Zekî BEDRAN
Wezîrê karê derve yê Rûsyayê birêz Lavrov car caran derbarî kurdên di Sûriyê de hin daxuyaniyan dide. Berê jiber nakokî û rakabeta xwe ya bi Emerîka re kurdan jî tevlî vê rakêşiyê dikir. Bi şêwazeke ku derdor teherîk û sor bike digot ku Emerîka dixwaze ji kurdan re dewletekê ava bike. Qalbikî hebûna kurdan û bi cihbûna wan di Sûriyê de ji bo avakirina dewletekê, ne guncawe. Her wiha tu carî jî kurdan negotine em dewleteke cûda dixwazin. Di tu bername û helwestên wanî siyasî de daxwaza dewletê derneketiye. Di rewşa heyî de li Sûriyê jixwe guhertina rewşên siyasî çêbûye. Birêz Lavrov ji xwe kurd ji bo ku bi dewletê re têkevin nava diyalokê hatine Şamê.
Tê zanîn ku Rûsya ne dijminê kurda ye û tu berjewendiyên xwe di tesfiye kirin, înkar û îmhakirina kurdan de tuneye. Di çend rojên berê de Pûtîn jî ragihand ku têkiliyên xwe bi kurdan re dispêre demên berê, di aliyê dîrokî de bi kurdan re dostaniya me heye. ev daxuyaniyên han girîngin. Lê di warê piratîkî de jî pêwîst dike hindirê van daxuyaniyan dagrin û li hemberî kurdan gavên berovajî van daxuyaniyan navêjin. Mixabin têkiliyên Rûsya bi Tirkiye re li ser Sûriyê pêşxistiye her ku çû bû li dijî kurdan. Bi polîtîkeya nijadperestiya Tirk ya li ser jenosîda kurdan re, bû hevkar. Di Efrînê de kurd bi temamî ji paqijkirineke etnîkî re hatin hiştin. Di ser re du sal derbas bû, ji Rûsya tu deng derneket. Di sala derbasbûyî de ji bo ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ku kurd jî di nav de ne tevlî civîna Sotçî bibin, 140 nav hatin diyar kirin. Rûsya evana dawet kir. Lê belê di navbera wan û Tirkan de lihevkirineke çawa çêbû ku di kêliyên dawiyê de bê ku tu daxuyanî jî were kirin, ev dawetî hate îptal kirin.
Rûsya, Tirkiye û Îran di pêvajoya Astana ya ku ava kiribûn de ferzkirinên Tirkan qebûl kirin û kurd bi temamî ji derveyî tevayî pêvajoyên fermî hiştin. Rêveberiya xweser ku di aliyê nifûs û erdîngariyê de li Sûriyê nûnertiya beşeke giring dike, ji derveyî pêvajoya Cenevreyê hiştin. Di Sûriyê de piştî rejîmê beşê herî giring ku rêveberiya herî demokratîk ava kiriye ji derveyî komisyona destûra bingehîn jî hiştin. Rûsya li hemberî dagirkirina Tirkiyê ya Serêkaniyê û Girê Spî jî tu bertek neda nîşandan. Ev herêm jî ji Tirkiyê re hate hiştin. Rûsya hem qala yekîtiya axa Sûriyê û serweriya wê dike, hem jî li hemberî dagirkirina Tirkiyê ji xakên Sûriyê re bêdeng dimîne. Her wiha Tirkiye dijberîtiya xwe ya ji Kurdan û derve hiştina wanî ji tevayî pêvajoyan re jî pê dide qebûl kirin.
Lavrov dibêje ku, Kurd di Rojhilata Navîn de rastiyekin û pêwîste dewletên têkildar pirsgirêkên xwe yê kurdan çareser bikin. Beriya du rojan jî got ku pirsgirêka kurd ji bo herêmê weke bombayekê ye. Rayedarên Rûsya baş dizanin ku pirsgirêka kurdan li Rojhilata Navîn cidiye. Di rewşa heyî de Tirkiye hem di nava xwe de, hem jî li Iraq û Sûriyê, yanî di nava sê dewletan de bi kurdan re şer dike. Yan wê kurdan tune bikin, yan jî ewê mafên wanî hebûn û nasnameyê bi rengekî qebûl bikin. Di vê xalê de yê weke Rûsya ku dixwaze di herêmê de bibe hêz û dewleteke ku girêdanên xwe yê dîrokî bi kurdan re heye pêwîste roleke avaker bileyze. Ji bo vê yekê jî welatê herî guncaw Sûriye. Jiber Rûsya ji xwe di nava pirsgirêka Sûriyê de ye û bandoreke xwe ya giring li ser heye. ji bo ku rê li pêşiya dagirkerî û rêxistinbûna Tirkiye ya bloka sunnî li hemberî rejîmê bigre jî, çareser kirina pirsgirêkên Sûriyê û avakirina yekîtiya wê ya hundirîn, pirsgirêkeke aloze. Hêza herî zêde ji bo vê yekê roleke giring bileyze jî kurdin. Kurdan rola herî çalak di şerê li hemberî DAIŞ’ê de leystin. Ji gelê ereb qut nebûn, rêveberên hevbeş yê xweser ava kirin, li hemberî êrîş û dagirkirina Tirk, ji bo parastna sînor û xaka Sûriyê herî zêde jî wan berxwe dan.
Lavrov dibêje bera kurd bi Şamê re diyalokan çêbikin. Lê li şamê jî kesê ku pê re diyalokan çêbikin û bibine muhateb nînin. Kurdan û rêveberiya xweser bi caran gotin ku ew amedene ji diyalokê re û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên xwe bi Şamê re ragihandin. Birêz Lavrov ev bangewazî, bera di cihê xwe de be û rejîma Sûriyê ji bo muxatebbûyînê ya û çareseriyê îqna bikin. Ji bo rê li pêş girtina dagirkeriya Tirkiyê, QSD di çarçoveya mutabeqatên ku bi Rûsya re kiriye, tiştê ku dikevine ser milê wê dike. Artêşa Sûrî û yekîneyên Rûsya di sînorên bakurê Sûrî de bi cih kirin. Ev ji bo yekîtya Sûriyê gaveke giring ya baweriyê ye. QSD û Rêveberiyên xweser ne xwedî helwesteke ku Şamê red bikin, an xwestekê zêde bikin. Ger ku rêveberiya Şamê hebûna wan qebûl bike û maseya muzakereyan were ava kirin, ewê wê demê tevayî pirsgirêk di nava yekîtiya Sûriyê de bi rêbazên siyasî ve werin çareser kirin.
Ez dûbare bibîr bixim; tevayî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di serî de kurd, zêde di pêvajoyên şer re derbas bûn, pir zêde bi dagirkerî, wêrankeriyê re rû bi rû hatin û bedel dan. Êdî dem hatiye û derbas bûye ku ji vêna re nuqte were dayîn. Tê zanîn ku Rûsya hewil dide di Sûriyê de îstiqrarbûyînekê ava bike. Di rewşa heyî de bendewarî ji kesên weke Lavrov ku polîtîkaciyeke xwedî tecrûbeye ewe ku roleke avaker û çalak ji bo amedekirina Şamê ji diyalok û aşîtiyê re, bileyze. Ger ku Rûsya vê rolê bileyze, ewê teqez ji kurdan jî alîkariyê bibîne. Gelê kurd ji xwe pir zêde belayên mezin ji komkujiyan, wêraniyan, îmha û înkarê dîtin. Ji bo ku êdî ev pêvajoya neyinî were derbas kirin, pêwîste ku dewletên weke Rûsya rola xwe ya dîrokî bileyzin.






