Mihemed ŞAHÎN
Piştî ku di peymana Lozanê de hebûna komara tirk di qada navneteweyî de hat qebûlkirin pêvajoya tasfiyekirin û tunekirina civaka kurd jî dest pê kir.
Pêvajoya qirker piştî nivîsandina makezagona 1924’an dest pê kir. Ji sala 1924’an şûn ve siyaset û polîtîkayên dewleta tirk ên ku ji bo tunekirina civaka kurd û tirkistankirina Kurdistanê hatin avakirin bi hemû dijwariya xwe hêjî di meriyetê de ne.
Ji 1924’an hetanî 1946’an di serdema desthilatdariya yekpartî ya zalimane de bi hinceta serhildanan Kurdistan hat wêrankirin, talankirin û civaka kurd hat qirkirin. Bi tunekirina kelepûrên hezar salan ve girêdayî cewher û dînamikên civaka kurd yên siayasî, aborî, civakî û manewî hemû hatin tunekirin. Ji bo ku ew cewher careke din zindî nebin û ranebin ser xwe, bergiriyên dermirovî yên gelek dijwar hatin girtin.
Di qirkirin û çewisandina civaka kurd de ewqasî bi serkeftina xwe bawer bûn ku li qontarên çiyayê Agiriyê ji xayalên kurdan re tirbek çêkirin û li ser wiha nivîsîn: “Kurdistana xeyalî di vê tirbê de hatiye binerdkirin”. Li gorî hişmendiya wan a qirker êdî nepêkan bû yek kurdek karibe Kurdistanê xeyal bike.
Piştî binerdkirina “Kurdistana Xeyalî” pêvajoya “kurd tine ne” dest pê kir. Edî li Tirkiyeyê kurd tine bûn û berdêla kurdbûnê jî gelek giran bû. Berdêl, mirina bê tirb bû, mişexta bênavnîşan bû, talan û wêrana bê nirx, bê pîvan û bê exlaq bû, daraz û zîndana bê hiqûq û bê edalet bû.
Li gel hemû zext û zordariyan, li gel berdêlên gelek giran civaka kurd dev ji xeyala Kurdistana azad a ku hatibû “binerdkirin” berneda. Bi vîna xwe ya ji pola di her fersendê de bi înad li xeyala xwe ya pîroz xwedî derket û bi hezkirineke mezin û berdêlên giranbûha ew mezin kir.
Her ku civaka kurd xeyala xwe ya pîroz di dilê xwe de mezin kir bi darbeyên leşkerî yên faşîst re rû bi rû ma. Darbeya 27’ê gulana 1960’an, a 12 adara 1971’an, a 12 îlona 1980’î û herî dawîn derbeya 15-20’tîrmeha 2016’an ji bo kuştin û tunekirina wê xeyalê pêk hatin.
Li gel hemû hewldanên xwe yên kirêt û bê pîvan nekarîn wê xeyala pîroz ji kûrahiya dilê kurdan derxin û tune bikin. Ji salên 1970’î şûn ve di dilê ciwanên kurd de ew xeyal roj bi roj mezin bû. Ciwanên ku di dilê xwe de xeyala pîroz mezin kiribûn di 27’ê mijdara 1978’an de li gundê Fîsê kom bûn. Aja ku heta wê rojê di dilê xwe de mezin kiribûn li gundê Fîsê li ser axa Mezopotamyeya qedîm û bi bereket çandin. Ji dewleta tirk re gotin; em neqediyane, li vir in, xwediyê vî welatî ne û hêjî me peyva xwe ya dawîn negotiye.
Dewleta tirk careke din ket nava tirs û fikaran. Dîtin ku xeyala ku li gundê Fîsê aj daye roj bi roj mezin dibe û rehên xwe berdide dilê hemû kurd û kurdistaniyan. Ji bo pêşî li mezinbûna xeyala pîroz bigirin û kok û rehên aja ku li Fîsê hatiye çandin bibirin di 12 îlona 1980’an de careke din darbeya leşkerî pêk anîn.
Tenê bi darbeyê jî bes nekirin, di heman demê de bi dehan komikên çete û hêzên tarî yên wekî Ergenekon, Jîtem, Hîzbulah û çeteyên Sûsurlûkê yên paramîlîter ava kirin û ji bo nêçîra kurdên ku di dilê wan de xeyala pîroz aj daye berê wan dan Kurdistana qedîm.
Lewre darbeya 12’ê îlonê ji hemû derbayan dijwartir, qirker û xwînîtir bû. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi sedhezaran mirov hatin hebiskirin, bi sedhezaran mirov ji kar hatin derxistin, partiyên siyasî, sendîkayên karker û karmendan, komale û hwd. hemû saziyên sivîl hatin girtin, binpêkirina hemû mafên mirovan rewa bû, zindan kirin navenda îşkencexane û teslîmgirtina vîna kurdê xeyalparêz. Li Kurdistanê nirx, pîvan, exlaq, hiqûq hemû bê wate bûn. Bi kurtahî Kurdistana bihuşt li civaka kurd kirin dojeh.
Darbekarên 12’ê îlonê li gel hemû hovîtiyên xwe yên dermirovî û bê pîvan nekarîn wê xeyala ku di dilê ciwanên kurd de aj dabû tune bikin. Ciwanên kurd bi berxwedana xwe ya canbexşane gotin; şitla ku beton qelaştiye û jê derketiye, nepêkane careke din vegere bin betonê.
Belê, vegera tirbê ya ser betonkirî dihat wateya mirin û tunebûne. Lê ji bo mezinbûna wê jî pêdivî bi xwîna pakrewan û şêrgeleyan hebû. Ev der Kurdistan bû, welatê agir û rojê bû, hêlîna pakrewan û şêrgelyan bû. Bê guman berdêla pêwîst çiqasî giran be jî dê bihata dayîn.
Di zîndan û îşkencexanêyên darbekaran de hewldanên kuştina ajê bê encam man. Şêrgeleyên kurd ji vîna xwe ya ji pola li derûdorê xeyala xwe ya pîroz keleh çêkirin, di 18’ê gulana 1982’an de bi pêta agirê bedena xwe efsûnî kirin û di 14’ê tîrmeha 1982’an de bi vîna xwe ya ji pola nemir kirin û ji pencereya zîndanê ber bi çiyayên welatê agir û rojê ve firandin.
Xeyala Pîroz a nemir û ya bi agirê laşê çar şêrgeleyan efsûnkirî li ser çar hêlên welat geriya. Di 15’ê tebaxa 1984’an de li ser Çiyayên Dihê û Şemzînanê danî û ewrê reş û tarî ku weke qedera reş li ser welatê rojê girêdabû, qelaşt û avêt.
Çiyayê Zagrosê ku navê wê bi xwe ji zayînê tê, çiyayê Cûdî yê ku geştiya Nûh Pêxember lê daniye û çavkaniya jiyana hemû candaran e, Çiyayê Sîpanê yê ku ji evîna Siyabend û Xecê re mazûvanî kiribû, wekî her carî, careke din ji evîndarên xeyala pîroz re hembêza xwe vekirin.
Ew aja ku 41 sal berê bi destê çend şêrgeleyan li gundê Fîsê hatibû çandin îro kok û rehên wê li çar hêlên Kurdistanê belav bûye û di dilê 50 milyon kurd de bi awayekî mayînde bi cih bûye. Ji civakên rojhilata navîn re bûye hêvî û stargeh û şewqa xwe daye cîhanê.
27’ê mijdarê roja vejîna xeyala azadiyê li gelê kurd û li hemû gelên bindest pîroz be.






