Rastî jî em li destpêka dîrokê, dîrok jî di roja me de veşartiye. Tê zanîn di van demên dawiyê de qêrîn û hawarên ku li bakurê Sûriyê li hember bêwefabûyîna Amerîka bilind dibin û dibêjin:“ hûn diçin biçin“. Biçin lê ji zarokên xwe re bibêjin; me xiyanet li kurdan kir. Bila zarokên we vê rastiyê ji bîr nekin. Ev qêrîn heman qêrîna ku di sala 1854`an de ji hêla qebîleyên cermsoran ve li hember şefê amerîka yê wê demê “PIERCE FRANKÎLÎN“ hatibû kirin. Tê zanîn ku di wan salan de ji ber koçberiya zêde, ya wekî îro, serokê Amerîka yê wê demê daxwaza axkirînê ji şefê cermsoran kir. Ji wan re tê gotin ku heger hûn vê daxwaza me qebûl bikin, em ê jî heqê jiyanê ji we re qebûl bikin!. Çi tesaduf e ku heman tişt îro ji hêla şefên amerîkaya modêrn ve ji kurdan re tê gotin?. Ji kurdan daxwaz dikin ku cih û warên xwe biterikînin. ger hûn neterikînin, hûnê mehkûmî mirinê bin!.
Şefê cermsoran “SEATÎTLE“ bi rihetî daxwaza serokê Amerîka yê wê demê qebûl nekir û bi rêka mektûbekî nerazîbûna xwe tîne ziman. Di mektûbê de tê gotin ku; em bawer dikin ku pêwîstiya we pir zêde bi hevaltî û dostaniya me nîne, lê ji bo me cihê mereqê ye mirov çawa dikare germahiya axê û avê bikire û bifroşe?. Lê dîsa jî, ji bo em jiyan bikin em mecbûr in daxwaza we qebûl bikin. Lê du şertên me hene û lazime hûn qebûl bikin? Ya yekemîn; piştî girtina axa me lazime hûn li hember zindiyên li ser axa me bi hurmet bin. Ya duyemîn; lazime hûn qudsalbûyîna axê bi zarokên xwe bidin fêm kirin. Ji zarokên xwe re bibêjin ku; ax tiştekî qudsal e ne tê kirîn ne jî tê firotin. Şefê cermsoran hewil dide diyalatîka xweza û mirovan bi şefên Waşontinê bide fêmkirin. Lê çiqasî fêm bikin jî, ne diyar e. Gelê kurd jî hewil dide heman rastiyê bi serokê modêrn ê Waşontinê, bi rijandina xwîna xwe bide fêmkirin ku ax tiştekî pîroz e bi rihetî nayê berdan. Ne jî bi rihetî tê terkkirin. Lê em ne di vê baweriyê de ne ku şefên modêrn jî, ji diyaletîka di navbera xwaza û mirovan de fêm bikin. Bi rastî jî em bi “Abo Cahîlê modêrn re rûbirû ne“.
Ger ku îro şefê cermsoran jiyaba, wê belkî mereqa xwe ya kirîna ax û avê hinekî bi wate bikira. Ji ber ku niha em bi hêzeke bazirganiya gerdonî re rûbirû ne. Di bazara van bazirganan de her tiştek mubah e, li ser navê mirovahiyê ji dîn û mezheban bigir heta wîjdan û exlaqê tê bazarkirin. Li ser navê xwazayê, germahiya axê û avê bigire, her tiştek di bazara van de tê kirîn û firotin.






