Sîpan Şînda
Gozê dibêje:
Emero de lê de, poz berano de lê de, kurê mino de lê de
Tu wê rabe dîpçika tifingê li erdê de
Serê ku ji dê derketî kurê mino careke din naçe di dê de
Tu wê rabe nebêje evê henê kurê filankes û bêvankesê ye
Tu wê rabe tifinga ewilî li bincengê kurê dewletê de
Çiqas dengbêjekî li darê dinyê hebê
Daîm wesfê û methê kurê min bidin
Li dîwana, babo lo li nêv xelkê de
Di nava civaka Kurdan de mêrxwazî hîmekî girîng e. Mêrxwaz û mêrxwazî, ji bo kes, êl, eşîr û civakan weke kultekê tête qebûlkirin. Mêrxwaz, di nava civakê de bûne weke pêlewan û nav û dengê wan di nav gel de belav bûne. Deverên ku ew mêrxwaz lê jiyane, sehma wan li ser gelê herêmê ketiye. Gelik ji van mêrxwazan jî bûne çîrok û kilam û civat civat, diyar diyar gerane û li ser zimanê dengbêjan hatine lêlandin. Mêrxwazek ji wan ê ku mêrxawziya wî nav û deng daye û bûye stran û di nava civaka Kurd de belav bûye, Emê Gozê ye. Çîroka Emê Gozê, mêrxwaziyek li himberî dewleta Osmaniyan û hevakarên wê ne. Ew bi çend mêrxwazên Eşîra Elîkan ji Deşta Xerzan diçin geliyê Bilîsê û pêşiya posta dewletê digirin. Şerekî dijwar di nava wan û leşkerên Roma Reş de derdikeve. Ew, posta Roma Reş dişelînin û weke talan dibin ji xwe re. Dewlet vê bûyerê çav Hesenê Osman ve tîne. Ew serekeşîr û rûspiyên herêmê kom dikin û dibêje yan divê hûn Emê Gozê û hevalên wî tevî talanê postê ji me re bînin, yan jî hûn jî şirîkê şelandina vê bûyerênin. Çend serekeşîrên herêmê rêdikin Qesra Baxemsê cem Hesenê Osman. Ew dibêjin divê tu wan mêrxwazan tevî talanê anîne teslîmî dewletê bikî yan jî em ji te re newekirîne. Hesenê Osman jî dibêje ev tişt nebûye û nabe jî. Eşîra Pencînaran, Şêxên Geliyê Zîlan, Mala Eliyê Ûnis, Eşîra Remiyan û hwd bi leşkerê Qubînê, Zoqê, Elmedîna, Kopê û tevî gelek leşkerên din yên herêmê re dibin yek û diçin li ser Qesra Baxemsê li ser Hesenê Osman. Emê Gozê jî soza xwe bi Hesenê Osman re daye ku wî nehêle tenê û li ber xwe bide. Emê gozê tevî Hesenê Şêxo û Mihê Emer kozik û çeperên xwe li ber Qesra Baxemsê çêdikin. Ew hersê ji hevre soz didin ku dibêjin kuştina me hebe reva me tunebe. Ew lingê xwe qeyd û zincîr dikin û miftê ji Hesenê Osman re rêdikin Qesra Baxemsê. Her çend şer li ser serê wan giran dibe jî, lê haya wan qet jê nîne. Emê Gozê dibêje “ezê îro termê axa û axalera bi ser hev de biqulipînim li erdê”. Lê feleka wî xirabe û pismamê wî Simê Osman xiyanetê li wî dike. Ew diçe kozik û çepera Emê Gozê nîşanî neyaran dide. Piştî Emê Gozê û hevalên wî têne kuştin, Hesenê Osman jî jin û zarokên xwe direvîne dibe û Qesra Baxemsê terk dike. Emê Gozê jî bûye qehremanê gel û civat her û her bi strana wî germ bûne.






