QASİM ENGÎN
Cîhana dewletî cîhana berjewendiyan e. Cîhana dewletî cîhana sermaye ango ya kar e, ya qezenca ye. Li cihê ku qezenç nebe, ev cih ji bo dewleta bê wateye, bê kêre. Lê ger li cihêkê de qezenç hebe, dewlet li wê derê weka qirareşkan li ser laşê miriyan amade ne.
Bi gotinek din, dewlet biçin ku derê ewil berjewendiyên xwe esas digirin. Kar û qezença xwe dimeyzînin. Ji ber wê jî dewlet, taybet jî dewletên hegemonîk pir zû dikarin ji sozên xwe vegerin û pişta xwe bidin ”dostên” xwe yên demên krîtîk. Dîroka mirovahî bi hezaran mînakên wiha yên bêbaxt tijiye. Li ku derê heya ku derê hêzên hegemonîk dostaniya xwe dimeşînin sînorê vê berjewendî diyar dikin.
Bêyî ku em dûr biçin, tenê em du sed salên dawî ya dîroka me kurdan bemeyzînin emê bibînin ka çiqasî hêzên hegemonîk bi ”sozên” xwe û bi ”dostaniyên” xwe ve girêdayîne. Dostaniya bi Îngîlîzan û Rûsan di qirna 19ʼan de çi aniya seriya Bedîrxan, Yêzdanşêr, Mîr Muhammed, Şêx Ubeydullah Nêhrî herkes dizane. Her wiha dostaniya di qirna 20ʼan de bi Îngîlîzan, Rusan, Amerîkiyan, Osmaniyan û bi Îraniyanan jî encamê wan tê zanîn. Û niha jî di qirna 21ʼan de jî ”dostaniya” bi Rûsan û Amerîkiyan encam xwe di holê de ne.
Di wê manê de ”dostaniya” bi hirçan û bi qirareşkan tê zanîn e. Çendî caran ev ”dostên” qadîm, çi ji Kurdan kirine û li ku derê de li ser kijan rê Kurd bi çi şêweyê hêştine jî tê zanîn e.
Dibe ku em dîroka kewn pir nizanibin. Lê dîroka nû taze ye. Yên ku rahmetlî Mola Mistafa Barzanî li rê de hêştin, di serî de Amerîkî, Îranî û Rûs bi xwe bûn. Ewqas soz û ewqas hevdîtîn û qaşo hevpeyman encama xwe hezaran şehîd û bi sed hezaran koçkirin bû. Heman tişt di referandumê Başûr ya di sala 2017ʼan jî me dît. Soz û peymana bi qirereşk encama xwe ji dest çûyîna ewqasî axa welat bû. Me dostaniya hirçan û qireraşkan li Efrîn di sala 2018ʼan dît. Afrîn ji tirkan re hate firotin. Niha jî di sala 2019ʼan de me carek din dît ku hirç û qireraşk çiqasî dostin û çiqasî cihê bawerî yê ne.
Lê rastiyek heye ku di cîhana me de çi hirç û çi jî qirereşk bi bandorin. Her wiha hinek hêzên din jî yê bi bandor henin. Bi wan re ji bo berjewendiyên netewî peywendî danîn, çalakiya herî xwezayiye. Lê tişta ne xwezayî ew e ku, were bîra kirin ku her hezek hegemonîk beriya her tiştî berjewendiyên xwe hene û kar û qezencên xwe difikrin. Dîsa tişta şaş ew e ku were bîra kirin ku hêzên wiha ”sozên” xwe heta sînorên berjewendiyên wan in. Di wê manê de soz, peyman û dostaniyan wan jî bê wate ne û pûç in.
Ger wiha bibe wê demê gotinên ”ji me re îxanet kirin, em di holê de hêştin” bê wate ne.
Ji ber wê jî, ya rast ew e ku , bi hirçan, bi çeqelan, bi qireraşkan, bi dupişkan heta bi roviyan re jî dikarin peywendiyên taktîkî werin danîn û ev ne şaş e.
Lê ya esas û stratejîk ew e ku, tevahî hêzên kurd xwe bispêrên li ser hêza gelê xwe û hêza gelên cîran.
Bi gotinek din, di hemû şert û mercan de çeka herê bi bandor çeka gel ango çeka Yekitiya Netewî ye…






