Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîste rêveberiya Şamê helwesta xwe li ber çavan bigre

02/12/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Sînor û netew dewletên ku di Rojhilata Navîn de hatine ava kirin ji çareserkirina pirsgirêkên gelan pir dûrin. Bi xwe bûne çavkaniya pirsgirêkan. Hem ji hundur ve ew navendîbûyîn û rêveberiyên despotîk him jî sermayeya ji derve, nakokiyên wê yê bi emperyalîzmê re bûye sedem ku pirsgirêkên heyî weke girêka kûr lê bê. Piştî şerê cîhanê yê 2. Hate dîtin ku netew dewlet demên xwe dagirtine.  Awropa ya ku bû cihê zayîna destpêkê ji netew dewletbûyînê re bi jiyankirina her du şerên cîhanê re ger ku netew dewlet bi temamî derbas nekiribe jî hinekî nerm bû. Li şûna zêde navendîbûyîn, sînorên hişk û dîwarên gumrikê, yekîtiya gumrikê esas girt. Bi gav avêtinên di qada siyasî de projeya Yekîtiya Awropa pêşxist. Lê li Rojhilata Navîn rêveberiyên despotîk ku xwe dispêre nijadperestiyê ya jî olperestiyê, hiştiye ku civak nema karibin nefes bigrin.

Ya Rojhilata Navîn navenda derketina ola ye. Îpmrator li vir hatine ava kirin, xwedî mîaraseke pir bawerî, pir çandî ye. Tirkiye li şûna xwe bispêre vê mîrasê ji împiratoriyan derbasî netew dewletbûnê bû û bi tinekirina tevayî gelan û çandan zîvirî netew dewleteke navendî ku yek milet, yek netewî esas digre. Şahbûyîna Îranê jî wiha ye, rêjîma Xumeynî ya bi dude hat, Iraka Saddam, Misra Hisnî Mibarek û Suryaya Esed jî sedemên esasî yê pirsgirêkên şer, pevçûn û çarçûrkirina derfet û çavkaniyên herêmê ne. Li gel ku hevsengiyên cîhanê yê li ser du bilokan hatibû ava kirin hilweşiya jî, di van rêjîman de tu nermbûyîn, reform çêkirin û gavên ber bi demokratîkbûyînê ve avêtin ne hate çêkirin. Welatên weke Irak û Sûriyê ger ku pêşketinên di cîhanê de ber çav bigirtana û reform çêbikrana bi pevçûnên giran û hilweşandina re rû bi rû nedihatin. Eqîbeta Seddam tê zanîn, rêveberiyên weke Husnî Mibarek, El Beşîr jî bi xwepêşandanên gel ve hatin berteref kirin. Sûriya Esed jî wêran bûye, bi milyonan hemwelatiyê wê koçber bûne, beşek mezin ji xakên wê jî di bin dagirkeriya dewletên weke Tirkiyê de ye. Ger ku alîkariya Rûsya û Îranê nebaya ewê ne mumkun ba ku rêveberiya Esed heya roja îro jî bihata. Ger ku kurdan ferzkirinên Tirkiyê qebûl bikraya û li gel mihalefeta ku bi rêxistin kiriye cih bigirta û tevlî şer bibaya ewê dîsa jî Esed ser piyan nemabaya.

Bi hevgirtina gelê Kurd û Ereb di herêmên ji DAÎŞ hatine paqij kirin de rêveberiyên demokratîk yên dikare bibe modeleke hem ji bo Suriyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn ava bûn. Ne navend dewlet, li ser esasê civak û demokrasiyê meclîsên herêmî û rêveberiyên xweser avakirin. Di tevahî qonaxan de jî li ser esasê yekgirtina siyasî û axa Suriyê ketin nava lêgerînên çareseriyê. Piştî qedandina DAÎŞ’ê Di warê leşkerî de pêş derketin siyasetê û şert û mercên çareseriyê hîn bêhtir stewiya bûn.

Rêveberiya Şam’ê hêzên bakur rojhilatê Suriyê ku ji sedî 30 xaka Suriyê di bin kontrola wan de ye hembêz nekir û di mijara lihevkirinê de tû hewildan pêşnexist. Ji ber hişmendiya wan ya serwerî û navendî ewqas hişke ku, dixwaze vegere heman Suriya 2011. Heke hişmendî û kanûnên Suriyê yên berê bi rastî jî bê pirsgirêk bana hemû hemwelatên Suriyê, bi milyonan însan ewê di cîhana xeyalan de jiyan nekirbana, ev ji bilî ku gelek ji wan jî ji rastiyê qutbûne, hatine leyîstokên hêzên derve. Her tiştî bi dijminê derve jî îzahkirin, li derve de gerandin feraseteke hişk ya despotîzma navendiye. Rêveberî li xwe navegere û bi rexnedayîn nêzîkî xwe nabe. Suriye jî weke Tirkiyê ji bo xirakirinê dixebite, tolhildêr nêz dibe û mûdexeleya hêzên derve jî rastiyeke eşkere ye. Lê belê yê dihêle ku ev mûdaxele pêşbikevê jî şêwazê rêveberiya Suriyê û nakokiyên navxweyîne. Rêveberiya Esat lihember Kurdan gelek bi hêrse! Çima gelo? Tê bê qey Kurd weke gel naskirine, hiştin ku bi zimanê dayîka xwe perwerde bibînin, îradeya xwe bikarbînin û tevlî rêvebirina welat bûne. Tê bê qey ev tev pêkhatine û kurdan hema pişta xwe dane vê rejîma demokratîk! Kurd ruxmê ku rêjîm wana bê nasname hişt, bişavt, perwerdeya zimanê dayîkê qedexekir lê dîsa bi rejîmê re ne ket şer. Divê rêveberiya Şam’ê êdî vêna qebûl bike: Suriye ne Suriya berê ye. Bi zagon û hişmendiya 2011’yan nikare were rêvebirin. Kurd, Asurî, Sûryanî, Ereb gelek bedelên mezin dan, tecrûbe qezençkirin, zana bûne. Naxwazin weke berê werin rêvebirin. Dixwazin tevlî rêveberiyê bibin, li ser qedera xwe bibin xwedî mafê axaftinê, dixwazin bi nasnameya xwe, çand û nêrînên xwe yên siyasî di şert û mercên wekhev de jiyan bikin. Vana xwestin tiştek ne xirabe. Çar aliyê Suriyê li her meydan û koşeyê posterê Esat daliqandin her cihî veguhertina mal û milkê reîs eşkereye ku şêwazeke rêveberiya hemdem ya demokratîk nîne. Divê êdî rêveberiya Esat xwe îkna bike, divê cewaziyên li welatê xwe weke dewlimendiyê bibîne û bi wan re bikeve nav hevgirtinek ê. Bi dervî xwe girtinê, tewanbarkirinê, gef xwarinê çiqas dikare hemwelatê xwe bîne cem hev û bi wan re lihev bike? Daxuyaniyên Beşar Esat ji bo çapemeniyê dide, ne hembêzkire, aşîtiyane û ne li ser bingehê yekgirtinê ye. Li ser eksenê dervî xwe girtinê, dehfdanê û bi daxwazên îtaat kirinêye. Lê heke bi hemwelatên xwe re bibe yek û lihevbikin wê axa bin piyê dagirker û hêzên derve jî bide şemitandin. Pêwîstî bi hebûna wan êdî namîne, hinteceke wan ya xwe rewakirinê jî namîne. Beşeke girîng ya Suriyê, yên ku rêveberiya xweser temsîl dikin ji bo çareserkirina pirsgirêka û hevdîtina bi Şam’ê re di nava lêgerîna de ye, ji bo vê amade ne. lê belê heta niha rêveberiya Şam’ê bi ti awayî ji bo hevdîtina desteyeke siyasî ya fermî ya bide diyarkirin nedaniye holê. Di vê rewşê de hêzên Suriyê û QSD’ê tewambarkirin wê ji bo çareseriyê alîkar nebe. destûrabingehîn ya Suriyê divê li ser xaka Suriyê, ji aliyê Sûriyan ve bihata nivîsandin. Ne li Soçî yan jî Cinêvê yê.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.