Mihemed ŞAHÎN
10’ê kanûnê roja mafê mirovan a cîhanê ji hêla parazvanên mafên mirovan ve li hemû cîhanê hat pîrozkirin.
Li Tirkiyeyê jî her sal di navbera 10-17’ê kanûnê de di çarçoveya hefteya mafên mirovan de gelek çalakî û aktîvîteyên cûr bi cûr tên li darxistin.
Lê ya rast ewe ku li cîhanê û Tirkiyeyê der barê mafên mirovan de rewş roj bi roj xerabtir û girantir dibe.
Bêguman hebûn û tunebûna mafên mirovan raste rast bi hebûn û tunebûna demokrasiyê ve girêdayî ye. Paşveçûna mafên mirovan tê wateya paşveçûna demokrasiyê. Lewre têkoşîna demokrasiyê di heman demê de têkoşîna mafên mirovan e.
Qeyrana ku di gelenperiya cîhanê de pergala kapitalîst tê de dijî rê li bilindbûna nîjadperestiyê vedike. Nîjadperestî jî rê li desthiltdariyên otorîter û dîktatorî vedike. Ev jî ji bo mirovahiyê tê wateya meşa ber bi rojên reş û tarî ve.
Lê rewşa dewleta tirk belkî ji hemû dewletan xerabtir û kambaxtir e. Du geşedanên ku di 10’ê kanûnê roja mafên mirovan de pêk hatin rewşa Tirkiyeyê bi awayeke ku qet pêdivî bi şîroveyê nahêle radixe ber çavan.
A yekemîn; Dadgeha Mafên Mirovan di biryara xwe ya doza karsaz Osman Kavala de dewleta tirk mehkûm kir. Di biryara xwe de got; Osman Kavala nêzîkî du salane bi awayeke derhiqûqî, bê sûc û bê guneh di girtigehê de ye, hewceye demildest were berdan.
A duyemîn; Serokomar Erdogan di axaftina xwe de saziya NOBEL’ê ya ku di cîhanê de bi dayina xelatên xwe yên herî bi nirx, bi qedir û qîmet û payebilind tê zanîn rexne kir. Nivîskarê tirk ê ku di cîhanê de bi nav û denge û xelata NOBEL’ê wergirtiye Orhan Pamûk terorîst îlan kir.
Ev her du mînak nîşan didin ku kesên wekî Erdogan nefikirin li Tirkiryeyê terorîst tên îlankirin û bêsûc û bêguneh bi salan di zîndanan de tên girtin.
Dema ku li milê Tirkiyeyê û ji bo tirkan rewş wiha be, texmînkirina rewşa li milê Kurdistanê û kurdan ne gelek zehmet e. Sed sale li vî welatî kurd hemû terorîstin û li Kurdistanê mafê jiyanê tune ye. Welatê kut ê de mafê jiyanê tune be li welatê qala mafên mirovan nayê kirin.
Lewre, qirkirin, komkujî û hovîtiyên ku li Kurdistanê pêk tên bi rêzkirinê naqedin. Lê ji bo fêmkirina rewşa kurd û Kurdistanê dixwazim tenê bala we bikşînim ser du geşedanên herî dawîn.
A yekemîn; Di 6’ê kanûnê de leşkeran avêtin ser gundê Mûşiyan a navçeya Dûtax a Agiriyê. Di nava gun de Murat Kaya yê bavê 3 zarokan ê bê sûc û bê guneh qetil kirin. Ji bo qetilkirina xwe rewa nîşan bidin Murat Kaya “terorîst” îlan kirin. Di derbarê qetilkirina Murat Kaya de ne ji rayedarên dewletê û ne jî ji çapemeniya wan a hewzê yek dengek derneket.
A duyemîn; Li bajarê Antalyayê 3’ê xwendakarên kurd ên zanîngehê di avahiya xwedekaran yurda ku lê diman de bi êrîşa koma nîjadperestan a ji 16 kesan pêk dihat rûbirû man. Koma nîjadperest gotibû “emê li vir kurd û HDP’yiyan nehewînin” û her sê xwedekarên kurd derb û birîndar kirin.
Li gorî makeqanûna Tirkiyeyê li vir sucên “kîndarî, nefret û cudakariya etnîkî” pêkhatibûn. Bi kurtahî sucê faşîzmê pêkhatibû û ewlehiya jiyana 3 ciwanên kurd di xetereyê de bû. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê ev sûcên giran in.
Sê xwendekarên kurd ji bo cezakirina wan çeteyên faşîst serî li dozgeriyê dan. Dozger ev sûcên giran ên ku pêk hatibûn yek jî nedît û piştî girtina îfadeyan bi îdiaya “birîndarkirina sivik” heye 16 êrîşkarên tirk ên faşîst berdan. Bi kurtahî dozger xwest heqîqetê berevajî bike û bi nixumîne.
Bi ser de rêveberiya yurdê jî bi daxwaza ji yurdê avêtinê der barê 3 xwedekarên kurd de lêpirsîn da destpêkirin. Rêveberiya yurdê jî wekî dozger nexwest sûcên koma faşîst bibîne û 3 xwendekarên kurd sûcdar îlan kir.
Di encamê de, ji ber tunebûna ewlehiya jiyanê, 3 xwendekarên kurd neçar man dawî li xwendekariya xwe ya zanîngehê bînin û vegerin malên xwe.
Bêguman di çanda kurdan de hovîtiyeke wiha tune ye, lê ji bo fêmkirina hişmendiya dewleta tirk a faşîst, a cotstandart û cudakar ka yek deqeyek em berevajî bifikirin. Heke li bajarekî Kurdistanê 16 xwendekarên kurd bi gotina “emê tirk û AKP’yiyan li vir nehewînin” û êrîşê 3 xwendekarên tirk bikirina û xwendekarên tirk jî ji ber neçariyê zanîngehên xwe biterikandina û vegeriyana malên xwe gelo dê dozger û rêveberiya yurdê heman biryar bidana? Gelo hûn texmîn dikin ji jêr hetanî jor dê li Tirkiyeyê rewşeke çewa derketa holê?
Bersivên van her du pirsan hişmendiya dewleta tirk a sedan salan vedibêjin.
Welatê ku tê de domokrasî tunebe, tê de heq-hiqûq û edalet tune be, tê de wekhevî, aştî û azadî tune be di wî welatî de binpêkirina mafên mirovan bi vegotin û rêzkirinê naqedin. Demokarasî bi pêkhatina mafê mirovan, mafên mirovan jî bi pêkhatina demokrasiyê pêkane.
Lewre, ji bo serwerbûna mafên mirovan xurtkirina têkoşîna demokrasiyê, ji bo serwerbûna demokrasiyê jî xurtkirina têkoşîna mafên mirovan jêneger e. Ji ber vê yekê têkoşerên demokrasiyê, têkoşerên mafên mirovan û hêzên kedê neçar in ku eniya têkoşîneke hevpar û mezin ava bikin.
Di Beyanameya Mafên Mirovan de wiha tê gotin; Heke di dewletekî de binpêkirina mafên mirovan hebe li dijî wê dewletê berxwedan mafeke rewa ye.






