QASIM ENGÎN
Medyaya Kurd bê navber di qirkirina Kurdan de çeteyan tawanbar dike. Bi gotinek din, qirinên dewleta Tirk bi vê nêzîkbûyîna xwe derdixe paqijiyê.
Di seranserê dîroka Osmaniyan de cihê ku wan komkujî an jî qirkirin pêk anîne, hûn nikarin yekser destê Osmaniyan têdebibînin. Ji ber ku Osmaniyan berê ku biçin cihêkê, ewil Akinciyên mufrezeyên pêşeng ku her avahî hovîtî li ser gelan meşandine rêkirine. Wan her avahî talan, kuştin, qirkirin, tecavûz, dizî pêkanîne. Dewleta Osmanî pê re bi fermî lê îca bi nermî dihat ew qad dagirdikir. Ev jî dihêşt ku gelên ku êş jiyane Osmaniyan li gore Akinciyan baştir bibînin û Osmanî jî xwe wek adalet xwaz nîşanbidin.
Bese ku kar anîna Alayên Hamîdiyê werin bîra me. Bi mîlyonan Ermenî bi sîstematîk qirkirin û niha jî dibêjin bila belgeyên dîrokî werin vekirin, ka em bibînin kê ev qirkirin pêkanine. Bêguman dema belgeyên dîrokî werin lêkolînkirin, yê werin dîtin ku di piraniya komkujiyên dijî Ermenan, an Alayên Hamîdiye an jî rêxistinên din yên çetayan pêkanîne.
Heman rêbaz Îtaat-î Terakkiyan jî kar aniye. Hemû kirinên Îtaat-î Terakkî bi destên çeteyan û tetîkçiyên wek Yakup Cemîl û Topal Osman hatine derxistine.
Ataturk her çendî leşkerê xwe kar anî be jî, lê li gelek cîhan xayîn û îxanetkarên wek Rayber û Cemîlê Çeto jî kêm kar neaniye.
Dîsa dewleta Tirk li hember yên çep û sosyalîst Tirkparêzên faşîst yên Ûlkûcû bi sîstematîk wiha kar aniye ku, kesek nikare tekîliya dewleta Tirk bi wan kuştinan û komkujiyan nîşanbide. Di Mereşê de bi sedan Aleviyên Kurd bi hovane kuştin lê yek belge nîne ku yekser dewletê ev kiriye. Ji ber ku dewleta Tirk Ulkucî ango faşîst bi kar anîbûn. Bi gotinek din yên ku werin tawanbar kirin, kesên sîvîl û kesên qaşo ”nîştîmanTirkperwerin.”
Bila di vê mijarê de rêxistina JÎTEM’a ku 17 hezar Kurd kuştine û bi hezaran gundê Kurdan şewitandine were bîra me. Tevlî ku JÎTEM Gladioya Dewleta Tirk ya dijî Kurdan e, kesek derveyî gotinên Arîf Doxan nikare tiştekî ispat bike. Arîf Doxan jî kesek wek nexweş û ne li ser hemdî xwe nîşandan û li holê de hat rakirin.
Niha jî li Rojavê Kurdistan û li Bakurê Rojhilatê Suriye(BRS) de dewleta Tirk qirkirinên sîstematîk pêktîne. tevlî vê, xwe weke hêza ewleyî, hêza adalet û hêza mirovhez û penaberparêz xwe di firoşe giştî cîhanê.
Dema ku li Rojava û BRS kuştin pêk tên, yên ku tên tawanbar kirin çetenin, van jî bi sedan navê xwe henin.
Sibêrojê; dema ku qirkirina Kurdan, Sûryan-Kildanan, Ermenan û heta hinek Ereban temamkirin şûnve, yê di ti belgeyên dîrokê de, kesek behsa qirkirina ku Tirkan kiriye neke. Berovajî -ger hinek behsa wan kuştin, revandin, tecavûzan bike jî- yê tenê behsa çeteyan bikin. Navê dewleta Tirk û Erdoxan di nava van komkujiyan û tine kirinê sîstematîk de yê derbas nebe.
Em bala xwe bidin e, dewleta Tirk û Erdoxanê faşîst her tim behsa Arteşa Surî -niha jî -behsa Arteşa Mîlî ya Surî dike, lê behsa xwe nakin. Lê mixabin hemû ragihandina Kurd, rewşenbîr-hûnermendên Kurd û her wiha giştî Kurd jî tenê behsa çeteyan û kirinên wan dikin. Herî zêde gotina Çeteyên bi ser Tirkiye ve tê karanîn.
Bila were zanîn ku, ev ziman tenê bi tenê Dewleta Tirk ya xwînxar, hov û komkuj weke ku li dîrokê de me dît, derdixe paqijiyê û suçên ku li ser gelan meşandine vedişêrîne û dinixumîne.
Ev jî li suçê dewleta Tirk û Erdoxan siviktir nîne!






