Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Keftelefta makzagonê… pêkenoka reş

29/11/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Durûtiya sîstema Cîhanî yan îro gihiştiya asteke ewqas bilind ku êdî barê mirovahiyê pir giran kiriye û jiyana mirovan jî pir erzan kiriye.

Tişta ku îro li Sûriyê dibe vê şêweya durûtiyê bi awayekî pir berz û kirêt derdixe pêşberî me. Li ser erdê rojane mirovên bê guneh li gelek deverên welêt di agirê şer de dişewit in û têne kuştin, jixwe pêwîst nake ku mirov mînakên wê jî bîne ziman, ji ber ku li ber çavên her kesî ye. Lê sîstema Cîhanî û Sîstema siaysî ya xwecihî, çi rejîm û çi jî qaşo opozisyon, ev çend roj in nikarin ji bo mijara amadekariyên sazkirina makzagoneke nû bêne ba hev. Weke ku li welêt aramî û aşîtî heye û ti pirsgirêkên xelkê tune ne, ew hêzên siyasî hîna gotûbêj dikin ka dê bêne ba hev yan na, ji xwe raya giştî ya Sîstema Cîhanê jî berê hemû çapemeniya xwe daye van gotûbêjên bê wate û çavên xwe ji sivîlên ku di xwîna xwe de digevizin daye alî.

Mijara bê çima mirovahî îro gihiştiya vê rewşa tarî û jiyana mirovan çima ewqasî erzan bûye, mijareke cûda û berfereh e, lê mijara ku hêja ye niha mirov lê bipirse ev e; ev mijara sazkirina makzagonê ku xwedê dizane ka dê bibe yan na, yan jî ka dê çend salan dewam bike, dê çi ji Sûriyan re pêk bîne?

Ev pirs pirseke din jî bi xwe re tîne; gelo welatiyên Sûriyê çaxê ku rabûn serhildanê, haya wan ji makzagonê hebû? Yan jî jibo guherîna û sazkirina makzagonê rabûn ser piyan? Bê guman na..!!

Derdê welatiyên Sûriyê ne makzagon bû, derdê wan yê herî giran azadî û jiyan bi rumet bû.

Azadî û rumeta wan jî ne ji ber makzagonê têk çûbû, lê belê ji ber sîstema diktator û zordest bû. Jixwe berê li Sûriyê makzagonek heye, lê li welêt makzagon ne serwer bû, makzagon tenê hin xalên nivîsandî bûn ti bandora wan li jiyana siyasî û civakî ya welatiyan tune bû. Jiyana welatiyan di destê partiyekê, partî jî di destê kesekî de bû, ew kes makzagon bû.

Jixwe dîroka sîstemên diktator yên Rojhilata Navîn diyar dike ku zagona herî xweşik jî dikare di destên zordestan de bibe alava çewisandin, qirkirin û tunekirinê. Bêguman makzagona Sûriyê ya heyî rê nade artêşê ku bermîlên teqemeniyê bi ser jin û zarokan de bibarîne, lê ew wiha dike. Makzagona heyî rê nade ku bi hezaran kes bê dadgeh di zindanan de birizin, bêne işkencekirin û kuştin, lê wiha dibe. Wê çaxê ev kiryar hemû dikarin bi makzagona berê jî bibin û dikarin bi makzagoneke nû jî bibin, angu Sistema zordest dikare zordestiya xwe bi makzagona berê û bi nû jî bike.

Lewma di rewşa heyî de evqas keftelefta ji bo mijara makzagonê tenê pêkenokeke, pêkenokeke reş e, mîna ku li ser termê kuştiyan dîlanê dikin.

Pir eşkereye ku berpirsyarê trajedî û bobelata gelê Sûryê, rejîma desthilatdar û qaşo hêzên opozisyonê ne, azadî û rumata gelê Sûriyê bi destê her du rejîman têk çû (rejîma desthilatdar û rejîma dijber), niha jî herdû kujerên gelê Sûriyê hewil didin rûyê xwe spî bikin û li şûna azadî û rumetê hin zagonên nivîsandî bidin gel û welatê têkçûyî.

Tevî ku herdû alî jî ne xwediyê biryarê xwe ne û bi destên hêzên cîhanî û yên herêmî tevdigerin jî, lê dîsa ev bû çend roj hîna nizanin bêne ba hev û derewa xwe bi cî bikin.

Bi rastî rewşeke wiha ye ku mirov tenê dikare bêje pêkenok e, pêkenokeke reş e..!!

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.