Idrîs HENAN
Berê hegemoniyê ji xwe re kaxezek û pênûsek dianî û nexşeya Rojhilata Navîn li gorî hewcedariya xwe ji mecalên stratejîk re, parçe dikir. Li hin cihan dewletên mezin û li hinekan jî dewletokên bi xêr û berr ava dikir. Ji lew re dema ku ji vê herêmê vedikişe, bedenekî tije nexweşî û gelek pirsgirêkên nehatine çareserkirin li pey xwe dihêle. Ne ku hêza wê ya çareseriyê nîn bû, berevajî; ji ber ku di vê qadê de her hegemoniyê destguhertiye û bê serweriya li ser wê nabûye hegemonî, riya vegerê bi şantajan dûz kiriye.
Bi herdu şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn re, hegemoniya xwe ya sed salî misoger kirin û li gorî xwe hêz û sîstemên faşîst û dîktator ava kirin. Di binyada fikirîna hegemoniyê de qet berjewendiya gelan nîn e. Ya heye, tenê desteseriya li ser jêderên enerjî, gaz, neft û petrolê ye ku damarên dilê nevendê her zindî bimîne. Ji bona vê jî cokên ku hemûyan di gola wê de biherikînin lazim dike. Şertê çêkirina cokan jî şantaj û domdariya pirsgirêkan e.
Îro jî pirsgirêkên li herêmê bi destê hegemoniyê û otorîteyên xwecihî tên şiyarkirin. Armanc jî; ji nû ve dîzayînkirina herêmê ye. Her wiha lîberalîzekirin û kûrkirina pirsgirêkan e. Ji ber vê jî qeyrana li herêmê roj bi roj berfireh û aloztir dibe. Fena girêka kor lê kirine ku destwerdana vîna gelan a nûciwan kirine. Mirov dibêje ne ew bin girêk venabe?! Wisa narvîna herêmê xistine bin kontrolê û hesabên xwe yên hegemoniyê li vê sahê safî dikin.
Di nav saziyên ku piştî herdu şerên cîhan yên yekemîn û duyemîn avakirine de, gelek qanûn û zagonên ku piştgiriya çêkirina cokan dikin hene. Hemû jî li ser refik mefikan tije toz û telaz bûne. Lê kengê dema wan were bi kar tînin û mudexeleyên xwe rewa dikin. Di nav wan saziyan de jî serweriya li ser cîhanê parve kirine. Mîna zîgoratan lê hatiye ku her aliyek li gorî hêza xwe cih li qateke vê saziyê girtiye. Li gorî wê jî kî dikare beşdarî biryarên stratejîk bibe û kî nikare, hatiye diyarkirin. Ji lew re em îro dibînin ku; bi êrişên faşîzma Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lihevkirina bi çeteyên li Lîbyayê û destwerdana li rojhilatê behra spî re, asta bertekan tenê gotin maye. Heman tişt ji bo rejîma Sûrî derbasdare. Rejîmek bi saln gelê xwe qir dike, îradeya xwe radestî biyaniyan kiriye û welat parçe parçe kiriye, lê bertekên nava heşt salan de derketine, isbat dikin ku rejîmên faşîst dîktator ên nola AKP û Baas bi qasî ku xizemtî têkoşîna hegemoniyê dikin, xizmetî xwe nakin. Çendîn civak bê qirkirin û tunekirin, ya girîng rêûresma trajedîk a hegemoniyê misoger bike ye. Her wekî din, siloganên berxwedan û têkoşîna li dijî dijminên çêkirî, hîkayeya desthilatdariyan e ku îradeya gelan teslîm bigirin.
Îro jî heman tiştî dikin. Hewldana mezin ya sîstemên desthilat û hegemoniya ku çermê xwe nû dike ew e; kedîkirin û pişt re têkbirina vîna gelan a azadiyê ku di nav sanciyên qeyranê de zaye ye. Loma jî her kesî berê xwe daye bakur û rojhilatê Sûriyê. Hinek şantaj, hinek lihevkirin û hinek jî êriş dikin. Hemû jî armanc dikin ku hêza li bakurê Sûriyê xwedî vîn bûye û kilîtên çareseriyê ji destê hegemoniyê girtiye, têk bibin. Ger hêza wan a têkbirinê têrê neke, bi kêmanî li ser sifreya xwe kedî bikin û mezin bikin!. Pêşketin û birêveçûnên li ser erdê diyar dikin ku êdî ew hêza gelan a azadî, wekhevî û demokrasiyê bi gewde bûye. Sazî û dezgehên xwe ava kiriye ku ne aliyek jî dikare derveyî îradeya wê hebûna xwe li herêmê misoger bike. Ango; çawa ku îro bi riya gef û êrişan hebûna gelên herêmê hedef digirin, hebûna wan jî girêdayî îradeya berxwedanê ya gelên herêmê ye. Çawa îro, heya duh çav li komkujiya gelê Ermenî girtibûn, ê bi vîna vî gelî ew komkujî nas kirin. Dêmekî tenûr nesincire, nan nayê pêjtin. Nikarin weke berê nanê xwe li ser tenûrên me bisincirînin. Îro tenûra gelan a têkoşîna azadiyê sinciriye ku bi zora vîna azad a gelên herêmê li hemû kiryarên xwe yên dermirovî mikur tên.






