Faruk Sakik
Her tişt piştî Peymana Lozan destpêkir. Tirkan soz dan kurdan û pêk nehanîn. Kurdan serhildanek bi Şêx Saîd dane destpêkirin û biserneketin.
Piştî vê yekê dewleta Tirk li hember kurdan pêvajoya tunekirin, îmha kirin û asîmlasyonê da destpêkirin. Îsmet Înonu, ji bo siyaseta xwe ya li dijî kurdan a nû, xwest raporek were amadekirin. Wî yek xwest, lê 3 rapor hatin amadekirin.
1- Rapora Renda: Abdulhalik Renda amadekiribû. Digot: Divê zimanê Tirkî li vê heremê bibe zimanê serdest. Ji bo vê yekê jî, dibe dibistan û bi taybet jî dibistanên zarokên keç werin çêkirin.
2- Rapora Cemîl Ubaydin: Dibe, ji hin deverên dina mihaciran bînin û li van hereman bicîh bikin da ku nifusa Tirkan bibe nifusa serdest.
3- Rapora Serfermandariya Arteşê. Dibe, demografî were guhertin ku asîmlasyon pêk were.
Piştî van raporan dest bi xebatan kirin ev 3 rapor yek bi yek, xal bi xal li Kurdistan pêkanîn. Bi ser jî ketin. Kurd hatin asîmlekirin. Demografî hat guhertin. Kurdan dest bi înkara xwe kirin. Û ev bêdengî bi salan dewamkir.
Her çiqas car caran hin serhildanên heremî pêkhatin jî, lê di esasê xwe de, bêdengî hetanî sala 1984’an, ku PKKê şerê çektarî da destpêkirin, dewam kir.
Ocalan û PKK ew bêdengî şkandin. Ew asîmlasyon dane seknandin û ew kurdên li çiyayê Agirî hatibûn bêtonkirin ji nû de zîndî kirin.
Dest bi erîşan kirin, bi serneketin.
Kurdistan talan kirin, bi serneketin.
Komplo dane destpêkirin, bi serneketin.
Berevajiyê van yekan roj bi roj destketiyên kurdan zêde bûn. Dixwestin vê plana Îsmet Înonu ji nû de bixin meriyetê. Lê li pêşiya wan astengiyek mezin PKK hebû.
Ji kurdan dixwestin bi PKK’ê têkiliyên xwe û piştgiriya xwe qût bikin. Nebû. Ji bo pêşî girtinê, erişên dagirkeriyê dan destpêkirin.
Li Bakûr bajar hatin ruxandin. Demografiya hin herêman hat guhertin. Piştî demek dest danîn ser hemû destketiyên kurdan. PKK neqediya..
Li Başûr dagirkeriyek taybet hebû. Li aliyek dixwest tevgera azadiya kurd tune bikin û li aliyek jî dixwestin sîstema Başûr tune bikin. Wan dîtibû û bûbûn şahid dema ku 2015’an de DAÎŞ erişî vê heremê kir, gerîlla li hewara wan çûbûn. Îroj wê bihêsanî negehîştina hedefên xwe ji bo wê diviya PKK’ê were tunekirin. Û wisa kirin êrişî Başûrê Kurdistan kirin. PKK’ê neqediya..
Li rojhilat ji bo kurd nebin xwedî statuyek, bi dewleta Îranê re peyman li ser peymanan îmzedikirin. PKK neqediya..
Li rojava, sîstemek nû ya rêveberiyê hatibû avakirin. Ev xweseriya Demokratîk ku di bingehê wî de, ramanên Rêber Apo hebûn, li çar parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn belav dibû. Ji rêveberiya rojava xwestin hemû motîvên PKK’ê werin paqijkirin. Nebû. Erîs kirin. PKK neqediya..
Digotin ku kurd werin tunekirin jî, wê PKK ji nû de kurdan zîndî bike. Dibe ku PKK were tunekirin. Bi vê hişmendiyê erişî PKK’ê kirin.
Lê PKK’ ji bo kurdan êdî wek heviyek bû. Ev hêvî, bi taybet, dema erişên dagirkeran destpêdikir derdiket holê. Êdî rihê yekitiya netewî, dibin sîwana PKK’ê de ava bûbû.
Kurd û dostên kurdan li dijî dagirkerî û politîkayên dewletên dagirker yên tunekirina PKK’ê, derdiketin qadan. Di dema berxwedana Kobanê de 1’ê Mijadarê wek “roja Kobanê” hatibû îlankirin û îrojî li dijî erişên dagirkeriyê 2’ê Mijdarê wek “roja Rojava” hat îlankirin.
Cîhan jî têgihîştin, dewleta Tirk ji bo qirkirina kurdan, li dijî PKKê şer daye destpêkirin. Cîhanê jî dît ku PKK’ê heviya gelê kurd e. Ji bo vê yekê jî daxwiyaniyên hevkariyê, li ser hev tên dayîn.
Ji bo vê yekê îroj ev yek tê gotin; Ji bo Kurdistanek azad PKK’ê biparêze.






