Sîpan Şînda
Pergala ku ji aliyê tirkên kemalîst ve hatiye avakirin, ji roja destpêkê û pêde, bi hestên neyartî û rêbazên herî hişk û tund li himberî Kurdan tevgeriyaye. Hişkiyeke welê ku ji hemû wijdan û exlaq, hiqûq û zagonan bêpar e. Lê mixabin ev mebesta henê ya xirab a li himberî Kurdan, ne tenê di dil û mejiyê kemalîstan de, herweha di nav tirkên din de jî, ne ji ya wan kêmtir e. Weke dibêjin “tifkirina di devê hevdu de ye!” Di dîroka vê komarê ya nêzî sed salan de, dema mijar bûye Kurd, nêzîkbûn û nêrîn her yek e. Ji ber ku ev polîtîka ya pergala fermî ye. Piştî 50 rewşenbîrên Kurd di sala 1959’an de tên girtin, yek ji wan di nezaretê de dimire û 49 kes dimînin û navê doza wan ji bi navê “Doza 49’an” tê zanîn. Piştî ev bûyer li Bakûrê Kurdistanê derdikeve, êdî ciwanên Kurdan jî hinekê hişyartir dibin. Ev ji bû niştimanperweriya Kurd li bakûr dibe wekî qitîskekê û agirê welatparêziyê û niştimanperweriyê di nava Kurdan de ji nû ve pê dixe. Di van salan de Kurdên bakûr pitirê xwe hiş û mejiyê xwe didin li ser şoreşa başûr. Piştî salên 1960’ê heta salên 1980’ê, gelek Kurdên welatparêz berê xwe didin başûr û pêşmergetiyê dikin. Yên nebûne pêşmerge jî piştgiriya aborî dikin. Di salên 1970’yan de komelên weke DDKO, Rizgarî, Kawa, Rêya Azadî, DDKD, KUK û hwd têne avakirin û ciwanên Kurdan di nava van komel û rêxistinan de ciyê xwe digirin. Rêjeya xwendinê ji di nava Kurdan de van salan zêde dibe. Lê dewlet sîxurên xwe di nava van rêxistinan de bi cih dike û wan berdide bedena hevdu. Gelek şer di nava wan de derdikevin û ji hevdu dikujin. Piştî salên 1980’ê, êdî pergala tirk bi awayekî hovanetir bi ser Kurdan de diçe. Gelek rewşenbîr û şoreşgerên Kurd têne girtin û di girtîgehên leşkerî de êşkenceyên giran li wan tê kirin. Piştî 1984’ê tevgera PKK’ê biryara şerê çekdarî dide, êdî rewş ji hemî alî ve tê guhertin. Serhildanên Kurdan yên ji sala 1938’ê ve sekinîbûn, êdî bi awayekî cudatir destpê dike. Ciwanên Kurd yên li zanîngehan dev ji xwendinê berdidin û dest bi tekoşîna netewî dikin. Piştî destpêkirina şerê çekdarî êdî fraksiyonên Kurdan yên din jî pirrê wan tevlî Tevgera Azadiyê dibin. Yên tevlî jî nebûne dev ji doza Kurdîtiyê berdidin. Heta salên 1990’ê tevgera Kurd hema bêje li hemû Bakûrê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Piştî ku dewleta tirk dibîne Tevgera Azadiyê di nava gel de mezin dibe û piştgiriyê ji gel distîne, êdî ew dîsa dest bi rêbazên xwe yên hovane dike. Ji 1987’ê hetanî 2000’ê zêdetirî 5000 hezar gundên Bakurê Kurdistanê tenê şewitandin û valakirin. Bi balafirên şer gund tên wêrankirin. Di van salan de zêdetir ji 17000 kesî bêserûşûn çûne. Bi deh hezaran kes têxin zîndanan û êşkenceyên giran li wan hatiye kirin. Bi hezaran ciwanên Kurd li girtîgehan de bi cizayên giran têne cizakirin. Di vî şerê 40 salan de zêdetir ji 40000 Kurd hatine qetilkirin. Herweha di nav van salan de pişaftina di nava Kurdan de êdî bi awayekî pisbortir û sîstematîktir tê domandin.






