Sîpan Şînda
“Dijminên Kurdan yek armanca wan heye; Kurdan ligel çiyayên wan talan û wêran bikin.” Çîroka fîlmê Derhênerê Kurd Rêber Doskî, ya bi navê Sidîq û Piling, wisa destpê dike. Karakterê fîlmê Sidîq, bîst û pênc salan bi pey hêviyekê dikeve. Ev hêvî jî pilingê ku di salên şerê dijwar de ji Kurdistanê derketiye, dîsa vedigere Kurdistanê. Gelo hêviya wî wê pêk were yan na? Fîlm, di Festîvala Fîlmên Dokumentera Navnetewî li Amsterdamê derket vîzyonê. Doskî, Sidîq 2013’an de li Festîvala Fîlman ya Dihokê korfeleqî nasdike û guhdarî çîroka wî dike. Ev proje jî piştî wê destpê dike. Ew gelek caran diçe Barzan cem Sidîq û dikeve nava jiyana wî. Pêre sohbetê, hevaltiyê dike, pêre digere, çavdêriyê li ser jiyana wî dike. Sidîq li Başûrê Kurdistanê li herêma Barzan dijî. Ew bi xwe parêzvan û dildarekî xwezayê ye. Ew 25 salan li Başûrê Kurdistanê dikeve pey şopa pilingekî ku lê ew peyda nake. Ew her tim dibihîse ku li welatê wî piling jiyan e, lê wî ji tu kesên ku bi çavên xwe piling li wan deran dîtine neqesidiye. Sidîq, dibêje dera şer lê hebe piling li wê derê najîn û wî warî terk dikin; lê çi roja ku şer li wî warî sekinî, piling dîsa qesta şûnwarê xwe dikin. Sidîq bi şev û roj li wan çiyan digere, kameran vedide, pirs û pirsiyaran dike, guhdarî çîrokan dike lê ew her çi pilingan di nava xwezayê de nabîne. Ev yek ji bo wî dibe kulek. Ji ber ku ew dizane ku welatê wî cihê jiyana xwezayî ye û ew hingî dibe têkiliya xwe bi xwezayê re xurt dike. Berevaniyê ji xwezayê re dike; pêşiya nêçîrvanan dibire, berê wan ji kuştina ajalên li çiyayên xwe badide. Bi gopalê xwe çiya çiya digere; ew dibe şivanê pezkûvî, gur, rovî, hirç û teyr û tiyaran.
Ji ber ku ew dixwaze li welatê xwe parkeka netewî ya xwezayî çêbike. Ew bi xortekî ku berê xwe ji welatê xwe badayî û ketî li pey xiyalên Ewropa re xeber dide û di vê sohbeta wan de diyare ku rayên nivşê nû ji xwezayê, ji welatê wan qut bûye. Ew ji zarokên xwe re behsa xweşiya xwezayê dike, lê çavên zarokên wî ji tebletê venabin. Dema sidîq li piling digere, ew tilfek yê kitkan dibîne ku cara yekem wî li Rojhalata Navîn de ew cinsê kitkê peyda kiriye. Bapîrê Doskî Mihemedê Reşo di 24.01.1975’ê li Çiyayê Spî li gundê Qelemê ji aliyê Êraqê ve tevî sê peşmergeyan tê şehîd kirin, wî bi tankê ve girêdidin û li kolanên Zaxo digerînin. Doskî diçe ew cihê ku bapîrê wî lê hatiye şehîtkirin û wî û hemî şehîdên Kurdistanê bi bîr tîne. Fîlm di çar demsalan de hatiye kişandin û xweşî û heybeta xwezaya Kurdistanê dide pêş. Jixwe çiya jî weke karakterên sereke di film de derdikevin pêş. Nêçîrvan weke sembola neyaran derdikevin pêş, ji ber ku jiyana Sidîq xiyal dike ew têk dibin. Di fîlm de peyama têkiliya kes, civak û sirûştê derdikeve pêş û dibêje divê mirov ji xwezayê dûrnekeve. Pirsa “pêşerojeke çawa” tê pirsîn. Sidîq, di dawiyê de bi hêvî û xiyala vegera pilingî; weke pilingekî diçe li serê Çiyayê Şirînê disekine û li welatê xwe dinêre.
05.12.2019






