Mihemed ŞAHÎN
Ji sala avabûnê hetanî niha NATO’yê piştevaniya siyaseta qirkirin û tunekirina civaka kurd kiriye.
NATO, di sala 1949’an de bi pêşengiya Emerîkayê li dijî SSCB’ê bi tifaqa 11 dewletan hate avakirin. Dewleta Tirk jî xwest tevil bibe lê xwesteka wê hat redkirin. Ji bo tevilbûna wê ya NATO’yê bê erêkirin di sala 1950’î de dewleta tirk leşkerên xwe şandin şerê Qoreyê. Piştî şerê Qoreyê û berdêla giran a ku ji xwîna leşkerên Tirkiyeyê pêk dihat, di sala 1952’yan de xwesteka dewleta tirk a tevilbûna NATO’yê hat erêkirin. Bi tevî Tirkiyeyê ve niha 29 dewlet endamên NATO’yê hene.
Hetanî sala 1991’an NATO’yê xwe weke eniya şerê dijberê Sosyalîzm û Komonîzmê bêrixistin kir. Piştî ku di sala 1989’an de sosyalîzma reel li Rûsyayê têk çû hebûna NATO’yê hat nîqaşkirin. Ji salên 90’î şûn ve NATO hêdî hêdî ji wateya xwe ya berê dûr ket.
Dewletên ku biştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurdistan kiribûn 4 parçe û civaka Kurd jî avêtibûn çarmixê, di heman demê de avakarên NATO’yê bûn. Wan dewletan piştî şerê yekemîn ê cîhanê kurd bê nasname û bê statu di bin însafa 4 çar dewletên heq û hiqûq nenas de hiştibûn. Ev sed salin civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê di bin qirkirnên çar dewletan de dijî. Di vê sed sala dawîn de ti êş, jan, trajedî, êşkence, sosret û bobelat nema ku nehatibe serê Kurdan. Lê wan dewletan weke ker, kor û lalan li herikîna xwîna kurd temaşe kirin.
Tirkiyeyê bi tevilbûna xwe ya NATO’yê awantajên gelek girîng bi dest xistin. Ji van awantajan a sereke di polîtîakayên xwe yên qirker û talanker ên Kurdistanê de girtina piştgirî û alîkariya NATO’yê bû. Dewleta tirk bi piştgirî û alîkariya NATO’yê siyaseta xwe ya qirkirin û tunekirina kurdan roj bi roj dijwartir kir. Ji destpêka têkoşîna Tevgera Azadiyê vir ve, 42 salin dewleta tirk bi alîkarî û bi piştgiriya NATO’yê li Kurdistanê şerek dijwar ê bê pîvan û bê exlaq dimeşîne. Bi çek, cebilxane û amûrên NATO’yê kurdan qir dike, Kurdistanê wêran û talan dike.
NATO’yê Rêberê gelê Kurd A.Ocalan dîl girt û teslîmê Tirkiyê kir. Serok, rêber û pêşengên ku qala çareseriya pirgirêka kurd kirine (T.Ozal, Eşref Bitlis û hwd.) bi destê gladyoya girêdayî NATO’yê hatin tasfiyekirin. Heke NATO’yê piştgirî û alikarî nedaba dewleta tirk hetanî niha belkî çend caran Kurdistan ava bibûya.
Wekî ku tê zanîn şerê 3’ê yemîn ê cîhanê ku 29 sal berê li rojhilata navîn dest pê kiribû niha li Sûriyê berdewam dike. 73 dewletan di bin pêşengiya NATO’yê de di tifaqa dijî DAIŞ’ê de çih girtin. Di teoriyê de dewleta tirk jî qaşo di nava wê tifaqa 73 dewletan de cih girtibû. Lê armanca tevilbûna dewleta tirk a nav wê eniyê ne şerê dijî DAIŞ’ê û çeteyên din bû. Yekane armanca dewleta tirk a tevilbûna nava wê tifaqa 73 dewletan, careke din bi piştgirî û alîkariya NATO’yê têkbirin, qirkirin, tunekirin û bêstatu hiştina civaka Kurd bû.
Ji hêla din ve, ew tifaqa ku di bin pêşengiya Emerîkayê de ji 73 dewletan pêk dihat di heman demî de bi Kurdên Rojava re di nava tifaq û hevkariyê de bû. Nakokî û qeyrana navbera dewleta Tirk û NATO’yê de jî, ji vir de dest pê kirin.
Dostanî û hevalbendiyên dewleta tirk li ser yek xalî ava dibin. Ew xal jî dijminahiya kurdan e. Dewlet an tifaqên ku dijminahiyê bi kurdan re nekin û êrîşî kurdan nekin û di şerê li dijî kurd de piştgiriya dewleta tirk nekin, nikarin bibin hevalbendên dewleta tirk.
Lewre, dewleta tirk di teoriyê de qaşo di nava tifaqa 73 dewletan a li dijî çetayan de cih digirt, lê bi wan hewldanên xwe yên hevkariya bi çeteyan re di pratîkê de di nava tifaqa çeteyan a li dijî tifaqa 73 dewletan û NATO’yê de cih digirt û digire.
Dewleta Tirk tenê bi hevkariya xwe ya bi çeteyan re dijberiya NATO’yê nekir, di heman demê de bi tifaqa dijber NATO’yê ya ku dewleta Rûs jê re pêşengî dike, tifaqa Rûs, Îran û Sûriyê re jî ket nava hevkariyê. Hewceye neyê jibîrkirin ku sedema avabûna NATO’yê ev tifaqa Rûs bi xwe bû. Yekane armanca hevkariya dewleta Tirk a bi tifaqa Rûs re jî bê guman dijberiya Kurd bû. Dewleta Tirk tiştê ku nekarî bi NATO’yê bide kirin xwest bi tifaqa Rûs bide kirin.
Niha jî Erdogan bi gefxwarin û şantajan dixwaze NATO, YPG terorîst îlan bike û dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava rewa bibîne. Ji ber wan gefxwarin û şantajan demeke dirêje di navbera dewleta tirk û NATO’yê de nakokîyên gelek girîng tên jiyîn. Ev nakokî di civîna Londonê yê di 3-4’ê berfanbarê de bûne bingeha nîqaş û qeyranên girîng.
Serokomarê Fransayê Macron bi hevokên xwe yên“em naxwazin yên ku li dijî çeteyên DAIŞ şer kirine ji bîr bikin” berxwedana YPG’ê yê li dijî DAIŞ’ê bibîr anî û li dijî hewlwestên dewleta tirk ên kirêt derket. Her wiha serokomarê Fransayê Macron bêbextiya Trump a li dijî kurdan û dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava weke binpêkirina nirx û pîvanên NATO’yê dinirxîne û weke têkçûn û mirina NATO’yê pênase dike. Berê jî Macron gotibû “ NATO ji hêla mêjûyê ve miriye”.
Tekçûn û belavbûna NATO’yê dê herî zêde bandor li Tirkiyeyê û li şerê wî yê dijî kurdan bike. Lewre gotinên Macron û fikarên belavbûna NATO’yê tirsek mezin xistiye dilê Erdogan û eniya wî ya faşîst. Êrîşên li dijî Macron ne belesebeb in.






