Farûk SAKIK
Dayikek hat cihê çalakiyê, wê jî wek Tahir Elçî bang kir, hêrs bû, şermezar kir û di dawî de jî giran axivî û got; xwedê qebûl neke.
Xwedê jî qebûl nekir û Tahir Elçî jî qebûl nekir. Ji bo ku qebûl nekiribû wek heyetekê hatibûn ber vê berhema dîrokî. Hatibû ber vê berhema nasnameya Amed û Kurdistanê û bangî mirovahiyê dikir. Minareya çar ling, ji lingê xwe birîndar kiribûn. Tahir jî hatibû li derman digeriya.
Û her tişt piştî axaftina vê dayikê dest pê kir. Piştî vê axaftinê deng bi çekan ket. Piştî vê axaftinê kesek li ber minareya çar ling, ket. Piştî vê axaftinê li Amedê dengek bilind bû û gotin Tahîr Elçî hat kuştin.
Hiqûqnas û Parêzer Tahir Elçi, sala 1966’ê li Cizîra Şirnexê ji dayîk bû. Bi çand û nasnameya kurdî mezin bû. Bajarê Melayê Cizîrê bû. Piştî xwendina Lîse derbasî Amedê bû û dest bi zanîngehê kir. Sala 199’ê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê qedand û di sala 1992ê ve li Amedê dest bi parêzeriyê kir.
Di salên 1998-2006 li Baroya Amedê wek berpirs kar kir. Tahir, di salên parezvaniya xwe de bû şahidê hovitiya dewleta Tirk. Bi taybet di doza binpêkirina mafên mirovan de, li dadgehan bû şahîd ku li Kurdistanê çi êş hene. Di pêvajoya parêzgeriya xwe de dîtibû ku ji bo tunekirina kurd û Kurdistan siyasetek çawa tê meşandin.
Wî doza Îhsan Dagli ku ji aliyê kontrgerîlla ve hatibû revandin û înfaz kirin, biribû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û li wê derê dewleta Tirk mehkum kiribû.
2012 û 2014’an de weke serokê Baroya Amedê hat hilbijartin. Di vê pêvajoyê de, di warê mafên mirov û hiqûqê de gelek xelat jî wergirt.
Ew bû bi salan wek aktivîstek mafên mirovan tevlî bernameyan bûbû û gotina xwe bêtirs anîbû ziman.
Ew bû, di Cotmeha 2015’an de beşdarî kanala CNN Turk bû. Di bernamê de bi serde hatibûn û xwestibûn ku pê bidin gotin “PKK’ê terorîst e”.
Ew bû, bi israr got; na PKK’ê ne terorîst e. PKK’ê tevgerek siyasî ye, xwedî doz e û ji aliyê gelek kesan ve jî wek hêviyek e.
Ew bû, bi israr digot, kurd PKK’ê wek vîna xwe dibînin. Ew bû, li hember hêrs û dengên ji studyo wek tehdît bilind dibûn, paşve gav navêtibû.
Ew roj li wê studyoyê xwedî derketina PKK’ê wek xwedî derketina li Mînareya çar ling didît. Herdu jî nasnameya kurdan bûn. Dibiya herdu jî bihatina parastin û wî jî wisa kir. Parast.
Piştî van axaftina êdî Tahîr Elçî bû hedefa dewleta kontra. Navê Tahîr Elçî li serê lîsta hatibû nivîsandin.
Medya dewletê, nobeda provaktîf ji Ahmet Hakan girtibû û her roj di manşet û xeberê xwe de navê Tahir Elçî derbas dikirin.
Hiqûqa ku bi medya û hikumetê ve girêdayî, di 20’ê Cotmehê de Tahir Elçî binçav kir. Ji bo were girtin sewqî dadgehê kirin, lê li dadgehê serbest hat berdan.
Dadgehê bi serbestberdana wî di heman demê de biryara qetilkirina wî jî dabû. Tetîkêş û Tahir Elçî ji dadgehê bi hev re derketin.
28’ê Mijdara 2015’an dema ku li ber minareya çar ling bû, her tişt di wê kêliyê de qewimî. Daxwiyanî didan çapameniyê. Behsa aştî û dawîhanîna şeran dikir. Lê hîn gotinên wî bi dawî nebûbûn, deng bi çekan ket.
Di destpêkê de rojnamevanan ew dîtin. Dîtin kesek li ber minareya çar ling dirêj kiriye. Kesek hat got, Tahir Elçî ye. Gotin, rakin nexweşxanê, lê êdî pirr dereng bû. Guleyek îsabetî serê wî kiribû. Di lîsta şehîdên doza Kurdistanê de, navekî din zêde bû. Tahîr Elçî.
Hiqûqnas, Parêzer û Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî, li ber Minareya Çar Ling a li Sûra Amedê hatibû kuştin.
Merasima cinaze li Parka Koşuyoluyê li ber Bîranîna Mafên Mirovan hat lidarxistin.
Piştî cenaze hat binaxkirin pêvajoya hiqûqê destpê kir. Malbat û dostên Tahir Elçî li pey şopên delîlan, dewlet jî li pey paqijkirina şopan û ji holê rakirina delîlan ketibûn. Dewlet û kujer bi serketin. Hemû şopên cihê bûyêrê hatin windakirin. Bi mehan destûr nedan li cîhê bûyêre lêkolîna barîstîk çêbibe.
Bûyêr li ber kamereyan û li ber şahîdiya bi sedan mirovî pêkhatibû, dozgeran ev yek wek delîl nedîtin.
Lê ajansa lêkolînê Forensic Architecture ku bi zanîngeha Londra ve girêdayi ye lêkolînek kir. Mirovên zanyar, ji çapameniyê, pirsporên tîpa edlî, akademîsyen bi mehan li ser delîl û belgeyên kom kiribûn, li ser maketek mînareya çar ling ya dijîtal, lêkolînek kirin û gihîştîn encamek. Karê hiqûqa Tirkiyê diviya ev yek bikira lê di dewsa wan de, van kesan pêkanîbûn. Lê dîsa jî ev tespît ev belgeyên zanyarî, di dozê de cîh negirtin.
Êdî herkesî; parêzer, malbat, gelên kurd, dost û hevalên Tahîr Elçî dizanibûn hiqûqa Tirkiyê bi israr e ku ser vê kuştinê bûyerê bigire.
Lê her wiha, her kesî kujer jî baş nasdikir. Her kesî baş dizanibû ku tetîkêşên dewletê ji ber deriyê CNN Turk birêketine û li ber mineraya çar ling mewzî girtine. Her kesî baş dizanibû ku berdêlên xwedî derketina li nirxên kurdayetiyê gelekî giran e.






