Medenî FERHO
Dewşîrmeyên bi “xwîna xerabûyî ya birîna reş” hatine xwedî kirin, careke din rûdêna xwe ya reş eşkere kirin. Ji ber bazirganiya amurên tiryakê, 30 kesên ku fermandarên Artêşa Tirk jî di nav de ne hatine girtin.
Ev nûçe, di 7ê Kanuna 2019an de di medya Kurd û Tirk de cih girt.
Bi salan e, dewleta Tirk, propagendeya PKKê û bazirganiya tiryakê dike, lê yek kes jî ne hatiye girtin. Lê di serdema Dêlegura Tansu Çîller de jî, bi tank, trimbêlên zirxî û helikopteran bazirganiya amurên tiryakê dihate kirin. Ji sedema dadgehkirinê, dêlegura Tansu Çîller, bi salan dernekete derveyî welat, bi taybetî neçû Avusturya û Elmanya.
Parlamenterên partiya Erbakan, di serdema hevpariya bi Ecewît û Bahçelî re, li Elmanya bi amurên tiryak û zêr hatin girtin. Dewleta ku, bi kontra, sergerde û tetîkkêşan re hevkar e; doh li Kobanê, îro li tevahiya Bakurê Suriye, îro jî bi çeteyên DAIŞê re hevkariyê dike.
Li gorî nûçe, efser jî di nav de gelek kes hatine girtin. Dibin nûçeyê de, fotoyê kamyoneteke ku dawiya wê bi çuwalên amurên tiryakê dagirtî ye xuya dikir. Efserên Artêşa Tirk jî mikur hatin ku ew, demeke dirêj e vî karî dikin û dişînin welatên Rojava. Cîhan jî, bi çavên vala li Tirkan dinêre, bi guhên girtî guhdariya derewên wan dike, bi zimanekî lal – wek çîroka Kafka- bersivê dide. Ev xefletek sefîlî ye!….
Parlamentera HDPê Meral Daniş Bêştaş, mijar bire parlamenê, bi pirsnameyekê daxwaz kir ku wezîrê karên hundir bersivê bide pirsên wê.
Heyhat! Wezîrê karên hundir serikçete ye, serikkorucu û serikbazirganiya fuhuş û amurên tiryakê ye. SERIK Soysuz yanî, yanî ew, mîratzadeyê kujer Mehmet Agar û bavê çeteyên ku li dijî Seferî û dikana wî ya pirtûkan êrîşên kujerî pêkanîn Org. Yaşar Buyukanit e. Kujer Org. û zirbavê kujeran, beriya çend rojan kewitî!… êrîşa li dijî pirtukan, ji serdema Skenderê Mezin û vir ve dewam dike. Skenderê Mezin bêyî Aristo gav ne diavêt, qaşo evîndarê zanistê bû; lê, li Kurdistan û Persiya, bi bexîliyek mezin, Zend Avesta şewitand.
Pirtûkxane, ji bo qral, padîşah û desthilatdarên diktator “xasbaxçeyê qedexe” ne. Xwendina pirtûkan jî gunehkariya “sêv”a Adem e.
Faşîzma dewşîrmeyên new-î Tirk e. Sêv û Adem, di mêjiyê dewşirmeyên Îttîhadî de bûye felsefe û îdeolojî, li dijî her cûra şoreşên zihnî, gelî, sîstemî, çînayetî û teknîkî ye. Organîzmeyek bedenî ye, têkildarî mêjî nine. Tiştên têkildarî mêjî nebe, bê exlak e!… Ev nifşê bê binyat, sed sal in li dijî Kurdan derewan dike, bi taybetî piştî Haraketa Azadiya Kurd û têkoşîna 40 salî, kiryarên xwe yên li derî însanî ku bûne nexşeya rezaleta exlakî, bi derew û teşqelyena vedişêre.
Di serdema Erdogan de, zarokên Kurdan, ciwanên Kurdan li kolanan, di riyan de, li dibistanan bi komî têne kuştin. Roboskê û Arfad (Til Rifat) mînak in. Lê ew, bi bêşermiyek mezin, Kurdan bi kuştina zarokan sucdar dikin.
Vêca îro, carake din eşkere bû ku, medya qesrê (ku tenê di serdemên Hitler, Mussolînî û Franco de nevî çapemeniyek wisa hebû), eşkere kir ku efserên Artêşa Tirk, bazirganiya amurên tiryakê dikin. Artêşa ku her dem, pesnê xwe bi artêşa duyemîn ya mezin ya NATO dide, di çi hal û ahwalî de ye?. Artêşa dewşirme, dagirkeriyên xwe, bi gotinên aştî, durustî, rizgarî dilpaqijî û pêkanîna aramiyê bi nav dikin.
Mixabin cîhan xafil û sefîl jî dibîne, dibihîze, lê deng nake, hes nake û naxive.
Erdoganê ku, bi hiş û ramanê Enver Paşa haraket dike û dixwaze, bi riyên “Ixwanî” cîhanek îslama DAIŞwarî ava bike, di civîna NATO de, (5Kanun 2019) li Londonê, serî li şantajê da û xwest hêzên li dijî DAIŞê rûmeta mirovahiyê parastin, mirovahî ji metirsiyek tofanî rizgar kirin, YPG/YPJ=QSD bike lîsteya terorê. Kesên li dijî YPG/YPJ/QSDê derbikeve, direct dibê hevparê çeteyên DAIŞ û El Nusra!…
Lê lîderên Ewropa bi aql-i selim tevgeriyan û xwîsiya Erdogan di qirika wî de hiştin. Enver Paşa li hespê spî suwar bû, desthilatdariya Bab-i Alî dagir kir, wezîr-paşa kuştin, piştre gel qirkirin. Erdogan jî, hem qirkirina siyasî dike, hem qirkirina gelan.
Dewleta Tirk, dibin serkêşiya Erdogan û Bahçelî de, bûye dewletek haydut/çete û sîstemek faşîzan hatiye avakirin. Divê hesabê van sucan were pirsîn.






