Medeni FERHO
Di salvegera 41mîn ya berxwedana azadiyê de, dive em xwe dibin cavan re derbas bikin, herî zêde li ser teoriya rexnegîrî rawestin.
Di nivîsa berî vê de, min behsa hin trawmayên psîkolojîk kir û xwest akademisyen, hunermend, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd, di aliyê fîlozofîk de, xwe ji parçekirinê rizgar bikin û li rastiya xwe vegerin.
Hemberî ku gelek caran zimanê Kurdî bûye mijara nivîsan, KNKe jî di nav de, gelek sazî û dezgehên Kurd, wek enstituyan xwestin li ser vê babetê kûr bibin, siyaseta zimanê Kurdî destnîşan bikin, mixabin encam derneket.
Nebû, hemû nivîs û nîqaş, ji çarçoveya “pêwiste, pêdivî heye” de man. Nîqaş kin bûn, lêkolîn çênebûn, komcivîn, panel û konferans çênebûn. Vê jî, rekabeta kulturî, di radeya “devjenkê” de hişt.
Devjenka li ser maseyan jî, tenê di aliyê wêje de, bi taybetî li ser pirtûkan çêbû. Li hemberî ku pirtûk ne hatin xwendin jî, nîqaşa “devjenkê” dewam kir û diyalektîka ronakbûnê ne hate zemt kirin.
Enstituyên Kurd, ne bûne navenda “diyalektîka ronakbiriyê”, Akademiya Huner jî, hem li mîrateya muzîka Kurdî xwedî derneket, hem nebû çavkaniya zimanê muzîka serdemê. Sentezek di navbera muzîka klasîk û modern de çênekir. Zimanê muzîkê taybet e û ev zimanê taybet ne hate ava kirin. Hemberî ku, rojnameyan derfetê nivîsandin û nîqaşê dane hunermendan, tevgerek baş bi naverok û “qellawî” çênebû. Ev kêmasiya teoriya rexnegîrî bû.
Muzîka klasîk, berhemê kultura civakê bû û zimanê kolektîf bû. Hem, valahiya helbesta nivîskî ya qedexe dagirt, hem destanên gel parastin û wek popular kultura Kurd, derkete pêş. Lê di serdema şoreşê de, hunermendan perspektîfên nû dernexistin pêş. Tembura klasîk, kemançeya klasîk derbas nekirin.
Di civakê de guhertinên mezin çêbûn. Civaka Kurd, dîwarên şikefta dîlgirtina qedexeyan hêrivand û bendên parastina hebûna xwe ava kirin. Civak, wek her baskî, di muzîkê de jî li benda formên nû bû. Lê civak, di aliyê muzîka serdemê de birçî ma.
Akademiya Huner, yan jî koma hunermendan, kultura heyî û bêalî bes dîtin, li gorî şoreşa gel, nebûne organîzmeyek afirger û endustriya culturê, weke amurê ronîkirinê bikar neanîn.
Guman tê de nîne ku, hemû hunermendan zanîbû ku teknolojî, ji bo perwerdeya komên xelkê, yek ji amurên herî bi bandor e. Biqasî teatro, biqasî edebiyatê dikare, hê bêhtir bandore bike. Bazara pirtûkan qedexe ye, sinema, teatro (piştî qeyuman) derfetên jiyanê nedîtin, lê muzîk û bikaranîna teknolojî sînoran nasnake…
Formek nû, kompozisyonên modern dikarîbûn, bibin dermanê trawmeyên psîkolojîk.
Gelek hunermendên Kurd, bi serxweşiyek navdariyê, bi tematiya ku ew ê dikaribin “tarîkata” ji bo wan nemaz û niyazan bikin haraket kirin. Ev rewşek îlîzyonî bû, mixabin gelek rewşenbîr û nivîskar jî ketin vê “bîr”a bê hêvî.
Hunermend, bêyî ku bikevine “îbadeta narsistî”, divê bi “idealîzma xeyalan” hemhal bibin, tevahiya dîroka cografya Kurdistan û dagirkeriyê parzun bikin, di rastiya serdemê de, bi formên nû bidin. Eger ev nebe, ekola “dilojarê” bi dawî nabe.
Dilojarê ne zimanê şoreşê ye!… Herçiqasî, ne xamxeyalên platonik bin jî, ji banga neteweyî dûr in, berhemekî kolektîf e, lê destîniyê diparêzin… Gelê Kurd, keliha destîniya dîlgirtinê hêrivandiye.
Motora Şoreşê gel e, mazota motora şoreşê jî felsefeya ji sentezkirina kultura civakê ye, ew jî, îro wek paradigmeyeke hemdemî derketiye hole. Lê di ware muzîkê de ev form dernekete holê, diyalekîtka zimanê şoreşê di muzîka Kurd de ne hate zemt kirin û muzika ku wek baskekî xurt yê felsefê ye, ne hate afirandin.
Şoreşa Kurd, ji şoreşên cîhanê cûda ye, di hemû şoreşên cîhanê de “çîn”ayetî heye, di şoreşa Kurdan de gel hene, ne serdestiya çînekî, gel’ekî, gelên demokratîk hene. Bêguman, hemû şoreş li ser senteza kultura gel ku wek felsefe tê qebûl kirin derketine holê, guhertin kirine, bandor li hemû baskên civakê, culture kirine, lê cûdatiya gelê Kurd, gelên li Kurdistanê heye.
Psîkolojiya trawmayên ku me, di nivîsa yekemîn de anîne ziman, di gelên din de nînin; hebin jî, ne piralî ne… Li hemberî trawmayên li ser gelê Kurd, dîwarên Dojeha Dantê jî nikarin xwe bigirin wê biteqin. Perçiqandina motîvasyona psîkolojîk, di her aliyê civaka Kurd de, arezyon çêkiribûn, ya herî giring, ji plansaziya paşerojan dûr kiribû, ji şopandina bûyerên rojane û rexnegiriya civakî dûr kiribûn.
Îro, di kesayeta REÎS de, wek mînaka Hîtler, bi karîzmeyek metafizîk derdixin pêş, bi motîvasyonek îlahî bi navdikin, li her derê ye û di her mijarê de diaxive. Ev faşîzm bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdistanê dike û dixwaze hemû nirxên civaka Kurd û Kurdistaniyan tune bike. Pêwiste, têkoşîna li dijî faşîzmê jî piralî be û yek ji van baskan jî, muzîk e, muzîk jî wek dengê îlahî tê qebûl kirin.
Piştî şerê 41 salan, muzîka Kurdî, xwe ji formatên klasîk rizgar nekir. Dibe ku yek kes, du kes bi formatên cûda derketibin hole, lê “kêm” in. Yek kes du kes, nikarin, di estetîka zimanê Kurdî de, di estetîka hişmendiya Kurd û hêsten civakê de rolekê bilîzin.
Rewşek “negativ diyalektîkê” heye, ev jî rewşek bi êş û mixabinî ye, dive, hunermendên Kurd, diyalektîka zimanê muzîkê zemt bikin, bi hêza hest û hişmendiya ilahî, bibin parçeyek ji felsefeya şoreşê.






