QASIM ENGÎN
Di pêvajoya Şerê Cîhanê Seyemîn de Kurd him xeteriyên qirkirinên mezin him jî derfetên xwe ji pençeya xafekên Sykes-Pîcot rizgarkirinê dijîn. Û ev gotin tenê hinek tespît nînin, realîteya roja îro ye.
Ji bo ku Kurd xeteriyên qirkirinan ji ser xwe rakin berxwedanek bêhempa li hemû perçeyên Kurdistan heta li seranserê Cîhanê jî dimeşînin. Di heman demê de ji ber cara ewil bi vî awayî derfeta rizgariyê ango xelasiyê jî ji bo Kurdan xwe nîşan dide, gelê me û heta dostên wê bi coşek mezin kolanan na terîkînin.
Lê ji bo ku heviyên gelê me yên bi salan îcar bibin rastî, pêwîste ku Kurd him xwe bikin yek him jî dostên xwe pir zêde bikin. Ango; ”Ji Kurdekî re hezar dost kêm in dijminek jî zêde ye.” Dem dema ku Kurd dostan ji xwe re zêde bikin û dijminan jî kêm bikin. Heta wiha bikin ku yek dijminê wan nemînin. Lê ya rast ew e ku Kurd ewil di nava xwe de yekîtiya xwe ango dostaniya xwe bê hesab bikaribin li derbixin. Heta wiha bikin ku nahêlin dijminekî wan di nava wan de bimîne.
Gelê me li kolanan vê nêzîkbûyînê bi dilfirehî û dilgermayiyek nîşan dide. Di wê manê de gelê me di kolanan de di asta jor de dostên xwe zêde kirine û dijminên xwe jî aniye xwarê. Çawa ku gelê me yê çar perçeyan li derveyî welat ango taybet jî li Ewropa xwe di hemû milan de kiriye yek, herkes dibîne. Gelek al, reng, gelek bask, heta gelek çîn û tiwêj, di wê manê de gelek nêrînên cuda li ba hev û kelekê hev di kolanan de li hember dijminê xwînxar dimeşe jî herkes dibîne.
Her wiha hûnermend û rewşenbîrên gelê Kurd jî hêdî hêdî jî bibe dengên xwe bilind dikin û qêrîna Yekitiya Netewî dikin. Û heta gazî dikin ku li hember kes û rêxistinên ku nayêne Yekîtiya Netewî helwest were raber kirin.
Dîsa di serî de gelê me li Başûr wek gavek baş ya Yekîtiya Netewî him kirîna kelûpelên Tirkan boykot dike û him jî rêzefîlmên wan protesto dike. Li gelek cihan de ciwanên Kurd wek înîsîyatîfên sîvîl bi serê xwe, xwe bi rêxistin dikin, him kelûpelên tirkan û him jî rêzefîlmên tirkan yên ku exlaqê gelê me xirab dike protesto dikin. Û dewsa wan jî pêşniyar dikin ku him kelûpelên xomalî û him jî rêzefîlmên xwe ango yên Kurdan werin pêşxistin.
Di rewşek wiha de ji bo ku em Kurd dostên xwe zêde bikin û dijminên xwe jî kêm bikin ango ger em li gorî dirûşmeya; Hezar dost kêm in dijminek jî bibe zêde ye tevbigerin, pêwîste ku em di serî de Kurdên ku bi tirkên Kurdkujer re yek an jî bi wan re haşir û neşir binasin. Ger em Kurdên ku bi tirkên Kurdkujer re, tirkên ku her roj di ekranan de banga kuştina Kurdên Rojava bilêv dikin, tirkên ku her roj Kurdan bi terorîstî tawanbar dikin û li ser kuştina wan jî kef û şahiya dikin, teşîr û tecrît nekin, ne gengaz e ku Yekîtiyek Netewî di asta jor de bi giştî pêk were.
Li cihê ku Bekoyê Awan hebin û ew Bekoyê Awan nayên teşîr û tecrît kirin rastî jî Yekîtiya Netewî zor e, him jî pir zor e!






