Zekî bedran
Wek tê zanîn di 17’ê Cotmehê de alîkarê serokê Amerîkayê Mîke Pence û Wezîrê karê derve Mîke Pompeo çûn Enqereyê û bi rêveberiya Erdogan re agirbest îmze kirin. Li gorî vê agirbestê divê piştî 120 saetan agirbest mayînde bibûye. Piştî wê Erdogan çû Moskowayêk û bi Potîn re lihevkirina Soçî yê îmze kir. Ew lihevkirin jî wê piştî 150 saetan biketiba meryetê. Rûsya di her platformê de qala desthilatdariya Sûriyê û yekbûyîna axa Sûriyê dikir, lê bi vî şeklî jî dagirkeriya Tirkiyê dipejirand. Hem Amerîka hem jî Rûsya dagirkeriya Tirkiyê pejirandin.
Ji 17’ê Cotmehê heya niha dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne û perçe parçe qadên dagirkeriyê berfireh dike. Hem Rûsya hem jî Emerîka li Sûriyê ne û ev dagirkerî li ber çavê herduyan tê kirin. Di ser de jî Rûsyayê leşkerên artêşa Sûriyê li xeta Girê Spî- Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye bicih kir. Di êrîşên dewleta Tirk de bi dehan leşkerên artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û ji aliyê artêşa Tirk ve dîl hatin girtin. DYA û Rûsiya bi awayek ciddî nêzî lihevkirinên agirbestan nebûn, xwedî lê derneketin û mekanîzmayên şopandinê ava nekirin.
Tê zanîn ku Tirkiye di dagirkeriyê de ti sinoran nasnake û dê hemû binpêkirinan pêk bîne. Xwesteka Tirkiyê ya tinekirina Kurdan, li kêleka wê jî Sûriye dizayn kirin û qasî ku bikare kontralkirin, ne sirek e. Li şûna ku wezîrê karê derve yê Rûsyayê birêz Lavrov her car ji bo dagirkeriya Tirk bipoşîne dibêje Amerîka dixwaze dewleteka Kurdan ava bike, divê li dijî binpêkirina Sûriyê bisekine û binpêkirina wê bi berpirsyarî tev bigre. Ne Kurd ne jî beşên civaka ku bi Kurdan re tevdigere dixwazin dewleteke cuda ava bikin, armanceke wan a wisan jî tune ye. Berovajî vê Tirkiye ya ku bi DAIŞ û El- Nûsra re li hev kirî, niha berhevkiriyên wan û bi hezaranên ji hişmendiya wan li dora xwe komkiriye. Dixwaze bi wan re bibe serwerê Sûriyê. Eger hêza Erdogan têrê bike dê Esad biqewitîne û wan berhevkiriyan li şûna wî bîne ser hikum. Yê ku şerê bixwîn li Sûriyê dayî destpêkirin, yê ku Sûriye wêran kir, yê ku dixwest desthilatdariya Esad hilweşîne Tirkiye bû, hîn jî dest ji van armancên xwe bernedaye.
Helwesta ku Amerîka û Rûsya têde ne, ji bo xapandina gelê cîhanê, sekinandina bertekên li dijî dagirkeriyê û rêdayîna dagirkeriya Tirkiyê, ye. Rûsyayê li Efrînê leşkerên xwe kişandin, rê da dagirkeriya Tirk û bû kevkarê felaketekî û qirkirina nîjandî. Bi heman şêweyî Amerîkayê jî li Serêkaniyê û Girê spî leşkerên xwe kişandin, rê da dagirkeriya Tirk, bû hevkarê kuştina û birîndar kirin abi hezaran kes û koçberkirina bi hezaran kes. Li rexma van hemûyan Tirkiye niha jî di bin çavdêriya Rûsya yê de qadên dagirkeriya xwe fireh dike û êrîşî herêmên wek Eyn Îsa dike. Qaşo lihevkirina Soçî hevpeymana Edeneyê bingeh digirit. Di hevpeymana Edeneydê de madeyek heya herêmên hindir belavbûna dewleta Tirk û dagirkeriyê nebû. Ya ku di holê de ye, wekî me gotî rojevên veşartî yên ji bo xapandina gelan, fêlbaziyên şer û komplo ne. Divê gelên Sûriyê û raya giştî ya cîhanê bizanin ku ev êrîş û dagirkerî ne ji derveyî erêkirina Amerîka û Rûsya yê ne. Yan jî li rexma van dewletan Tirkiye nikare wisa bi bêpewreyî qadên dagirkeriyê fireh bike û şer belavî herêmê bike.
Mijarek herî giring jî rewşa çeteyên ku Tirkiyê bi navê “Artêşa Netewî ya Sûriyê” cîla kiriye. Li rexma înkarkirin û asgengkirina Tirkiyê, sûcên mirovahiyê yên ku ev çete dikin û nenaskirina qanûnên şer li her derî belav bû. Piranî van çeteyan dîmenên wan sûcan kişandin, xistin toreya civakî û servîsî qadên cûda kirin. Wek qetilkirina Hevrîn Xelef, înfazkirina gelek sivîlan, talankirin, dizî bû rewşek xwezayî. Ev sûc sîtavî raya giştî ya cîhanê bû û hat nîqaşkirin. Hat eşkerekirin ku hinek ji van çeteyan berê endamên El- Nûsra û DAIŞ’ê bûn, heta navê wan jî hatin tespîtkirin û hatin weşandin. Tirs, tundî û terora ku xistine nava gel di rewşek ku nayê veşartin de ye. Rêveberiyên Amerîka, Rûsya û Ewrupayê ji bo wek terorîst îlankirina van koman li benda çi ne? Ji bo ku van komên çekdar wek terorîst îlan bikin, divê ev kom çi sûcan bikin? Pir vekiriye ku ev dewlet bi qanûnên navnetewî, nirxên exlaqî û qanûnên şer ve girêdayî, tevnagerin. Berjewendiyên wan, hevsengiya hêzê û lîstikên siyasî bûye prensîbên wan ên bingehîn. Ev jî xistmeta bê perwabûna faşîstên nijadperest ên wek Erdogan dike.
Mafê dewleta Tirk tune ku xaka Sûriyê dagir bike. Nabe ku dagirkerî were rewakirin. Qirkirina nîjadî sûcek ê mirovahiyê ye. Çeteyên çekdar ên ku Tirkiyê berhev kirine, raste rast ji terör û tundiyê xwedî dibin. Mafek rewaye ku gelên Sûriyê dagirkeriyê red bikin û li dijî dagirkeriyê liber xwe bidin. Maf û erka raya giştî ya cîhanê ye ku li dijî zilmê, zordarî û qirkirinê bikevin nava piştgiriyek akfîv û li dijî lîstokên hikumetên xwe, bisekinin.






