Tu hêzeke ji derveyî Tirkiyê pîlansaziyên dagirkirina Sûriyê çênake Rûsya û rejîma Îranê jî vêna destek dike. DYE û koalisyon jî di çarçoveya şerkirina li hemberî DAIŞ de tevdigere. Yê ku dagirkeriyê dide pêş, tevlî El Nusra hêzên çekdar destek dike û diparêze jî Tirkiyê ye.
Tirkiye û Îran, di Sûriyê de tenê di meseleya dijberiya kurdan de lihev dikin. Ji derveyî vê polîtîkaya wan ya Sûriyê bi temamî li dijî heve. Mewziyên Îranê di Sûriyê de lêdanê dixun. Wendahiyên Îranê yê canî jî hene. Heya niha me nedîtiye Tirkiye vê yekê şermezar dike an ji bo wê aciz bibe. Jiber Tirkiye aliyên Sinnî, Ixwancî û El Nusracî destek dike. Dixwaze ku vana di Sûriyê de derbasî desthilatdariyê bike yan jî bike hevkarê wê. Îran jî dixwaze rejîma Esed bide serwer kirin. Di Rojhilata Navîn de Îran pêşengtiya eniya Şîî, Tirkiye jî ya Sinnî dike. Polîtîkeya wanî herêmê jî li dijî hevdûne.
Tirkiye dixwaze herêmên ku dagir dike ji kurdan paqij bike û li şûna wan bingeha girseya ku bibe ya wê bi cih dike. Ev siyaset di heman demê de amedekariya tasfiyekirina rejîma Esede. Piştî ku Tirkiye bi destekkirina hêzên çekdar di nava şer de nikarîbû rejîma Esed tasfiye bike, niha bi zayifkirina tabanê Esed û bi bêbandorkirina wî ji hundir ve hewil dide bin lingê wî bikole. Rûsya û Îran jî vê rastiyê pir baş dibînin. Tûrkiye bi vederkirina kurdan ji tevayî pêvajoyan û bi hewildayîna tunekirina wan ve bê îstîqrariya Sûriyê kûr dike. Rûsya û Îran jî hiştina Kurdan ji derveyî tevayî pêvajoyan erê dike û ji vê polîtîkayê re dibe hevkar. Pêvajoya Astana di piratîkê de zîvirîye bloka li dij kurdan. Komisyona destûra bingehîn jî di vê eksenê de hate ava kirin. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku yek ji sêyê Sûriyê azad dike û rêveberiyeke wê ya demokratîk ava dike, ji derveyî komîteya destûra bingehîn hate hiştin. NYE, Rûsya û tevayî hêz dibêjin ku Tirkiyê pêvajoyê bloke dike.
Tirkiye bi nifûsa xakên ku dagirkiriye ve dileyze. Bi rêxistinkirina binesaziya îdarî ya Tirk ve amedekariyên bi xwe ve dana girêdan dike. Weke ku xakên Sûriyê ayidî wê ye tev digere. Dagirkerî û bi nifûsa herêmê ve leystin li dijî hiqûqa navnetewî ye. Lê Tirkiyê bi têkiliyên ku hem bi DYE, hem bi Rûsya û Îran re pêşxistiye ve, vê rewşê normal û rewa dike. Di daxuyaniyên hevbeş yê Rûsya, Îran û Tirkiyê de bal dikşînin ser “ serweriya Sûriyê û yekîtiya xaka wê”. Ev daxuyaniyana tam weke pêkenokan bûye. Tirkiyê herdem Sûriyê dagir dike. Qadên xwe yê dagirkeriyê fereh dike. “ artêşa niştimanî ya Sûrî, hikumeta demkî” ava dike. Parazvaniya El Nusra dike. Di tevayî pirsgirêkên Sûriyê de xwe kiriye weke alî gir. Ev çawa rêzdariya ji serwerî û yekîtiya xakê re ye, famkirina vê yekê ewê çawa be. Hêzên weke Rûsya û Îranê texrîbatên ku Tirkiyê di Sûriyê de ava kiriye datîne aliyekî û berjewendiyên xwe yê demkî didine pêşiya her tiştî.
Tirkiyê bi kelem dayîna pêşiya pêşeroja Sûriyê û ewqes mudaxele kirina wê ve çareserkirina pirsgirêkê tengav dike û aloziyan kûrtir dike. Gelên Sûriyê jî nayên gel hev û di nava xwe de nîqaş nakin. Ji Sûrî’yan re navengîniya lihev kirin û yekîtiyê nayê pêşkêş kirin. Tirkiya ku ewqes bûye mudaxelekerê destûra bingehîn ewê çiqase bikaribe îradeya gelên Sûriyê biteyisîne. Di vê mijarê de berpirsyariya Rûsyayê mezine. Hêza ku bi Tirkiye re bûye hevkarê bloke kirina pêvajoyê Rûsya ye. Vederkirina kurdan ger ku ne bi erêkirina Rûsya ve ba pêk nedihat. Tirkiyê cîhanê bi rêve nabe. Wiha hêzeke wê ya supr nîne. Li ser dijminatiya kurdan re hebûn û nebûna xwe daniye holê. Jiber ku Rûsya jî vêna dizane tawîz li ser tawîzan digre û ji Tirkiyê gelek faydeyên aborî dibîne. Rûsya ji nakokiya heyî fayde digre lê ji bo demeke dirêj wê ev ne ji bo berjewendiyên kurdan ne ji bo yê Sûriyê û ne jî ji bo yê Rûsya yê guncaw be. Tirkiyê dema tengav dibe baz dide gel DYE û NATO’yê.
Tirkiye nikare polîtîkayên xwe yê heyî bidomîne. Erdoxan weke Hitler bi dahifdayîna saziyên dewletê û zagonên wê li aliyekê û avakirina navengîniya qirîzê ve, bi yek destî Tirkiyê bi rêve dibe. Ji bo vê yekê pêdiviya wê ya ji hindir û derve de bi dijminan û şeran ve heye. Lê Erdoxan hatiye dawiya rê. Êdî gihiştiye asteke ku ne hundur ne jî derve bikaribe vê polîtîkeya wêraniyê, alozî û şer rabike. Bi qasî ku berxwedaniya gelên Sûriyê bidome ewê tengaviyên dagirkeran jî hîn kûrtir bibe.






