Idrîs HENAN
Kirîza li herêmê roj bi roj berfirehtir dibe. Êdî kêliyên rojê û saetên wê jî, rûbirûyî guherîn û veguherînê ne. Di nava neh salên derbasbûyî de gelek nirxandin û pêşbîniyên cuda cuda derketin. Gelek plan hatin ceribandin. Hewldanên bê navber ji bo rêgirtina li ber qeyranê çêbûn. Lê hemû jî li dîwarê ku rojane bilind û mezin dibû yê daxwazên gelan ên azadî û demokrasiyê qelibîn. Wek ku çawa nehatine wisa jî hatin jibîrkirin. Lê şopên wan ceribandinan rûxandina bi dehan bajarên qedîm, qetilkirina bi sedhezaran, derbidrbûna bi milyonan û parçekirina axê û …. Hwd bû.
Heyama têkoşîna îro li herêmê tê meşandin ku rojane bi tevlîbûna gelan mezintir dibe, iflasa sîstemên desthiltadar destnîşand dike. Hemû nihêrandinên ku di bin navê çareseriyê de pêkêş kirine, berevajî bi xwe re alozî kûrtir kiriye. Sîstema ku li ser bingehê aloziyê hatiye avakirin û veguheriye jêdera prisgirêk û kêşeyan, nabe hêza çareseriyê. Hemû pêşniyar û ceribandinên wan ên çareseriyê jî, awayekî dîtir ê şîdet û qirkirinê ye. Encam jî îro li saha Sûriyê gelek beloq e ku kesek nikare nebîne yan çavan jê bibihurîne.
Di navenda aloziya li herêmê, aloziya ku navenda hegemonîk jiyan dike heye. Ewqas pirsgirêkên navendê kûr bûne ku êdî kontrola xwe li ser lingên çêker ên sîstemên netew dewlet wenda kiriye. Ji lewra îro em dibînin ku dewletên mîna Tirkiyê-Amerîka, Fransa-Tirkiyê, Amerîka-Fransa tên ber hev û siyasetên hev û din qebûl nakin. Dêmekî rêbazên beriya sed salî ku li ser esasê misoyneriyê hatine avakirin, ji hev dikevin ku êdî paşeroja hemû sîsteman pêwîste di ber çavan re derbas bibe. Civîna endamên NATO`yê hewldanek binkeftî bû. Ev jî daxwazek gelan a demokrasî û azadiyê ye. Demokrasiya ku li ser esasê tunebûna gelan di bin sernavên felesefeya lîberal de xapandinek çareseriyê ye. Gelek girînge têkîliyên piştî şerên cihanê yên yekemîn û duyemîn hatine sazûmankirin, bên herifandin û li şûna têkîliyên desthilatdaran, yekîtiya rêveberiyên demokratîk ên gelan bê avakirin.
Îro jî eger pirsgirêka li Sûriyê veguheriya qeyranekê û herêm daye ber lehiya xwe û derbasî Îraq, Lubnan û Îranê bûye, sedema wê ya bingehîn rêbazên hebûna sîstemên desthiladar ên wan welatan bi xwe ne. Çareserî jî bi guhertina kesekî yan çend menzereyên hikumraniyê çênabe. Ne jî bi darezandina hinek kesên desthilatdariyê çêdibe. Eger aliyê zihnî û ideolojî de sîstem xwe naguhêre û îradeya gelan esas neyê girtin, hemû guhertinên heyî dibin ceribandin û şêweyekî sîstemên desthilatdar ê zivirandina li dora daxwazên gelan ê xesibkirina rêveberiya xwezayî ye. Li Sûriyê neh salin ev rêbaz tê ceribandin, berevajî, bi xwe re alozî kûrtir û berfirehtir kiriye. Eger îro mesela qeyranê berbelavî Îraq û Îranê bûye, wê sibe jî li tevahî rojhilata navîn belav bibe. Aliyên nola Tirkiyê û Îranê ku dixwazin di vê rewşa aloz de çilekiyên xwe yên berfirehkirina cografya pêk bînin, ger dest ji van şêwaz û kiryarên xwe yên qirker û talanker bernedin, wê di demên nêz de veguherin navenda kirîza li herêmê rû daye. Êdî nikarin xwe ji vê qeyranê biparêzin. Ji ber vê jî em dibînin rojane pirsgirêkên van welatan ên aborî, siyasî, civakî û exlaqî kûrtir dibin. Li her derê, li hindir û li derve di nav şer de ne. Hemû hewldanên wan ên rêgirtina li ber vê qeyranê badilhewa derin û maskên wan ên terorê jî hildiweşin.
Çiqas asta êriş û komkujiyan zêde bibe, dêmekî qeyrana sîstemên şoven ên faşîst kûrtir dibe. Li beramberî berxwedana gelan û vîna azadî û demokrasiyê rojane derbên mirinê dixwin û desthilatdariya wan fena kevirên domînoyê têwerî çopa dîrokê dibin. Êdî ne sîstemên heyî û ne jî naveda hegemonîk bê naskirina îradeya gelan dikarin li herêmê bimînin. Ji lewra pêwîste dest ji vê rêbaza talanker û eskereyatiyê berdin ku bi qebedaytiya beriya sed salî nikarin herêmê bi rê ve bibin. Herêm dê li gorî rastî û cewherê çandî yên gelan li ser bingeha biratî, edalet û wekheviyê bête avakirin. Her mudexeleyek biyanî, sal jî di ser re derbas bibin, fena rojên îro, wê li vîna gelan biqelibe û wê têk biçe.






