Idrîs HENAN
Parastin ji bo zindiyan ji erk û peywirekî wêdetir, tezekî jiyana azad e. Jiyana tendirust û gerdûnî lingekî wê xweparastina rewa ye. Pêdiviya wê jî ji av- hewayê girîngtir e. Ji lew re, hemû zindî xwedî wî mafî zagonî, qanûnî û xwezayî ne. Parastin dema ku tenê di çarçoveya fîzîkî de jî were destgirtin, cewherê xwe wenda dike. Weke mafekî cewherî, xweparastin hemû şaneyên zindiyan eleqedar dike. Yanê parastin di nav xwe de dualîteya razber û şênber dihewîne. Yek bê yê din nabe. Ew jî girêdayî naveroka çanda resen a mafê xweparastina cewherî ku rûyê dîtir ê domandina jiyana razber e.
Her zindiyê ku xisleta xwe ya xweparastinê parastibe, hebûna xwe ya fîzîkî domdar kiriye û cinsê xwe ji qirkirin û karîsatên xwezayî û yên zindiyên dijber bi awayekî ji awayan mayînde kiriye. Ger xeleka xweparastina cewherî serguha kiribe, wê çaxê dê aliyê xwe yê manewî jî ji êrişên qirker û tuneker biparêze. Ji adet, urf, û gerdişan bigire û heya giyana çandî ya zindiyên bi hiş were, tên parastin. Ji ber vê jî em di pêvajoya herikîna dîrokî de dibînin ku bi dehan şaristaniyên hatine ser rûyê dunyayê “Sûmer, Misrî, Akad, Babîl,… hwd“, di xefleta paşguhkirina teza xweparastinê de, wenda bûne. Îro jî çawa ku nehatibin dîrok qala wan dike. Hemû razberî û şênberiya wan ji terefên dîtir re bûne mal û milk. Wendabûn jî bi qebûlkirina sentezên biyanî û serîçemandina ji êrişên qirker ên bê helwest re, dest pê dike. Dibe ku aliyê fîzîkî de neferên hinek cinsan filitî bin, lê bi giştî bi rêbazên asîmîlasyon û tunekirina fîzîkî re mafê xwe yê hebûnê ji dest dane. Êdî nikarin behsa dîroka xwe jî bikin. Ji ber ku dîrok bi destê serkeftiyan tê nivîsandin. Kîjan zindiyê xwe parastibe û bi nirxên xwe yên madî û manewî re bûye yek beden û yek hebûn, ew xweş û azad maye.
Gelek girînge em zanibin ku bihêzbûna kes, eger di nava sazî û dezgehan de xwe birêxistin nekiribe, têra xweparastinê nake. Mirov bi sazîbûnê re dibe xwedî idîa, hêz, bername û biryarê. Bandorê li desthilatdariyê dike û şeklê rêveberiya xweser a ku jiyan, rûmet û nirxan diparêze, ava dike. Bi gotineke hê şênber em dikarin bibêjin ku; rewşên koletî, bindestî û hatina ber keviya tunebûnê, ne qedereke ku li ser eniya mirovan nivîsandiye. Di cewherê xwe de xwespartina tercîha otoasîmîlasyon û ototunekirinê ye. Ango dema ku mirov nasnameya xwe ya azad înkar bike, ancax tenê bi ferzkirinan dilê wî lê bide. Hebe jî nayê dîtin.
Di vî alî de pêwîste mirov bi taybet behsa jina ku rastî qurnasiyên zilamên nêçîrvan ên serdest hatiye bike. Jina ku bi xwedawendiya xwe navnîşana nasnameya vîna hebûnê bû, bi komploya Mardokan re lingê mirovahiyê yê bingehîn ê xweparastina cewherî tê şikandin û qutkirin. Civak bi koletiyê re rûbirû dimîne û serdema desthilatdariya ku bi rêbazên tepeser ên pala xwe didin serdestiyan, dest pê dike. Rêxistinbûyîna civakê û sazîbûna wê têk diçe. Êdî mafê xwezayî ya xweparastina cewherî jî, li ber êrişên tasfiyeker bê mane û ji mekanîzma xwe dikeve. Ev yek bi xwe re afirandina çareseriyan jî tune dike. Ev jî kombûna enerjiya hebûnê ya ku bi pêşengî û rêveberiya jinê re dest pê kiriye, berbelav dike û cewherê xweparastinê vala derdixîne. Ji lew re em dibînin û dixwînin ku gelek civakên di serdema pêşengiya jinê de xwedî nasnameya hebûnê bûn, kêrhatiyên xwe yên jiyankirinê ji dest dane û tune bûne. Civak nola ku Rêber APO dibêje; gerantiya jiyana azad û xweşik ji dest dide. Ji ber vê jî xweparastin ji bo civakan, ji bo jinê û ji misogeriya jiyana azad û xweşik re, enerjiya hêzdar a dikare zihnê paşverû û zordariya êrişên qirker bisekinîne.
Di dawiyê de pêwîste bê zanîn ku; xweparastin ne tenê şer û ceng e. Mirov an civaka ku lingê wê/î yê xweparastinê saxlem be, dikare li kêleka tayînkirina çarenûsa şer, aşîtiyê jî diyar bike.






